• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ZANIST

Ji Hûcreyên Mirovan Robotên Zindî Hatine Çêkirin

Ji Hûcreyên Mirovan Robotên Zindî Hatine Çêkirin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Lêkolînerên Amerîkî ji hûcreyên mirovan robotên zindî yên piçûk çêkirine. Tê bawer kirin ku ew dikarin di pêşerojê de bi tena serê xwe di laşê mirovî de bigerin, birîn an tevnên xerabûyî sax bikin.

Tîmek ji Enstîtuya Wyss a Zanîngeha Harvardê û Zanîngeha Tufts navê “antrobot” li van cîhazên pir piçûk kirin. Tîma lêkolînê berê robotên piçûk ji hûcreyên stem çêkiribûn ku ji embrîyoyên beqê qijik ên Afrîkî hatine bidestxistin û navê wê bi latînî Xenopus laevis e. Ji van re jî digotin “zenobot”.

Tîmê heman pêvajo li ser hucreyên stem ên mirovan dubare kir.

Michael Levin, yek ji nivîskarên gotara lêkolînê ya ku di kovara zanistî ya Advanced Science de hatî weşandin, got ku antrobot organîzmayên ne tam in, ji ber vê yeke jî nikarin bi tevahî zindî bêne hesibandin.

Bi rastî, ev cîhazên piçûk ne xwedan çerxa jiyanê ya tevahî ne. Profesorê biyolojiyê got: “Ma ev robot e, gelo ev heywan e, ma makîneyek e? Pirsên bi vî rengî bi kêr me nayên. Divê em ji vê zêdetir biçin.”

Di lêkolînê de hûcreyên mirovan ên mezin ku ji trakeya xêrxwazên nenas ên temen û zayendên cihêreng hatine girtin. Hevnivîskara lêkolînê Gizem Gümüşkaya, xwendekara doktorayê li Zanîngeha Tuftsê, wiha got: “Di rêbaza me de, her antropobot ji hûcreyekê mezin dibe.”

Levin û Gümüşkaya tekez dikin ku ceribandinên ku di lêkolîna nû de hatine destnîşan kirin hêj di qonaxa destpêkê de ne. Lê armanca dawîn ev e ku meriv antrobotan di serîlêdanên bijîjkî yên pêşerojê de bi kar bîne. Ji bo ku bibînin ka ev gengaz e yan na lêkolîneran, antrobotên li ser neuronên mirovan ceribandin ku ji bo teqlîda zirarê li laşê mirovan hatine çêkirin.

Li gorî encaman, robotên piçûk hêj nekarîne mekanîzmaya saxkirina tevnên mirovan fam bikin. Lêbelê, ew hatin dîtin ku mezinbûna li deverên zirardar ên neuronan pêş ve diçin. Hate dîtin ku antrobot di ser xêzên di nav neuronan de çûn û girtin.

Li gorî Levin, hîn ne pêkan e ku antrobot li derveyî laboratuarê bijîn. “Ew nikarin li derveyî vê hawîrdora pir taybetî bijîn.” Jiyana wan a xwezayî heye. Piştî çend hefteyan bêyî pirsgirêk ji hêla biyolojîkî ve parçe dibin.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.