• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ZANIST

Ji Meteroîta 2 Milyar Salî DNA’ya Mirovan Derket

Ji Meteroîta 2 Milyar Salî DNA’ya Mirovan Derket
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

NASA’yê ragihand ku di meteorîteka 2 milyar salî de “şopên DNA’ya mirovan” dîtine. Ev nûçe, bi pirsa “Gelo fezayîyên rastî em in?” teorîya panspermî (veguhestina jîyanê ji fezayê ber bi Cîhanê ve) tîne rojevê. Ev nûçeyeka sansasyonel e ku vedigere teorîyên jîyanê yên li fezayê. Divêt xelet neyê famkirin, NASA’yê ne rasterast DNA’ya mirovan, molekûlên organîk ên bingehîn ên jîyanê dîtine. Ev keşf, îşaretan dide li ser bingeha jîyana Cîhanê.

Bingeha Îdîayê: Sernavên Sansasyonel û Pêla Vîral

Nûçe li ser daneyên NASA û Ajansa Fezayê ya Japonyayê ne. Tê destnîşankirin ku di nimûneyên ji asteroida Bennu’yê de pêkateyên kîmyewî yên DNA/RNA’yê yên pêşeng hatine dîtin. Lê gotina “DNA’ya mirovan” mezinkirinek e ku bilez di medyaya civakî de belav dibe: Vîdyoyên kurt û parvekirin, ev bi pirsa “Gelo em fezayî ne?” tevlihev dikin û bi milyonan dîtinan bi dest dixin. Di rastîya xwe de, îdîaya “mîkrofosîl” a meteora li Marsê ya NASA’yê li sala 1996ê li Antarktîkayê dîtî, mîna vê ye û paşê hatibû pûçkirin. Zanayar dibêjin, ev cure nûçe qedrê keşfên tevlihev kêm dikin.

Keşfa Rast: Asteroyda Bennu û Avahîyên Jîyanê

Hikayeya esasî, di nimûneyên asteroida Bennu’yê de ye ku mîsyona OSIRIS-REx a NASA’yê li sala 2023yê berhev kirîye. Analîzên ku li Çileya 2025ê hatine ragihandin, di vê meteora karbonî ya 2 milyar salî de dewlemendîya molekûlên organîk derxistine: Karbon, amonyak, xwê, asîdên amînoyî û pêkhateyên bingehîn ên DNA/RNA’yê (nûkleobaz). Ji 20 asîdên amînoyî yên jîyanê yên li Cîhanê, 14 li vir hatine dîtin. Serlêkolînerê NASA’yê Dr. Jason Dworkin dibêje: “Bennu wek depoyeka malzemeyê ye, lê têklebûna wê, ne bi temamî li gor  şertên jîyanê yên li gerstêrka me e.”

Vedîtinên mîna van, ji mîsyona Hayabusa2 ya Japonya’yê jî tên. Ev asteroid, molekûlên organîk bi milyaran salan diparêzin. Parastvanên teorîya panspermî, dibêjin tovên jîyanê dikarin bi rêya cihên wek Oumuamua an Borisov yên di nav stêran de bêne hilkişîn. Astrobîyologê Zanîngeha Arizona State Prof. Paul Davies dibêje: “Mars ji Cîhanê zûtir sar bûye, ji ber vê yekê şertên guncan ji bo jîyanê dikarin zûtir çêbûbin. Belkî em bi rastî jî bingeha Marsê bin.”

Bandorên Zanistî: Bingehê Jîyanê Li Ku Derê Dest Pê Kir?

Ev keşf, şertên germahîya zêde yên serdema destpêkê ya Cîhanê (4 mîlyar sal berê) madeyên organîk winda kiribin. Li gorey zanyarê cîhanê Chicago-yê Fred Ciesla, “Êdî em dizanin, ew parçeyên keviran ên ji sîstema stêrkekê bdifirin dikarin bigehin sîstemeka din. Kêmdîtî be jî ne nemumkin e.” Ev vedîtin, nîşan dide ku çêdibe jîyan di hundirê Sîstema Rojê de (mînak ji Marsê ber bi Cîhanê ve) an jî di nav stêran de belav bûbe. Lê zanyar, dîyar dikin ku rêwîtîya fezayê hebûna bîyolojîk dikuje, lê pêkhateyên kîmyewî (asîdên amînoyî, şîrîn, xwê) dikarin bijîn.

Teorîya panspermî ya ku li salên 1970yê ji hêla Fred Hoyle û Chandra Wickramasinghe ve hatibû gotin, wê demê cidî  nehatibû girtin. Vedîtinên Bennu, vê fikrê li bingeheka zanistî datîne: Pirs ji “çawa” derbasî “li ku derê” dibe.

Encam: Keşfeka Kelecanbexş lê bêyî Mezinkirin

Ev vedîtin ronahîyê dide potansîyela jîyanê ya gerdûnî, lê îdîayên wekî “DNA’ya mirovan” spekulasyon in. NASA, di agahîyên fermî de li dijî van têkçûnan hişyarîyê dide: Keşf, avahîyên bingehîn nîşan didin, ne çîrokeka bîyolojîk e. Mîsyonên pêşerojê – Europa Clipper an Dragonfly – dikarin van razan bêtir vekin.

Şîret ji xwîneran re: Bi serenavên sansasyonel nexapin, çavkanîyên orîjînal (wekî rûpela astrobîyolojîya NASAyê) kontrol bikin. Ev keşf, mezinahîya gerdûnê careka dî piştrast dike – lê em hêj jî zarokên Cîhanê ne.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.