Bikaranîna kurdî ji aliyê fenomenên kurd ve weke şêweyekî vegotina çandî roleke giring dilîze. Ev rewş vê rastiyê nîşan dide ku ziman ne tenê navgîneke ragihandinê ye, ziman îfadeya nasnameyê ye. Tê dîtin ku fenomenên kurd bi rêya medya û platformên civakî bi bikaranîna kurdî bihemdî xwe an jî bêhemdî xwe mîrateya çandî û nasnameya xwe diparêzin.
Zimanê Kurdî
Zimanê kurdî, weke zimanekî ku dîrok û çandeke dewlemend nîşan dide, ji van diyardeyan re çarçoveyek peyda dike. Ziman ji tenê navgîneke ragihandinê wêdetir, bîranîna hevpar û nirxên çandî yên civakê hildigire. Hilbijartina diyardeyên kurdî ya vî zimanî armanc dike ku li ser kok, rabirdû û girêdanên wan ên bi hev re bisekine.
Her weha bikaranîna kurdî tê wateya pîrozkirina cihêrengî û dewlemendiya çandî. Ev yek sembola hewildana avakirina pêwendiyekê ye di navbera civakên cuda yên kurd de û ji hev fêmkirinê. Fenomenên kurdan ku bi zimanê xwe beşek ji civata ku bi hev re ne, nasnameya wan a çandî xurt dike.

Kamûzekirina Zimanê Kurdî
Kurdî li gel reh û rewişta xwe ya kevn îro jî hebûna xwe didomîne. Taybet di bin banê dewletan de bivê nevê hêz û derfeta pêşketinê bi xwe re nabîne. Her weha di nav dam û dezgehên fermî an jî taybet de jî xwedîyê hêzeka qels e û her diçe qelstir dibe. Her weha bikaranîna tîpên kurdî jî di nav qanûnên dewletên serdest de qedexe ye. Li ser vê yekê gelek dildar sîyasetmedar û lêkoler û mamoste û xebatkarên kurdî ji bo kurdî xebat kirine. Ev li alîyekê lê niha li gel derfet û alternatîfên medyaya civakî vê yekê rêyeka nû ji bo kamûzekirina kurdî vekirîye. Taybet, di medyaya civakî de bikaranîna navên kurdî û axaftina bi kurdî bi xêra fenomenên kurd êdî kurdî xwe dide qebûlkirin.
Hinek Fenomenên Kurd ên Medyaya Civakî;
Xorto Bazidli
Xorto Bazidli ji navê wî jî dîyar e ji navçeya Agirîyê Bazîdê ye. Ew fenomenekê kurd ê medyaya civakî ye. Vîdeoyên pêkenok û yarîker digire û di platformên medyaya civakî yên wekî Tiktok, Instagram, YouTube û yên din de belav dike. Bi hezaran şopînerên wî hene û bi milyonan tê temaşekirin.

Her çend zimanê tirkî bêhtir bi kar bîne jî bi tenê kurdîbûna navê wî bi serê kamûzekirinekê çêdike. Bo nimûne berî çend rojan li gel fenomenekê dîtir ê bi navê Yakişikli Guvenlik şer kiribû û nûçeya wî hatibû çêkirin di televizyon û malperên tirkî de. Balkêş e ku navê di nûçeyan de rasterast bi kurdî hatibû nivîsîn. Her weha her çend tîpa kurdî “x” qedexe be jî di nûçeyan de hatibû nivîsîn ku ev yek bi serê soreşek e. Belkî ji zanebûnî; belkî ji nezanî…
Resul Soyal
Resûl Sosyal jî yek ji fenomenên kurd e. Her wekî zilemekê nerm an jî em bêjin nêrûmê bête binavkirin jî gelek tê heskirin. Bi hezaran şopîner bi milyonan seyrkirinên wî hene. Resûl taybet kurdî û tirkî di nav hev de xeber dide û di encamê de zimanekê ecêb derdixe meydanê ku ev yek jî ji alîyê şopîneran ve gelek tê heskirin. Taybet li dora wî keçen tirk an jî keçen kurd ên kurdînezan diçin û tên û Resulî ji xwe re dikin rol model û hewila axaftina kurdî dikin. Hindek replîkên wî yên kurdî hema bêje li tevahîya Tirkîyeyê û Bakur belav bûne.

Ajdar
Ajdar hunermendekê navdar e bi stranên tirkî. Lê belê ew bi xwe kurdê Mêrdînê ye û kurdî jî dizane. Heta niha bi stranbêjîya tirkî li Tirkîyeyê û Bakur gelek dihat naskirin. Niha jî berê xwe daye medyaya civakî û hinek vîdeoyên suhbetî yên pêşbirkan digire. Di van vîdeoyan de her tim zimanê kurdî, xeberên kurdî û bi kar tîne û heta carinan hişmendîbûna xwe ya li hember kurdî jî tîne zimên. Fenomenên tirk jî gelek caran dixwazin wekî wî tev bigerin û hewila axaftina kurdî dikin.

Mela Ebdullahê Kurdî
Mela Ebdullahê Kurdî jî yek ji fenomenên kurd e li ser medyaya civakî. Ew bi xwe mela ye û vîdeoyên wî li ser dîn û îmanê ne. Ew dixwaze rêya heqîqetê nîşa şopînerên xwe bide. Bi taybetî fûl bi kurdî diaxive û heta kurdîya standart jî dizane. Zimanekê fêmbar û herikbar û fesîh bi kar tîne. Ji navê wî jî dîyar e çi qas bi hişmendî li nasnameya xwe xweyî derdikeve. Mela Ebdullahê Kurdî gelek caran li gel fenomenên dî di weşanên zindî yên suhbetî de dikeve nav nîqaşan û ji dev ji kurdîya xwe bernade. Bi hezaran şopînerên wî hene û bandoreka mezin li wan dike û ji wan re dibe modêlek. Tirk û kurd gelek caran dengê wî diavêjin ser vîdeoyên xwe.
Di encamê de em dibinin ku bi van fenomenan û gelek fenomenên dîtir ên kurd pîyaseya tirkî bi kurdî domîne dibe. Lê divê neyê ji bîr kirin ku ziman ne tenê aîdî civakek diyarkirî ye, ji wê wêdetir xwedî potansiyela ku bibe hêzek yekgirtî ye. Bikaranîna kurdî ji hêla fenomenên kurd ve ne bi tenê di nav civakên xwe de lê di heman demê de bi gehiştina temaşevanek berfireh dikare fersendê bide hişyarkirin û zêdekirina têgihiştinê û hewza kurdî firehtir bike.
Bikaranîna kurdî ji aliyê diyardeyên kurdî ve ne bi tenê tercîheke zimanî ye, di heman demê de parastin û xurtkirina mîraseke çandî ye. Ji bilî hewildana civakê ya ji bo îfadekirina nasnameya xwe, ev yek dikare bibe alîkar ku kurdî roj bo rojê kamûze bibe û bêhtir bête heskirin û tercîhkirin.
Nîşe: Helbet gelek alîyên van fenomenên kurd ên nerênî jî hene; bes di vê nivîsê de berê me li alîyên êrênî bû.