Sisyphus qiralê yekem yê bajarê Ephyrayê bû, niha wekî Corinth tê zanîn. Sisyphus qiralekê zîrek û jêhatî bû, bajarê xwe gihandibû rewşeke baş û serkeftî. Lê ew heman demê tyrantek* hîlekar bû ku xwarzîya xwe aşiqê xwe kiribû û hin kesên mazlûm di vê rêyê de ji bo nîşandayîna hêza xwe kuştiye. Ji ber ku ev tevgera wî li hember pîrozbûna mazûwanîyê ya yewnan e, xwedayên din aciz kiriye, lê ji ber xwebawerîya zêde ya Sisyphus ew zû nehatiye cezakirin. Pirsgirek bi keçrevandina Zeusî dest pêkiriye. Zeusî xwe kiriye şiklê eyloyekê û keça xwedayê çeman Asopos, Aegina revandiye. Wexta ku ji ser bajarê Epyhrayê firiyaye Sisyhpus ew dîtiye.
Piştî vê bûyerê Asopos keça xwe li her derê digere, Sisyphus bi şerta ku biharê bîne bajarê wî û lehîyan av bajarê wî rake ji Asopos re dibêje ku Zeus keça wî revandiye. Wexta Zeus pê dihese ku Sisyphus wî eşkere kiriye gelek hêrs dibe û mirina Sisyphus dixwaze. Sisyphus ji mirinê bi dek û dolabên xwe bi awayekî xilas dibe, ji ber vê xweda biryar didin ku cezayeke din bidin wî. Cezayê Sisyphus yê herî dawî ev bûye, dê kevirekê gelek mezin û girover ji bintara çiyayî heta lûtkeya çiyayî bibe. Lê Sisyphus her cara ku kevirî nêzikê lûtkeyê dike kevir dîsa kaş dibe diçe herî bintarê. Lewra Sisphus her carê ji nû ve dest pê dike ku kevirê mezin ji jêrê kaş bike heta jorê. Ev dibe cezayê wî yê heta dawîya emrê wî.
Yek ji feylesofên hebûnparêz(existentislist) Albert Camus di gotara xwe ya bi navê The Myth of Sisyphus (Mîta Sisyphusê) deev cezayê Sisyphusî dişibîne lêgerîna mirovan ya bêwate ya ji bo wate û heqîqetê ya di gerdûneke bêhemdî û bêwate de. Sisyphus ti caran dev ji kaşkirina kevirê mezin bernade, ev kirina wî wekî serhildaneke li hember xwedayan û heqîqeta ku her tim hêvî heye tê nirxandin. Xweda li hember vê helwesta Sisyphus şaş dimînin ji ber ku tişteke wisa hêvî nedikirin.
Sisyphus dev jê bernedida ji ber ku dizanî ew dê her wiha bidome, qedera xwe qebûl kiriye gelo? Yan jî di wê bawerîyê de ye ku dê rojek bigîhije lûtkeyê? Mirov dikareli ser vê mîtê gelek nirxandinên cûda û sûbjektîf bike. Heke mirov vî cezayî li ser mînakekê ji jîyana me ya niha bide yek ji mînakên lê tê meseleya LGBT+ ye. Kesayetên di nav vê komê de xwedî gelek pirsgirekan in, ev pirsgirek ji ber civatê pêk tên. Herçiqas ew jî wek kesên hetero ji hev hez dikin û dixwazin wekî her kesî bi hev re bibin û bizewicin ev yek ji alîyê civatê nayê pejirandin. Wekî cezayê ku ji Sisyphus re hatiye dayîn cezayê vê komê jî ew dibe ku ti caran di nav civatê de bi awayê ku dixwazin nikarin cih bigrin. Nikarin bizewicin û nikarin têkilîyên li derve nîşan bidin. Lewra heyatek wan ê bixefî çêdibe.
Digel modernîteyê pirsgirekên vê komê ji berê zehftir bûne mijareke ber çavan û di van salên dawîn de dengvedanek pêtir çêbûye. Hinek welat wexta vê komê dipejirînin û azadîyê didin wan li hinek welatan hêj ev mesele wekî pirsgirekekê girîng cihê xwe digire. Ji welatên rojhilata navîn mirov dikare mînak bide, kesayetên ji vê komê li van welatan hêj bi cezayê qebûlnebûnê ve dijîn. Lê dîsajî her carê wexta derfet dikeve destên wan li cih û çalakîyên ku bikarin dengê xwe derxin xwe nîşan didin û mafê xwe dixwazin. Li hember vê civatê serî hildidin û bawer dikin ku her tim hêvî heye, dê rojekê bigihîjin mafên xwe. Hûn jî dikarin li ser jîyana xwe vê cezayê Sisyphus binirxînin.
*Tyrant: Platon û Aristo Teles wiha pênase dikin, tyrant ew kes in ku li gor qanûnan rêvebirtî nakin û li hember xelkê xwe û yên din metodên zilm û zordarîyê bi kar tînin.