Li parêzgeha Jiangsu ya Çînê, bajarê Yanchengê, keçikeka 3 salî bi navê Guojiang bi porzerî û çavşînîya xwe kete rojeva Çînê. Tişta balkêş ew e ku dê û bavê wê bi temamî Çînî ne, taybetmendîya wê ya fizîkî ya “rojavayî” hem malbat şaş kir hem jî li ser medyaya civakî ya Çînê û dinyayê bi sed milyon caran hate temaşekirin. Ji ber ku di fenotîpa xelkê Çînê de taybetmendîyên wekî porzerî û çavşînîyê nînin. Testên DNA’yê eşkere kirin ku ev rewşa kêmdîtî ji genên veşartî (resesif) ên bapîrê babê mezin ê wê tê ku ew rûsî bû.
Çîroka malbatê li Gulana 2022yê, bi bûyîna Guojiangê dest pê kir. Di destpêkê de zarok mîna hemû zarokên Çînî xuya dikir: porreş û çavreş. Bes di 8 mehîya xwe de porê wê zer bû, çavên wê jî şîn bûn. Dê û bavê şaşbûyî, bavê bi paşnavê Yang û jina wî, guman kirin ku di nexweşxaneyê de zarokekî din dane wan û çûn ber derîyê rayedaran. Yang ji medyaya herêmî re weha got: “Xuyabûna keçika me ew qas cuda bû, me got qey xeletîyek çêbûye. Em bilez çûn nexweşxaneyê.” Lê tomara nexweşxaneyê û sê caran dubarekirina testa DNA’yê bi awayekê %100 piştrast kirin ku Guojiang zarokê wan ê bîyolojîk e.

Ji bo çareserkirina vê sirê, dara malbatê ya bav û kalan lêkolîn kir. Di encamê de derket holê ku bapîrê bavê wê Guojiangê (yanî bapîrê wê yê mezin) Rûs bû. Ev mêrê Rûs bi jineka Çînî ya ji parêzgeha Henanê re zewicîye û heta mirina xwe sala 1985an li Çînê jîyaye. Di nifşên berîya wî de (bav û bapîr) ev taybetîyên genetikî xuya nebûbûn. Yang weha dibêje: “Genên veşartî yên ji bapîrê me yê Rûs hatine bandorê li dîtinê dikin, lê di mêran de ev gen pasîf dimînin.”
Mucîzeya Genetîkê: Hêza Genên Veşartî
Pisporên genetikê rewşa Guojiangê wekî “loterîya genetikê” bi nav dikin. Porê zerîn û çavên şîn taybetîyên pirgenî (polîgenetîk) ne û bi gelemperî ji genên resesîf tên. Ji bo ku ev taybetî derkevin pêdivî heye her du dê û bav jî hilgir bin, mîna ku di malbata Yang de çêbûye. Çavên şîn ji mutasyona di genên OCA2 û HERC2 de çêdibe; ev mutasyon hilberîna melanînê kêm dike û rengê çavî şîn dike. Porê zerîn jî bi awayekê nêzîk bi guhertoyên di gena MC1R de girêdayî ye û dikare bi nifşan “veşartî” bimîne.
Pispor dibêjin, ev rewş ne ew qas kêm e lê li nifûsa Asyayê kêm tê dîtin. Mînakeka din a nêzîk: Li Taywanê jinek û mêrekê bi temamî Çînî zarokeka porzêrîn anîn dinyayê; di wê rewşê de jî guman bi kokeke Ewropî ya dûr ve çûbû.

Bûyer li ser Medyaya Civakî Bû Vîral
Çîrok li ser Weibo’yê (platforma herî mezin a Çînê) teqîya û zû derbasî malperên navneteweyî yên wekî Koreaboo bû. Li ser X’ê gelek kesan wêneyên Guojiangê parve kirin û weha nivîsîn:
“Genên Rûsî piştî çar nifşan derketin holê, ev yek ji dîyarîyên herî xweş ên xwezayê ye!”
“Testa DNA her tiştî çareser dike, lê encameka ev qas delal nayê çaverêkirin.”
Li Redditê jî nîqaşên li ser dewlemendbûna genetikî ya mirovahîyê bi koçberî û zewacên navneteweyî ve girêdayî bûn û posteyekê zêdetirî 10 hezar dengan stend.
Ev bûyer di heman demê de nîşan dide ku li Çînê lêkolînên DNA’yê di van salên dawî de %30 zêde bûne. Gelek kes ji bo şopandina şopa koçberên serdema Sovyetê van testan dikin.
Malbata Yang hê jî ji keça xwe re dibêjin “Reçel” (neqlûnavê wê). Yang weha diqedîne:
“Guojiang mucîzeya me ye. Em niha bi şanazî vê mîrateyê hildigirin.”
Vê çîrokê careka dî nîşan da ku gen sînoran nas nakin û belkî di nifşên dahatûyê de jî surprîzên nû amade dikin.

