Piştî kuştina jina kurd a bi navê Jîna Mahsa (Emînî) ya ji alîyê hêzên dewleta Îranê ve kevneşopîyeke kurdan dîsa kete rojevê ango hate bîra mirovan. Ji ber ku sedema kuştina Emînî xuyakirina porê wê bû, ji bo bertek nîşandanê gelek jinan porê xwe kur kirin. Hetta gelek mêran jî. Wekî me gotî, van protestoyan bi xwe re kevneşopîya porkurîyê ango kezîkuriyê anî bîra me. Di folklora kurdî de her tim hatiye gotin; rewşê kalan tizbî ne, rewşê pîran kofî ne, rewşê xortan tûncik û tembolî ne, rewşê qîzan gulî ne. (Di vir de peyva rewşê di wateya xeml, remz ango sembolê de tê gotin). Yanî porê jinê di çanda kurdan xwedîyê cihekî taybet e. Hetta gelek nav jî bi por çêkirine. Mînak; Kezîzer, Gulîzer, Kêjê hwd.
Di vê kevneşopîyê de sê cure porjêkirin û sê wateyên wê hene. Yek ji vana ya kurkirin ango jêkirina por ya jinê bi xwe ye. Ev helwest nîşana heznê ango şînê ye. Mînak; wexta ji hezkirîyên jinê yek bimire an jî belayek ser de were, kin guliyekî an jî du guliyên xwe jêdike. Xwe reşûheş girêdide. Yanî her tim cil û bergên reş li xwe dikin. Cilên reş li xwe neke jî şareke reş girêdide. Bi vê tewrê derûdor dizane ku ev kes heznî û xwedîyê dilekî bikul e. Teqez we jî bihîstiye gelek caran wexta jinek xebereke nebixêr dibihîze dibêje heyla min porkurê. Ev jî nîşaneya vê kevneşopiyê ye.
Ya duyemîn; jêkirina porê jinê ya ji aliyê kesekê din ve ye. Di vir de mebest şermezarî ye. Bi navekî din ricmkirin e, etavkirin e. Wexta jinek li gorî pîvan û zagonên ji aliyê civakê ve hatiye destnîşan kirin tevnegere ( wekî dizî, têkiliyeke cinsî ya bi kesekî pê mehrkirî an jî sebebiyetbûna bûyerên neqenc) rastî vî cezayî tê. Pişti malbat an mezinên êl û eşîrê biryara porkurkirina jinê dide, ji malbatê kesek bi awayekî tundî digire porê jinê jêdike. Carna jï ji bînî ve kokbir dike. Ev tê wateya jina eybkirî, neqenc û rêderketî. Piraniya merivan xwe jê dûr digirin û îzole dikin. Ev jin jî ne wekî kesên şînî bi tewreke posîde û şermînî diçin, tên. Gelek caran wexta dayik ji tevgerên keçikên xwe aciz dibin û hêrs dibin wiha dibêjin “Ez ê rabim porê te kur kim !”
Ya sêyemîn jî dîsa jêkirina porê jinê ya bi destê wê bi xwe ye. Lê ya vê carê ne şîn e ne jî şermezarî ye. Îcar ji bo sond û tolhilaniyê ye. Di vê kevneşopiyê de wexta tiştek were serê hezkiriyekî jinê, ew jin gulîyên xwe dibire, sond dixwe ku tola wî însanî wergire. Û heta tolê hilnegire nahêle porê wê şeh lê bikeve. Çimkî di çanda kurdan ya civakî de şehkirina por, vehûnandina gulîyan, boyaxkirina biskan nîşana forsê û kêfxweşiyê ye. Em dikarin ji bo vê kevneşopîyê mînaka keça kurd a êzidî bidin. Wekî tê zanîn, di dala 2015’an de dergistiyê keçeke kurd ji aliyê hêzên rêxistina terorî DAEŞê ve hate kuştin. Piştî wê keçikê herdu gulîyên xwe birî û ser kêlikên dergistiyê xwe daliqand û sonda tolhilandanê xwar. Hetta gelek çavkanî dibêjin çek hilgirtiye û çûye şerê li hemberî DAEŞê
Ez dixwazim vê jî lê zêde bikim; di fîlma sînemagerê tirk, Tarik Akan a bi navê Kan (Xwîn) de jî balê dikişînin ser vê kevneşopîyê. Piştî jêkirina dêla hespê Seyîd AXA di fîlimê de gotinek wiha derbas dibe “Divê baş bê zanîn, li vê erdnîgarîyê ( yanê erdê kurdan) meriv nikare dest bide sê tiştan. Destdayîna van tiştan sedema şerên kuştinê ne. Ev hersê tişt; destdayîna porê jinê, destdayîna simbêla mêran û destdayîna dêla hespan e”.
Meriv dikare gelek kilam û helbestên li ser giringîya por hatine gotinê mînak nîşan bide. Di gelek kilaman de peyvên weke kezî, gulî, bisk, porê jinê hwd derbas dibin. Bo nimûne; têlek porê te nadim sê sed û şêst û şeşên mala bavê te. Ji ber por evqas xwedîyê wateyeke giran e wexta destê kesekê xerîb pê dikeve tola wê jî bi derbên giran e bedela wê jî. Heta salên nodî li gelek cihan normal porjêkirina jinê jî wekî eyb dihate dîtin. Piştî ku civak ji gundan zêdetir ber bi jiyana bajarî bû ev tişt kêm bûn. Êdî jinên kurd jî cihê xwe li ber derîyê kuaforan hildan. Dîsa jî gelek kalemêr û pîrejinên emirborî jêkirina porê jinê wekî eyb dibînin.