Rêzika Ji sedê 37 stratejîyeka biryardayînê ya matematîkê ye û pir caran ji bo pirsgirêkeka optimîzasyonê tête bikaranîn ku armanca wê ew e ku dema hilbijartinê vebijarka çêtirîn bibîne. Rêzika ji sedî 37, formuleka matematîkî ye ji pirseka ku matematîkzan jê re dibêjin “Pirsgirêka Sekreter” tê peydakirin. Ev qaîde dikare ji we re bibe alîkar ku hûn di jîyana xwe de biryara çêtirîn bidin. Ew bi taybetî di rewşên ku hûn hewce ne hejmareka vebijarkan binirxînin kêrhatî ye û serîlêdana têgîna ku wekî “Pirsgirêka Rawestandinê” tê zanîn e.
Ji bo kesên ku di biryardayînê de heftdil in û zehmetîyê dibînin, Rêzika Ji sedî 37 ji bo kesên ku di hilbijartinan de nebawer in nexşeya rêyeka hêsan pêşkêş dike. Ew bi taybetî rêbernameyek e ji bo kesên dixwazin di biryarên giring ên jîyanê (kar, têkilî, hilbijartina malê) bijartina çêtirîn bikin lê bêbiryar in.
Mantiqa Bingehîn a vê Qanûnê
Ger çend vebijarkên we hebin ku divê hûn ji wan yeke an jî hinekan hilbijêrin:
1. Tenê vebijarkên yekem (anku 37%) bikolin, lê yek ji wan nehilbijêrin.
2. Dûv re, gava ku hûn rastî vebijarkeka çêtir hatin ku ji ya herî baş çêtir e wê hilbijêrin.
Ev rêbaz şansê bidestxistina encama herî baş a matematîkî zêde dike.
Cihên Bikaranînê
• Hevpeyvînên kar: Hilbijartina berendamê çêtirîn.
• Xanî: Dema hûn li xanîyekê digerin, ji bo dîtina xanîyê çêtirîn.
• Têkilî: Pêvajoya hilbijartina hevjînê jîyanê.
• Rewşên din ên ku biryara bilez hewce dike.
Hûn çûn bajarekî nû û hûn li xanîyekê xweş digerin. Piştî serdana çend xanîyan, yek bi rastî bala we dikişine; eywaneka mezin, şaneşîneka fireh, teraseka mezin ku hûn dikarin bi hevalan re şîvên xweş lê bixwin û dibistaneka pir baş li serê kolanê. Wusa dixuye ku hûn amade ne vî xanîyî kirê bikin…
Lê fikirek tê hişê we… Ger xanîyên din çêtir bin? Balkonek amezintir? Pencereyên xemilandî bi şûşeyên pembe? Bihayê erzantir? Her gav daxwazeka we heye ku hûn yên din bibînin. Ma bi rastî divêt hûn li vê derê bisekinin? Berî ku hûn bibêjin “Erê, ev tam xanîyê ku ez dixwazim” divê hûn çend navnîşanên din zîyaret bikin da ku bigihîjin mala xewna xwe?
Mirov çawa bêyî poşman biryarekê bide? Mizgînî ev e ku bîrkarîzanan/matematîkzanan bersiva vê pirsê heye. Di jîyana rojane de çareserîyek hêsan, pratîk û her dem çalak: Rêbaza ji sedî 37.
Mînak:
Rewş: Hûn dixwazin di nav 100 berendaman de yeke bigirin bo kar.
1. Tenê 37 namzedên pêşîn binirxînin, lê kesekê negirin kar.
2. Ji berendamê 38an û pê de, dema ku berendamek ji yê herî baş ku we dîtîye hebe hingê wî bigirin.
Ev qayde ji pirseka matematîkzan jê re dibêjin “Pirsgirêka Sekreter”ê tê. Em bibêjin hûn hewce ne arîkarekê bêkêmasî bigirin kar, lê bi tenê pirsgirêkek heye: 100 berendam hene û divê hûn piştî her hevpeyivînekê bilez biryarekê bidin.
Veger nîne. Ger hûn kesekê red bikin, şansê we nîne ku hûn wî dîsa bibînin. Divê hûn çi bikin? Li gorî qaîdeya ji sedî 37, divê hûn 37 berendamên pêşîn red bikin, dûv re yê yekem hilbijêrin ku dê ji her kesê ku we berê dîtîye pêşdetir be. Matematîkzan dibêjin ev rêya herî baş e ji bo biryardanê.
Bê guman, ev qaîdeyeka ne garantî ye û dibe ku her gav hewce be ku li gorî rewşên kesane nerm be. Lêbelê, ew ji hêla matematîkî ve hatîte îsbat kirin ku şansê we yên bidestxistina encama çêtirîn zêdetir dike.
Ev Yek bi Kêr Çi Tê?
• Pêşî li ser ramana zêde digire: Destûrê dide we ku hûn li cîhekê baş biryarê bidin li şûna ku hûn her dem li bendê bin ku hemî vebijarkan bibînin.
• Pergaleka mentiqî pêşkêş dike: Li şûna ku hûn biryarên bêserûber bidin, hûn li ser bingeheka matematîkî tev digerin.
• Pîvanan zelal dike: Gava ku hûn% 37ên pêşîkê çavder dikin, hûn çêtir fam dikin ka hûn bi rastî çi dixwazin.