• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Jiyana Ralph Lauren

Jiyana Ralph Lauren
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Ralph Lauren, bi markeya kincên werzişî Polo Ralph Laauren a navdar  tê nasîn. Karê pêşîn yê sêwirmendê îkonîk Ralph Laurenî,  di endustrîya modeyê de li Brooks Brotherê perakendefiroşî bûye. Markeya wî bû markeyeke mezin ya bêhnên xweş, amûrên malê, kincên lûks, xwarin û vexwarinê. Ew bixwe di sala 1939an de li Bronxê ji dayîk bû. Malbata wî koçberên Cihû bûn. Di 16 salîya xwe de ji ber ku zarokên dibistanê henekên xwe bi Ralph û birayê wî Jerry dikirin paşnavê xwe kirine Lauren.

Ew di ciwanîya xwe de jî bi nêrîna xwe ya modeyê ya cuda dihat  nasîn. Him ji şêwaza klasîk him jî ji şêwaza kevnare hez dikir û ji Fred Astaire û Cary Grant îlham digirt. Li Manhattanê  di Baruch Collegeyê de perwerdeya xwe berdewam kir û li wir beşa fîrmayê xwend. Piştî leşkerîyê di Brooks Brothersê de dest bi xebatê kir. Êdi çîroka wî ya  modeyê dest pê kiribû. 

Di sala 1967an de li Beau Brummellê dest bi sêwiranên xwe yên stûbendan kir. Wî ew stûbendên xwe bi navê Poloyê marke kirin û li dikanên gelekî mezin hatin firotin. Di sala 1970an de ji bo sêwiranên mêran di Xelata Cotyê de wekî berendam hat nîşandan. Piştî ew qasî deng veda ji bo jinan bi şêwaza mêran gelek bedil dirûtin. Di sala 1972an de jî di 24 rengan de kirasên pembû yên milkin dirûtin. Paşê logoya ji alîyê pisporê tenîsê René Lacoste ve hat amadekirin bû logoya binavûdeng  a şîrketê. Lauren bi nîşanên lûks ên dewlemendan û fikrên cuda dihat nasîn.

Fikrên wî yên li ser modeyê ji ber ku ne nûjen in hin kesan ew rexne dikirin lê ji alîyê hin kesan ve jî dihatin ecibandin. Wî bixwe di gelek fîlman de kar kiriye. Wekî sêwirmendekî Amerikî asta xwe bilindtir  kiriye. Bêguman bi pêşketina wî markeya Poloyê jî li cîhanê gelekî deng veda. Her wiha him li Amerîkayê him jî li dewletên din dikanên wî vekirin. Lauren gelekî dewlemend bû û di sala 2015an de ket nava 200 mirovên herî dewlemend ên cihanê.

Ayşenûr Ozel

Ayşenûr Ozel

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.