We van rojan di motora lêgerînê ya Google de qet ‘‘Barbie’’ yan jî ‘‘fîlmê Barbie” nivîsand? Min nivîsand, rûpel bi temamî pembe dibe û li ser ekranê konfetî xuya dibin. Heta hûn dikarin wan konfetîyan bi yên din re jî parve bikin. Gelo we van rojan menuya Barbie ya Burger Kingê xwariye? Yan jî berfeşîra Barbieyê? Van rojan li seranserê cîhanê ji xwarinê bigire heya cil û bergan her tişt pembe û bi markeya Barbie tê firotin.
Gelo kî ye ev Barbîe ya ewqas navdar? Mijara fîlma Barbie ya ku ewqasî hatiye temaşekirin çi ye?
Barbie ji salên 1990an vir ve pêlîstoka herî firotî ya cîhanê ye. Afirînerê Barbie Ruth Handler e. Di derheqê afirînerê vê marka û pêlîstokê Handler de îdiayên cuda hene ku wî îlhama vê fikrê ji ku girtiye. Yek ji wan îdiayan ew e ku Handler di sala 1956an de di rêwîtiya xwe ya li Almanyayê de rastî pêlîstokekê tê ku bedena wê wekî ya mezinan e lê rûyê wê wekî ya zarokan e. Ew bi tevahî ji yên Emerîkî yên keça wê pê diliîst cuda bû. Piştî çend guhertinên piçûk ên ku ji hêla Handler ve hatine kirin, Barbie di sala 1959an de hat danasîn. Di sala 1961 de jî Ken, ku navê kurê Handler Kenneth lê hatiye kirin hat danasîn.
Divê markeyek ewqas bi nav û deng xwedî fîlmek sînemayê jî bûya, ne wisa? Fîlma Barbie ya ku derhênerîya wê Greta Gerwig kiriye û ji aliyê Noah Baumbach ve hatiye nivîsandin di 21ê Tîrmehê de ket vîzyonê. Di rolên sereke de du lîstikvanên serkeftî hene, Margot Robbie û Ryan Gosling. Di fîlmê Barbie de, Barbie li welatê Barbie dijî. Li wir her tişt bêkêmasî û pembe ye. Dema ku ew sibehekê ji xew radibe û dibîne ku bedena wê ya bêqisûr êdî ne wekî berê ye. Êdî nikare solên panîbilind li xwe bike û selulîtên we jî hene. Divê ew biçe cîhana rastîn da ku van xeletiyan fêm bike. Ken jî bi wê re dice.
Fîlma Barbie ne ji bo zarokan e. Armanca Barbie vê carê mezin in. Lê ew ê neheqî be ku ez bibêjim fîlm bi tevahî neserketî bû. ”Barbie dikare bibe her tişt” yekem motto ya ku di fîlmê de tê bihîstin ev e. Di fîlmê de du pêkhateyên civakî yên cuda, yek wek baviksalarî û ya din jî wek femînîst tên pêşkêşkirin. Cûdahîyên van pêkhateyên civakî jî di fîlm de pir zelal in. Wisa ku yek bi tevahî pembe ye û ya din cîhanek gewr e. Ev rastî carinan bi dîmenên pêkenok û carinan jî bi awayekî dramatîk têne pêşkêşkirin. Lê belê peyama fîlma Barbie ne zelal e. Ev fîlm bêtir mîna fîlmek kirrûbirrê ya markeyek an pêlîstokek ku hatibe jibîrkirînê. Sedemeke vê yekê jî ew e ku di fîlmê de sehneyên ne girêdayî hev in hene. Dema ku Barbie keçika ku ew li cîhana rastîn lê digere dibîne çîrok dikaribû hîn kûrtir bibûya, lê mixabin fîlm tenê li ser Barbie ya delal sekinî.
Bê guman, em nikarin Barbie tenê wekî pêlîstokekê binirxînin. Jixwe li gor min ew ne pêlîstokek e, ji ber ku zarok derfet nabînin ku fantazîya xwe bikar bînin. Barbie zêdetir îkona civaka xerîdar û çanda populer e. Sedema xerabûna xwezaya bedenên mirovan û sedema bedenên plastîk ên îro ye. Ew pêlîstok ji sala 1956an vir ve pîvanên bedewîyê yên nerealîst li ser civakê ferz dike. Barbie ewqasî li ser civakê ferz kiriye ku rengê pembe rengê keçan e, keçên ku newêrin rengê şîn li xwe bikin hene. Jinên ciwan ji ber ku mîna Barbîe ne bejn zirav, zerî û çav şîn in ji xwe û ji bedenên xwe hez nakin.Ji ber vê yekê jî gelek caran neştergerîya plastîk dikin da ku bişibin Barbie ye û bên hez kirin, di cîvakê de bên qebûlkirin. Dîsa ji ber van emelîyatan gelek ciwan jiyana xwe ji dest didin, pirsgirêkên derûnî dijîn,
Bi vî rengî, Barbie di civakê de pîşesazîyeke mode û bedewiyê afirand. Cerahîya plastîk û kosmetîk, dermanên ku ji bo windakirina kîloyan û bernameyên parêzê, kincên nû û luks ên ku timî tên kirîn û xwesteka jiyana li malên luksên mîna yên Barbie hin ji encamên îkona kapîtalîst, ango Barbie ne. Bi vê yekê ve giredayî têgihîştina kodên psîkolojîk û sosyolojîk ên ku ji hêla Barbie û jêderkên wê ve di civakê de hatine afirandin giring e. Di heman demê de tê wateya mezinkirina nifşên bixwebawer û bihêz.
Berî ku ez gotara xwe bi dawî bikim divê ez behsa dawîya fîlmê jî bikim ji we re. Di dawîya fîlimê de, Barbie biryar dide ku welatê Barbie biterikîne û di cîhana rastîn de bijî. Yekem tiştê ku wê di cîhana rastîn de kir ev bû ku li cem jinekolog wext veqetand. Di dawîyê de dîsa her tişt bi bedena jinê ve hat girêdan.