Kovara Fortune lîsteya “Bihêztirîn 100 Karpêkhênerên Cîhanê” weşand. Di vê lîsteyê de gelek karsaz ji 40 sektoran, di navbera 30 û 90 salî de derketin pêş. Yek ji van jî Hamdî Ulukaya ye ku ew kurdekê karpêkhêner e.
Hamdî Ulukaya di Rêza 83yan de ye
Midûrê Giştî yê Chobanî Hamdî Ulukaya di lîsteyê de di rêza 83. de cih girt. Hate diyarkirin ku Ulukaya ku ji Bakur koçî DYAyê kirîye, di sala 2005an da li New Yorkê Chobani ku febrîqeya mastî ye mezin kirîye û vê yekê di dinyayê da bi tesîr kirîye.
Di lîsteyê de bal hat kişandin ku Ulukaya yek ji xêrxwazên herî bibandor ê cîhana karsaziyê ye û destnîşan kir ku şîrketa wî di wergirtina penaberan de pêşeng e. Hamdî Ulukaya karpêhênerekê kurd e ku di sala 1972yan de li Erzinganê hatîye dinyayê.
Musk di Lîsteyê de Yekem e
Her weha li alîyekê dî, di lîsteyê de CEO’yê Tesla Elon Musk di rêza yekem de cih girt. Kovarê nivîsand ku Musk bi saya vîzyona xwe ya berfireh û hişmendiya endezyariyê di gelek sektoran de wekî pêşeng tê nas kirin.
Di lîsteyê de balê dikişîne ser serkeftinên Musk di şîrketên wekî SpaceX û Neuralink de, tê diyarkirin ku eleqeya karsazê herî dewlemend ê cîhanê ji siyasetê re zêde bûye û bûye yek ji mezintirîn piştevanên Donald Trump.
Dîyarkerîya Jîrîya Çêkirî
Rêvebirê Nvidia Jensen Huang ku di pîşesaziya jîrîya çêkirî de xwedî cihekê giring e, di lîsteyê de di rêza duyemîn de cih girt. Huang bi pêşkeftinên xwe yên di teknolojiyên jîrîya çêkirî de hilberînerê çîp û karta grafîkê Nvidia ronî kir û nirxa bazarê ya pargîdaniyê gihand astên rekorê.
Di rêza sêyemîn de CEO’yê Microsoft Satya Nadella ye. Nadella tekez kir ku Microsoft di warên teknolojiyên ewr û jîrîya çêkirî de guherînên giring derbas kiriye û ku ew Microsoft bi veberhênana zû li OpenAI ve ber bi astên jor ên pîşesaziya teknolojiyê ve biriye.
Rêvebirê Berkshire Hathaway Warren Buffett di rêza çaremîn de û CEO’yê JPMorgan Chase Jamie Dimon di rêza pêncemîn de cih girt. Rêvebirê Apple Tim Cook bû şeşemîn, CEOyê Meta Mark Zuckerberg bû heftemîn û CEO’yê OpenAI Sam Altman bû heştem.
CEO’ya General Motors Mary Barra di lîsteyê de di rêza nehemîn de û CEO’yê Alphabet Sundar Pichai di rêza dehemîn de cih girt. Pîşesaziya jîrîya çêkirî di nav van navên jorîn de faktora dîyarker bû.
Lîsteya Giştî ya Bihêztirîn 100 Karpêkhênerên Cîhanê
- Elon Musk
- Jensen Huang
- Satya Nadella
- Warren Buffett
- Jamie Dimon
- Tim Cook
- Mark Zuckerberg
- Sam Altman
- Mary Barra
- Sundar Pichai
- Jeff Bezos
- Mukesh Ambani
- Brian Moynihan
- Ren Zhengfei
- Jane Fraser
- Reid Hoffman
- Bernard Arnault
- Doug McMillon
- Wang Chuanfu
- David Solomon
- Brian Niccol
- Bill Gates
- Julie Sweet
- Marc Benioff
- Emma Walmsley
- Andy Jassy
- Dara Khosrowshahi
- Gregory Abel
- Lars Fruergaard Jorgensen
- Marc Rowan
- Dave Ricks
- Scott Nuttall ve Joseph Bae
- Sergey Brin ve Larry Page
- Peter Thiel
- Safra Catz
- Lisa Su
- Daniel Ek
- Marc Andreessen
- Charles Koch
- C.C. Wei
- Ted Sarandos ve Greg Peters
- Stephen Schwarzman
- Brian Chesky
- Alex Karp
- Yasir Al-Rumayyan
- Jonathan Gray
- Bob Iger
- Daniela ve Dario Amodei
- Larry Fink
- Brian Armstrong
- Andrew Witty
- Shantanu Narayen
- Jon ve Patrick Collison
- Ken Griffin
- Roelof Botha
- Grace Wang
- Lei Jun
- Darren Woods
- Carol Tome
- Gail Boudreaux
- Robin Zeng
- Carlos Tavares
- Akio Toyoda
- Abigail Johnson
- Nicolas Hieronimus
- Thasunda Brown Duckett
- Ana Patricia Botin
- Nicolai Tangen
- Neal Mohan
- Rupert Murdoch
- Helen Wong
- Larry Ellison
- Mellody Hobson
- Vinod Khosla
- Mark Cuban
- George Kurtz
- Charlwin Mao
- Cristiano Amon
- Masayoshi Son
- Pony Ma (Huateng)
- Palmer Luckey
- Larry Culp
- Hamdi Ulukaya
- Garry Tam
- Jay Y. Lee
- Paul Singer
- Joe Tsai
- James Dyson
- Damola Adamolekun
- Oliver Blume
- Michael Bloomberg
- Zhang Yiming
- Brian Sikes
- Tarang Amin
- Catherine MacGregor
- Josh Kushner
- Albert Bourla
- Phebe Novakovic
- François-Henri Pinault
- Tricia Griffith