• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Koma Amed Dibêje: Dora Wanê ye

Koma Amed Dibêje: Dora Wanê ye
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Rawestgeha nû ya hizreta 30 salan: Koma Amed dê li Wanê jî konserê bidet. Grûpa efsaneyî ya muzîka kurdî Koma Amed, piştî 30 salên dûrketina ji Kurdistanê, bi performanseka bêhempa û coşeka mezin li Amedê konserek da. Kom, niha jî radigehîne ku dor dora Wanê ye. Ev konsera herwe, bi rêxistinkirina hevpar a Bajarê Mezin ê Wanê, Şaredarîyên Îpekyolu û Tuşbayê tê lidarxistin û dê li welatê xwe denge xwe her bilind bike.

Konser, dê 22yê îlonê roja şemîyê li Salona Sporê ya Nûr Tatar a Wanê pêk hatiba, bes ji ber eleqe û îhtîmala beşdarbûna zêde cihê hate guhertin bo Parka Newrozê. Lêbelê dîse hate ragehandin ku wê tarîxê şert û mercên rewşa hewayî dê nebaş be, lewma bo terîxeka nedîyar hate paşxistin.

Koma Amed, li sala 1988ê li Fakulteya Tipê ya Enqereyê hatîye damezrandin û wekî yek ji pêşengên muzîka kurdî tê nasîn. Di bin zextên sîyasî, sirgûn û demekê dirêj a bêdengîyê de, îsalê nîşana vegerê dan. Endamên grûbê di destpêkê de Evdilmelik Şêxbekir, Gulşen Çetîn, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikrî Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya bûn. Paşê navên wekî Serhat Çarnewa, Merdan Zirav, Memo Gul, Mehmet Kaya, Birkan Çelîk, Serap Sonmez, Suleyman Gultekin û Leyla beşdar bûn. Kom, bi stranên xwe yên li ser çanda kurdî û berxwedana kurdî coşeka mezin çêdike.

Paşxistina Konserê: Ji ber Şert û Mercên Nebaş ên Hewayî

Di destpêkê de, konser li Salona Sporê ya Nûr Tatar a Wanê dihat pîlankirin, lê piştî ku bilêt bilez hatin firotin û hêvîya beşdarîyeka mezin çêbû, di 31ê Îlona de hate veguhestin bo Parka Newrozê ya Wanê. Li medyaya civakî, bi etîketa #KomaAmedWanê bi hezaran parve hatin kirin û temaşevan gotin “Piştî Amedê, dora me ye!”.

Lê, êvarê 8ê îlonê hişyarîyên meteorolojîk hatin, rêxistinvanan biryar dan. Pêla hewayê sar û rîska baranê, konserê dike xetereyê. Li gorî agahîyên hatine bidestxistin çalakî “nehat rawestandin” lê cih hate veguhestin bo dîrokeka pêşdetir.

Konsera Li Amedê bi Coş Pêk Hat: Hizreta 30 Salan

Rêwîtîya Koma Amed a bo Wanê, li Amedê bi vegereka bi coş dest pê kir. Konsera herwe ya piştî 30 salan,  sed hezaran mirov kom kirin û bû cejna çandî. Grûb, bi klasîkên wekî “Teşî”, “Çûme Cizîrê”, Kulîlka Azadîyê”, “Memo”, “Êvar e” û gelekên dî gere coşand, li sahneyê keyf û rondik ketin nav êk.

Konser bi gêrebûna xwe kete nav dîrok. Temaşevan li medyaya civakî, “Amed ji nû ve ji dayik bû, bi Koma Amedê me dengê azadîyê bihîst” parve kirin. Rojnameyên herêmî, konser wekî “berxwedana muzîka kurdî” bi nav kirin, endamên grûbê jî ji sahneyê peyama “Ev hizret qedîya, rêya me vekirî ye” dan. Organîzekirina konsere ji alîyê Bajarê Mezin ê Amedê ve, wekî çîroka serkeftinê hate binavkirin.

Ev konser, ne tenê muzîkek bû; tazekirina bîra kolektîf bû. Ji hûran (pizok û hitokên di nav pêçikê de) bigire heta giran (pîr û extîyar) hatibûn konsere.

Girîngîya Van Konseran: Notên Berxwedana Çandî û Dengê Aştîyê

Konserên Koma Amed a li Amed û Wanê, avahîya berxwedana muzîka kurdî û nasnameyê careka dî li ber çavan radixe. Kom, li salên 1990ê li kolanan ji serhildanê çêbû; stranên wê mîna manifestoyekê li dijî zextan, sirgûnan û bêdengîyê bûn. Li Tirkîyeyê, ji ber bahozên sîyasî yên salên 90ê belav bû. Tûra piştî 30 salan, ne bi tenê nostaljî ye; nîşana canbûna çandî ye.

Konsera Wanê, bi taybetî wekî “dengê aştîyê” tê binavkirin. Medya, balê dikişînin ku ew bi dokûmana dîrokî ya Wanê re hevgirtî ye û muzîka kurdî bi azadî dê deng vede. Ev konser têkoşîna civakî xurt dike. Endamên grûbê dibêjin ku ew van çalakîyan “ji bo yekîtîya gelê kurd” watedar dibînin; bi gotinên Memo Gul, “Muzîk, rêya herî bihêz a zindîkirina ziman û çîrokên me ye.”

Bi taybetî ji bo nifşa ciwan, ev konser ronahîyê didin pêşeroja muzîka kurdî. vîdyo û wêneyên li medyaya civakî, nifşê haya wan ji komê neyî jî haydar kirin. Di konsere de li gel stranbêjan temaşevanan jî bi coş û dengekê bilind stran distran. Şirovekar, vegera Koma Amedê wekî “rêwîtîya renesansa hunera kurdî” dibînin.

Di encamê de ji bo temaşevanên Wanê, ev destpêkek e. Li medyaya civakî, pirsên wekî “Rawestgeha nû Batman e?” digerin, lê ji grûbê daxuyanîyek fermî tê çaverêkirin. Her çi bit, notayên Koma Amedê, dê wekî pireka yekkirina axa kurdî bidome.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.