Di cîhana îroyîn de, xewna piranîya me ye ku em biçin derveyî welat, cihên cuda bibînin û bigerin. Heta biçin û êdî qet venegerin, jîyana xwe ya mayî êdî li wir bidomînin. Bi taybetî jî ciwan vê dixwazin. Lê mixabin şert û mercên jîyanê her roj diçe ku dijwartir dibe. Bihatîya tiştan, sedemên aborî, zextên malbata û heman sedemên din dibin kêşe û derdikevin pêşîya me. Dîsa qet tune be yên ku xwedîyê karekî ne yan jî wekî din qeysên (bibêjin ku her alî ve) wan hene bi rehetî dikarin biçin dervayî welat. Baş e, lê em ciwanên xwendekar? Mabesta hema hema nîvê ciwanan zêdetir qedandina dibistanê/ zanîngehê ye. Di dawîyê de jî xwedîbûyîna karekî ye. Lêbelê ew ên ku dibêjin em hem dixwazin perwerdeya xwe bidomînin û hem jî bi wê rêyê biçin dervayî welat, bibînin, bigerin, bixebitin, ew ciwan li ku derê ne? Ez ji we re bibêjim ku ev xeyal bi qasî ezmûnekî dûrî we ye, gelo berteka we yê çi bibe? Têkeve azmûnê jê pûaneke bilind bigire û li welatekî Ewropayê ku tu kîjanê dixwazî de hetanî salekê bimîne, li kêfa xwe binêre. Bi Bernameya Erasmusê ve vê xeyala xwe bêpere pêk bîne.
ÇI YE EV ERASMÛS?
Erasmûs, bernameyeke danûstandina xwendekaran ya Yekitîya Ewropayê ye ku di sala 1897an de hatîye destpêkirin. Piştî bernameya Erasmûsê xwendekarên zanîngehê dikarin hetanî salekê li welatekî Ewropayê bixwînin û bimînin. Eger ku bixwazin dikarin bixebitin jî.
ÇAWA ÇÊDIBE?
Weke ku li jorê de jî min rave kirîye, Erasmûs bernameyeke guherandina xwendekaran e. Yanê eger ku bi zimanekî zelal îzah bikim: deh heb xwendekarên zaningeha ‘A’ yê diçin zaningeha ‘B’yê, deh heb jî ji ‘B’yê diçin ya ‘A’yê. Di zanîngehên hevdu de bi vî awayî dixwînin. Tu ferq di navbera wan de tinne ye. Em dikarin bibêjin ku pêguherina xwendekarî ye jî.
Ji bilî xwendekarên zanîngehê tu kes nikare jê îstifade bike. Dema ku te ji bo Erasmûsê serî lê da pêwîste ku li zanîngehekê qeyda te hebe.
Me gotibû ku xwendekarên Erasmûsê hetanî salekê dikarin li wir bimînin lê eger ku bixwazin dikarin şeş mehan jî lê bimînin ( salek/1- şeş meh/6). Ji ber hin serdeman, hin xwendekar kêm li wir dimînin. Bêrîkirina malbatê, xerîbî, mirovên bîyanî, zimanekî bîyanî, kevneşopîyên bîyanî û hwd.. dikarin mînak bidin wek van sedeman. Li gorî xisletê mirovan diguhere ev rewş.
Berevajîya wê yên ku diçin û êdî nazivirin jî kêm nîn in. Eger ku tu bibêjî ‘cih, welat, ziman ji min re qet ne xem e, ez teqez bîyanîtîyê nakişînim û dikarim jîyana xwe her derê bidomînim’ ev bername dîsa tam li gorî te ye. Weke ku me li jorê çêlkirî bû yên venagerin ne kêm in. Lêbelê çawa çêdibe ev?
Jixwe wexta ku xwendekar ji bo Erasmûsê heq bi destê xwe dixin ji wan re piştgirîya hîbeyê( weke bûrsê bifikirin) tê dayîn. Mêjera wê çiqas e Erasmûs destnîşan dike û dide xwendekaran. Mêjer her sal li gorî rewşê diguhere. Hîbe( bûrs) bêgerew e ango dîsa ji xwendekaran nayê sitandin. Û bûrs wek ewro tê dayîn. Bo mînak, par miqdarên hîbeya Erasmûsê ji bo welatên koma yekem û duyem 600 ewro bû; ji bo welatên koma sêyem û çarem jî 450 ewro hatibû dîyarkirin. Digel vê, mafê hîbeyê tenê carek e.
Lê wekî hûn jî dizanin jîyan êdî zor e. Serxûyîkirin bêhtir zor e. Tenê bûrsek têra mirovekî nake. Hê jî tu xwendekar bî û li welatekî xerîb bi tena serê xwe bî, her tim pere lazim e. Eger ku tu mirovekî sexbêr bî û bibêjî ev bûrs/ pere besî min e, xweşbextewar lê mirovekî gerok û perexwar bî derî li halê te. Şixulin ji te re şert e. Baş e ku Ewropayê bî pere qezenc kirin ewqasî ne dijwar e. Wê demê tu dikevî karekî/ standardên li wir dibînî, paşê ev dibe sedema nehatina te. Lêbelê piranî yên xwendekaran xwe karên akademîk de digirin da ku ji bo mayîna wan e li wê derê de kêşe çênebe û ji wanan ra destûr were dayîn. Yên ku bi vî awayî hemwelatitî/welatînî hildane bawer bikin ku ne kêm e. Di saya vê de tu derfeta qedandina zanîngehê jî di dest dixî. Tiştekî bêhempa ye.
LÊ HEWÎNA XWENDEKARAN
Dema ku xwendekar bi vî awayî diçin, mixabin weke ku tê zanîn war/wargeh( wekî yûrda KYK) ji bo wan tinne ne. Ger xwendekar bi xwe cihê ku lê bimînin peyda bikin. Ev jî dîsa zêde ne asê ye. Zanîngeha ku diçin lê dixwînin li wê derê rayedarên perwerdehîyê/ mamosteyên rêber teqez hene û ji her alîyî ve alîkarê xwendekaran dibin. Yên ku dixwazin dikarin di cihê wan de wan bibînin û bi wanan ra bişêwirin.
EZMÛNA ERASMÛSÊ ÇAWA ÇÊDIBE | ŞERTÊN WÊ ÇI NE?
Ezmûn salê du caran, di dema bihar û payîzê de tê kirin. Yên ku dixwazin têkevin ezmûnê ger berîya wê, serî lê bidin bi kîjan şeklê be( elektronîkî/onlîne an jî rû bi rû) di wexta wê de biqesînin. Jixwe her zanîngeh wextê ezmûnan li ser malpera xwe de parve dike. Divê xwendekar hişyar bin û li benda dîrokên wan bibin. Heke na nikarin têkevin ezmûnê. Ezmûn ji du rûniştina pêk tê: devkî û nivîskî. Di rûniştina nivîskî de bi gelemperî 60- 80 pirsan dipirsin. Xwendekarên beşa ziman û hwd dixwînin yê baştir fem bikin( wek YDSyê). Divê hûn di van de nekevin di bin bendê, ango divê hûn pûanek derbasdar bigirin. Ev pûan jî bi gelemperî dora 65ê dibe. Mirovekî bingeha zimanê wî hebe û tenê hefteyekî têr û tijî bixebite, li ser bisekine dikare bi hêsanî vê ezmûnê derbas bibe. Lê tenê ev ne hewce ye. Xwendekar divê di dersên beşa xwe de, li ser sîstema sedanî ve herî kêm 60; li ser sîstema çaranî ve herî kêm 2.50( gano) hilde. Li wir de jî serkeftin pêwîste ji ber ku hemberê we jî yê zêde bin.
Digel vê yekê, xwendekarên pola amadehîyê û pola yekemîn nikarin Erasmûsê bikin. Çimkî di pola amadehîyê de pûanê te pêk nayê û di sîstema de xuya nake. Ji bilî vê, divê xwendekar du serdemên xwendina xwe temam bikin/bixwînin paşê serî li Erasmûsê bidin. Xwendekarên di pola dawîyê de û hengê duyem de dixwînin jî nikarin Erasmûsê bikin. Xwendekar, dikarin ji carekê zêdetir bernameya Erasmûsê îstifade bikin, sînor tune ye.
WELATÊN ERASMÛSÊ JI KIJANAN PÊK TÊN ?
24 welatên Yekitîya Ewropayê(AB): Elmanya, Awistirya, Beljîka, Bulxaristan, Komara Çekê, Denmark, Estonya, Fînlenda, Frensa, Qibrisa Başûr( Serdarîya Ûrim/ Rûm), Xirwatistan, Holenda, Îngilistan, Îrlanda, Îspanya, Swêd, Îtalya, Letonya, Lîtvanya, Luksembûrg, Mecaristan, Malta, Polonya, Portekîz, Romanya, Slovakya, Slovenya, Yewnanistan. Bêgûman welatên ku her zaningeh pê re peyman hene, cûda ne. Ji ber vê yekê, Erasmûs ji bo gerandin, xwendin û xebatê serborîyeke bêhempa ye. Divê her xwendekarê zanîngehê teqez vê derfetê bi kar bîne .