Ji ber ku fêmkirina wê û lêkolîna wê ne hêsan e, çi-bûn û çawa-bûna kesayetîyê xwedî gelek şîrove û nêrînên cuda ye û di derûnnasîyê de jî li ser çi-bûn û çawa-bûna kesayetîyê lihevkirineke giştî tune ye. Ji alîyê gelek bîrdozîyên cuda ve, alîyên cuda cuda yên kesayetîyê hatine destnîşankirin û li ser hêlên cuda, yên kesayetî li serê avabûyî sekinîne û balkişandine ser wan hêlan. Lê helbet mirov bi hêsanî nikare bibêje kîjan bîrdozî çiqasî mafdar e yan jî şaş e û loma jî lihevkirineke giştî çênabe.
Yek ji wan bîrdozîyên li ser kesayetîyê radiweste psîkoanalîz, ango derûnkolîn e. Li gorî vê bîrdozîyê kesayetîya mirovî ji sê xalan pêk tê û ev sê xal her tim di nav hewlekê de ne: îd,ego û sûperego. Îd hêla genetîkî ya kesayetîyê ye û li pey têrkirina hezê ye. Ego li pey avakirina hevsengîya di navbera cihana civakî û îdê de ye û hewl dide daxwazên îdê li qebûlên civakê bîne û wan bi wî awayî bide qebûlkirin, ango li pey rêgeza rasteqînîyê (reality principle) ye. Qebûlên civakê jî xwe li sûperegoyê digirin û sûperego xala dawî ya kesayetîya mirovî ye û her wiha hêla sincî û wicdanî ya kesayetîyê ye. Yanê karê egoyê ew e di navbera îd û sûperegoyê de hevsengîyekê ava bike, ango him hewl dide daxwaza îdê ya hezê têr bike, him jî hewl dide vê yekê li gorî qebûlên sûperegoyê/civakê bike. Her wiha ji bilî derûnkolînê, bîrdozîyên wekî bîrdozîyên bi taybetmendîya cudakar bingeh û bîrdozîyên bi ajo bingeh û nêzikatîya genetîkî jî di hewla pênasekirina kesayetîyê de ne.
Arîstoteles bi qesta şîyana sazkirina civakî û jîyana polîtîk ya mirovî, mirovî wekî ajaleke polîtîk pênase dike. Derûnnasî jî her çiqas li hêla derûnî ya mirovan binêre jî, ne civakîbûna mirovî piştguh dike ne jî alîyê wî yê bîolojîk. Li alîyê civakî yê mirovî, ya derûnnasî lê hûr dibe, hewla derûnnasîyê ew e derûna mirovî ya civakî têbigihêje û fêm bike ka civakîbûna mirovî kartêkerîyeke çawa li ser derûna mirovî dike. Kesayet li vir xaleke girîng e bo fêmkirina vê yekê, çimkî derûna mirovî û kesayetîya wî bi awayekî jihevneqet bi hev ve girêdayî ye, ango ne derûna mirovî ji bilî fêmkirina kesayetîya wî dikare bê fêmkirin ne jî kesayetîya wî bêyî fêmkirina derûna wî dikare bê fêmkirin.Û mirovê bi qewlê Arîstoteles xwedî şîyana sazkirina civakî ye, ango ew bixwe civakî ye û şîyana wî ya sazkirinê heye, divê ji alîyê xwe yê civakî û her wiha polîtîk ve jî bê nasîn û fêmkirin. Ji ber vê yekê çawa ku li ser çi-bûn û çawa-bûna kesayetîyê lêkolîn hatine kirin û rêbaz hatine avakirin, her wiha ji bo têgihiştina çi-bûn û çawa-bûna kesayetîya mirovî ya polîtîk jî hin rê û rêbaz hatine ceribandin, bîrdozî li ser vê mijarê hatine avakirin. Yek ji wan bîrdozîyan jî bîrdozîya Theodor Adorno ya bi navê kesayetîya desthilatparêz/otoriter (the authoritarian personality) e. Adornoyî bîrdozîya xwe li ser xîmê derûnkolînê avakirîye û li gorî wî kesên di zarokatîya xwe de di bin qalibên desthilatparêz de mezin bûyî, wekî encama vê, xwedîyê egoyeke lawaz in. Angoev qalibên desthilatparêz ên zarok pê re mezin dibe, bi şêweyekê dibe sûperegoya zarokî û zarok li şûna hevsengîyeke xurt ya di navbera îd û sûperegoyê de, sûperegoyeke xurt diafirînin. Egoya zarokên li hemberî pirsên îdê bersivên tund yên dêûbavan (sûperego/qebûlên civakê) dibînin, nikare wê hevsengîya pêwîst saz bike û loma ew zarokên bi van qaliban re mezin dibin, xwedî egoyeke lawaz in û ev bingeha kesayetîya desthilatparêz e.
Adorno û hevalên wî kesayetîya desthilatparêz bi neh xalan pênase dikin, ango li gorî wan neh dîyardeyên kesayetîya desthilatparêz hene: “kevneşopperestî (girêdaneke hişk ya bi nirxên kevneşopîyê re), îtaeta kesên desthilatdar, êrîşkarîya desthilatparêz (ajoyên êrîşkarîyê ya li hemberî yên ne kevneşopî), li dijî kirdewarî û xeyalparêzîyê bûn (redkirina hestyarî, xeyalparêzî û kirdewarîyê), bawerîyên deraqil û stereotîp (bi awayekî çarenûsî bawerîya xwe bi dîyarkerên pêşerojê yên bi efsûnî anîn û hizirîneke hişk), qedreke mezin li hêz û zordarîyê dan, xirabkerî û gumanbarî, rengvedan (rengvedana ber bi derve ya ajoyên nayên qebûlkirin) û baldarîya bi awayekî zêde ya li kiryarên zayendî yên kesên din.”1Kesayetîya desthilatparêz ya ji alîyê Adorno û hevalên wî ve bi van neh dîyardeyan tên pênasekirin, ji ber ku di zarokatîya xwe de di bin sîya desthilatê (dêûbav û civak) de û di çarçoveya qebûlên desthilatê de mezin bûye, dê geşedaneke li gorî vê çarçoveyê bike û loma gava mezin bû û di civakê de cihê xwe girt jî dê li pey wê desthilata hînî wê bûyî bibe û li dijî nûjenxwazî û guherînan be û dê nexwaze derkeve derê wê çarçoveya tê de mezin bûyî. Adorno bi amajekirina pênasekirina kesayetîya desthilatparêz de, kesê faşîst bi vî awayî pênase dike: “Hingî tişteke cuda hebûna xwe biparêze, ev heyîna din her çiqas lawaz be bila bibe, qereqterê faşîst wisa hest pê dike ku tê tehdîtkirin.”2Kesayetîya faşîst ya Adorno wê bi vî awayî pênase dike, kesayetîyadesthilatparêz ya herî tundîparêz e.
Helbet kesê di vî warî de lêkolîn kirî ne tenê Adorno ye, heya Adorno ji gelek hêlan ve tê rexnekirin û şaş tê dîtin û loma hin kesên din, di çarçove û bingehên cuda de berê xwe didin kesayetîya desthilatparêz. Yek ji wan kesên bîrdozîya Adornoyî bikêmasî dibîne jî Robert Altemeyer e û Altemeyer, berevajîyê Adornoyî, bîrdozîya xwe ne li ser bingeha derûnkolînê lê li serbîrdozîyên bi taybetmendîya cudakar bingeh avakirîye û li gorî wî jî tenê sê dîyardeyên bingehîn yên kesayetîya desthilatparêz hene: îtaeta kesê xwedîyê desthilatê, êrîşkarîya desthilatparêz û kevneşopperestî (conventionalism). Û taybetîyeke din ya Altemeyerî jî ew e ku, ew vê wekî desthilatparêzîya rastgir pênase dike û dibê pêkane di her şêweya desthilatê de jî bê dîtin. Dîsa li gorî Altemeyer, desthilatparêzîya rastgir bingeha xwe him ji kesayetîyê him jî ji bûyerên jîyanê diafirîne û loma jî derçûyeke fêrbûna civakî ye.
Çavkanî
Cottam, M. L. û yên din (2017), Sîyaset Psikolojisine Giriş. (çev. M. Şenol). Ankara: BB101 Yayınları (2016).
Adorno, T. W. (2011). Otoriteryen Kişilik Üzerine: Niteliksel İdeoloji İncelemeleri (çev. Doğan Şahinler), Ankara: Say Yayınları.