Jîrahîya Çêkirî roj bi roj êdî dikeve her qada jîyana me. Taybet van salên dawîyê pêşkeftinên gelek mezin çêdibin di warê teknolojî ya hizirî de. Li gel vê yekê li Îngilistanê hate ragehandin ku êdî li balafirgehan kontrola pasaportan dê Jîrahîya Çêkirî bike.
Ev Sîstem Dê Çawa Bişuxule?
Ev rêbaz dê bi xwendin û naskirina rûyê rêwîyan pêk bê. Li dû vê yekê dê lê binere gelo rêwî an jî penaber li gor qeyd û bendên rêwîtî û penaberîyê ye yan na. Navê wê sîstemê jî E-Gate ye ku bi dîtin û xwendina rûyê însanî dikare hemû agehîyên însanî derxe.
Rayedarên Îngilistanî Çi Dibêjin?
Li gor daxuyanîya Wezareta Navxweyî ya Îngilistanê li gel xwendina û naskirina rûyî, bi renge bêdestkirî û li 50 welatan wekî bi rêya Jîrahîya Çêkirî wekî Dubaîyê “Sînorên Zana” dê çêbike.
Serokê Giştî yê Hêza Sînorî Phil Dougles dazanîn ku ev naskirina rûyî dê ji niha bêhtir bêdestkirî be. Em ê agehîyan zêdetir der barê insanan de bizanin, em ê bizanin ka bere çûne Qralîya Yekbûyî yan na. Em ê bizanin kara rewşa wan li gor penaberîyê ye yan na. Em ê qeydên di sîstemên xwe yên ewlehîyê de bizanin. Ji ber vê yekê hindek dê nekarin li balafirê suwar bibin. Her weha lê zêde kir ku xebatan wan li ser rakirina pasaportan hene ku di şûna wê de nasnameyên dîjîtal bi kar bînin.
Ji Bo Çi Vê Peywirê Didin Jîrahîya Çêkirî?
Kontrolkirina pasaportan li balafirgehan ji alîyê Jîrahîya Çêkirî taybet ji lezbûna kar û derbazbûna rêwîyan û her weha ji bo wekhewîyê tê çikirin. Armanc bilindkirina standartên jîyanê ye.
Jîrahîya Çêkirî Çi ye?
Di lîteratura îngîlîzî de jê re artificial intelligence (IA) tê gotin. Jîrahîya Çêkirî an jî Jîrahîya Destkirî ew cure robot e ku li gel geşedana teknolojîyê hizirkirin û karkirina vî robotî ye bi şikil û şêwazê insanan û heta ji insanan jî çêtir û zûtir. Ew jî her wekî insanan ji cerebe û serhatîyên xwe tiştan fêr dibin, roj bo rojê zanatir dibin. Her wekî insanê tev digerin an jî ewil didin tev bigerin.