• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Kurd Clasico: Amedspor – Zaxospor

Kurd Clasico: Amedspor – Zaxospor
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Kurd Clasico tê lîstin di navbera Amedspor û Zaxosporê de. Di encama hewildanên Rûdaw TV’yê de her du tîmên kurdan Amedspor û Zaxospor dê bi hev re derbikevin pêşbirka dostanîyê. Lîstik dê piştî Newrozê bi du rojan anku 23yê Adarê li Amedê bête lîstin. Di van demên dawîyê de her du tîman jî hem bi rêvebirîyên xwe hem jî bi alîgirên xwe peyama dostanîyê didan ku îro ji alîyê gel ve ev pêşbirk wekî ‘El Clasico’ya kurdan tê binavkirin. Ev yek, bû sedema kelecaneka mezin di nav kurdan de.

Berî niha bi demekê rêvebirên Zaxosporê daxwaza ji bo pêşbirkeka dostanîyê anîbûn ziman bi Amedsporê re bi rêya temsîlkarê Rûdawê TVyê Stenbolê Rawîn Stêrkî. Di encama navbeynkarîya rojnameger Stêrkî, her du tîman kurdan li hev kirin ku di nav xwe de bilîzin.

Roj, Cih û Seet

Pêşbir dê 23’yê Adarê, li stadyûma Amedê seet li heştê (20.00) bête lîstin. Tê çaverêkirin ku ji bo vê pêşbirka dostanîyê ji Başurê Kurdistanê bi hezaran alîgir bêne temaşayê. Ev lîstik dê bi sponsorîya Rûdaw TV’yê bê lîstin.

Amedspor, di lîga yekem Trendyolê de dilîze û xwedîyê girseyeka mezin a alîgiran e li Bakurê Kurdistan û Tirkîyeyê. Zaxospor jî li lîga Stêrkan a Îraqê dilîze û xwedîyê girseyeka mezin a alîgiran e.

Hate dîyarkirin ku agahdariyên berfireh der heqê pêşbirkê de dê di demên pêş de bêne belavkirin. Vê nûçeyê di medyaya civakî de li nav kurdan di demekê kurt de deng veda.

Serlêdanên Destûrê Hatin Kirin

Desteya Rêveberîya Amedsporê, ji bo destûr û dadwerê pêşbirkê serî li serî Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê da. Her paşê rayedaran, serî Rêveberîya Parêzgeha Diyarbekirê ya Werzîşa dan ji bo terxankirina stadyûmê. Her weha Rêveberîya Ewlehîyê ya Parêzgehê hate agahdarkirin. Hate dîyarkirin ku heman gavan dê Zaxospor jî biavêje.

Ragihîna du tîmên futbolê yên Kurd ne tenê hevokek e; Di warê werzîşê de jî nîşana nasnameya kurdî, çand û hebûna kurdî ye. Dema ku rûbirûyên bi vî rengî ji bo gelê kurdan dibin çavkaniyek serbilindiyê, ew jî hêza yekane ya werzîşê diyar dike.

Giringîya vê Pêşbirkê ji Alîyê Peywendîya Kurdan ve

Pêşbirkan ji tîmên kurd, ji pêşbirkekê zêdetir nîşaneya hebûna nasname û çandî kurdî ye di warê werzişê de. Ev yek çavkanîyeka giring a motîvasyona pêşkeftin û profesyonelkirina werzîşa kurdî ye. Pêşbirkên weha, hem dibin çavkanîya serbilindîya kurdan hem jî dibin hêza hevgirtina werzişa kurdî.

Wekî din, maçên weha di navbeyna yekbûn û hevgirtîna di nav kurdan de roleka krîtîk dilîzin. Ev pêşbirk dikare di nav Bakur û Başur de pirekê ava bike. Pêşbazîya tîmên ji herêmên cuda pevçûneka dostanîyê çêdike, her wesa jî pêşketina çanda sporê jî ava dike. Encam çi be bila ew be, destkeftî de talana kurdî û gelê kurd be.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.