Silav hevalino, çend meh berê ez li ser lêkolînekê dixebitîyam û min dît ku gelek kes nizanin ka kondom çawa rast te bikaranîn. Ku kondom rast bihê bikaranîn pêşî li ducanîyên nexwestî digire û ji nexweşîyên zayendî dipareze. Wekî din bandor û feydeyen kondomê kem dibe. Du cure kondom hene: ya yekem kondoma jinan e ya duyem jî a ku em dê îro li ser xeber bidin kondoma mêran e.
Kondoma mêran çawa tê bikaranin?
1.Divê hûn kondomê li cîheki ewledar hilînin. Ku rast neyê hilanîn dikarin ziwa bibin û biqetin. Kondomên ku li ber germê an jî ronahîyê tên hiştin zûtir diqetin. Kondoman li berîka xwe ya paşîn, cizdana xwe, an jî qutîya torpîdoya erebeya xwe de hilneynin.
– Ger hûn difikirin ku hûn ê hewcedarîya bikaranîna kondomê bibin, berî ku hûn derkevin derve çend heb bavêjin berîka xwe an çenteyê xwe. Lê bi rojan an hefteyan wan li van deran veneşêrin.
– Divê kondom di cihên sar û ziwa de hilneyin û ji tirêjên rojê dûr bixin.
– Tene berîya bikaranîna kondome ji pakêta wan derxin.
2.Pakêta kondomê kontrol bikin. Berî ku hûn kondoman bikirin, roja dawîbûna kondoman li ser qutîya kondomê kontrol bikin. Û gere hûn roja dawîbûna ser paketê jî kontrol bikin. Heger ku roja wê derbas bûbe wê kondomê bavejin qet kondomên ku roja wan derbas bûye bi kar neynin. Îxtimal zêde ye ku kondom biqete.
– Paketê kontrol bikin, ka binêrin cihekê wê qetiyaye an saxlem e. Heger li ser pakêtê qulik an peritandin hebe kondomê bavêjin yeka nû vekin.
– Ger kondom zeliqî, hişk an rengê kondomê xirab xuya bike, pakêtê bavêjin û yeka nû bi kar bînin.
3.Ger hûn kondomê berîya tekilîyên organên zayendî li penîsa xwe da bikin di mêran de berîya valabûna avikê valabûneke pêş çê dibe. Ev valabûna pêş dikare bibe sedema nexweşîyên zayendî. Bi rastî her çend kêm be jî ev şilav dikare bibe sedema ducanîyê jî. Bi kurtasî berîya tekilîya organan kondome da bikin ser penîsa xwe.
– Her wiha divê hûn kondomê berîya tekilîya anal(devkî) an him dema tekilîya devkî him jî tekilîya anal de bi kar binin. Dibe ku bi tekilîya devkî nexweşîyên zayendî tê veguhastin ji ber vê divê kondom bihê bikaranîn. Hûn dikarin kondomê qut bikin û vê di dema tekilîya devki de texin ser vulvaya partnera xwe an jî wê li ser anûsê bi cih bikin da ku rîskên nexweşîyê kêm bike.
– Ku hûn lîstokên seksê bi kar binîn divê hûn kondomê bi listokên re jî bi kar bînin. Materyalên ku di nav van pêlîstokan de hene (mînak plastîkên ku tê de fhthalate hene) dikarin ji tenduristîyê re zirarê bidin. Di heman demê de, paqijkirina lîstokan jî dijwar e û bi taybetî bakterî li ser yên ku listokên biçavik in zedetir belav dibin.
4-Kondoma ku di nav pakêtê de ye bi pêçîyeke xwe bidin alîyekî û ji cihên nişankirî vekin, ew der ji bo vekirina hêsan hatine nişankirin û li her du alîyan jî hene.
– Lezê nekin hedîka vekin. Meqesê, diranên xwe û tişten tûj ti caran bi kar neynin; wekî din dibe ku hûn kondomê biqetînin.
5-Mêze bikin kondom bi çi awayî vedibe. Dibe ku hûn li cihekî tari bibin ji ber wê kondomê şaş bi kar bînin. Lê awayê herî ewledar ji bo fêrbûna rêça vekirinê ev e ku hûn wê bi çavên xwe kontrol bikin.
– Kondome bikin nav desten xwe lê venekin.
– Tilîya xwe ya nîşanê ji binê kondomê, heya cihê ku çû bitehsînin.
– Eger tilîya we bi rehetî biçe eşkere ye ku we ji alêyê rast vekiriye.
Di vê gavê de pêwîst e ku hûn bala xwe bidinê ta hemû kondomê venekin. Ger hûn kondomê vekin bandora wê kêm dibe. Kondomeke bi tevayî vekirî dijwartir e ku hûn li penîsa xwe bixin.
6-Li ser kondoman losyon, vaselin, rûn bikar neynin. Ev zirarê didin lateksê ku lateks zirarê bibîne kondom dê biqete.
7-Divê penîsa we bi tewahî rep be û gere kondom tam cih bigire pir sist an ji pir teng nebe. Ku penîs tam rep nebe û hûn kondomê texin penîsa xwe dibe kondom biqete an jî di dema seksê de ji penîsa we derkeve.
– Divê hûn kondomê piştî ku we ji pakêtê derxist di heman demê de têxin penîsa xwe. Li benda repbûna penîsê bin û di dema repbûnê de kondomê têxin. Kondomên ku hatine bikaranîn qet careke din bi kar neynin.
8-Kumika li serê kondomê di navbera du tilîyên xwe de bigirin. Bi vî awayî di dawîya seksê de menî li kumika kondomê top dibe û bi saya vê peqik çê nabe. Ku peqik çê bibe dê bibe sedema qetandina kondomê.
9-Kondomê hedî hedî berjêr bînin. Kondom divê bi hêsanî li ser penîsa we bihê xarê. Ku te ferq kir ku kondom ters hatiye xistin vê kondomê bavêje û yeka nû bi kar binin.
– Ji bo listokên seksê jî van gavan pêk bînin:
10- Li ser kondoman berhemen bi rûn an jî ji petrolê hatiye çekirin bi kar neynin. Ji ber ku ev berhem zirarê didin kondoman.
11-Di navberên seksê de kondomê kontrol bikin, qetiyaye an derketiye di vê demê de kondomeke nû têxinê. Hewce be li çareserîyên lezgîn bigerin wek hebên kontrola zayîne. Hebên kontrola zayîne (ku wekî kontraceptivên lezgîn jî têne zanîn) hêkkirinê derengtir dikin an ji bergirtina hêkê asteng dikin.
12- Ku hûn seksên cuda biceribînin wê demê jî kondoma xwe biguherînin. Mînak hûn ji seksa anal derbasî seksa vajînal bibin divê kondom bihê guherandin. Bi kurtasi li ser kondomê ava menîyê hebe divê kondom bihê guherandin.
13-Pişti ku tu valabûyî penîsa xwe paşve bikşîne û kondoma bilez derxe. Dema ku penîsê xwe paşve dikşînî, bi destê xwe duva kondomê bigirin ku sperm neye rijandin an kondom li hundir nemîne. Dema ku kondom li ser penîsê we be û di hundir de be nehelin ku penîs nerm be. Ger hûn wisa nekin dema paşkişandine de dibe ku kondom li hundir bimîne.
14-Kondomên ku hatine bikaranîn bi baldarî bavejin çopê. Ji bo ku sperm nehê rijandin ji aliye vekirî de girê bidin û bi kaxiza tuwaletê bipêçin piştra ji bavêjin çopê.