Li Stenbolê kevnepirtûkfiroşekê kurd heye ku mîna arkeologan li pey pirtûkên kevn digere. Huseyîn Palevî 13 sal in li Stenbolê karê pirtûkfiroş û mezadê dike. Di pirtûkfiroşan de mirov dikare pirtûk, kovar, nexşe û destnivîsên kurdî yên bi zimanên cuda yên li ser kurdan bibîne.
Huseyîn Palevî pirtûkên di embara xwe de heftîyê du caran derdixe mezadê û gelek xwendevan û pirtûkfiroşan serdana mezadê dikin. Di mezadê de hem pirtûkên erzan hem jî yên zehmet peyda dibin hene. Di mezadê de pirtûkfiroş Huseyîn Palevî, mîna mîzahvanekî hoste, bi henek û henekên xwe yên li salonê kêfxweş dike. Rêvebirên mezadê dibêjin ku mezada Huseyîn her tim ji suprayzan re vekirî ye.
Huseyîn Palevî Wek Nêçîrvanê Pirtûkan Tê Nasîn
Huseyîn Palevî ku di sala 1980î de li navçeya Palû ya Elezîzê ji dayik bûye, piştî ku li Antalyayê beşa arkeolojiyê qedandîye, li Stenbolê bi cih bûye. Ji sala 2010an û vir ve li Stenbolê wekî pirtûkfiroşekî destan û firoşkarê mezadê navdar bûye. Huseyîn Palevî li ser xwe û karê xwe ji re weha got:
“Navê min Huseyîn Palevî ye. Ez di sala 1980î de li Elezîz Palûyê hatime dinyayê. Min beşa Arkeolojiyê ya Antalyayê qedand. Ev 13 sal in ez li Stenbolê pirtûkan difiroşim û derdixim mezadê. Ez ji zarokatiya xwe ve ji pirtûkan hez dikim. Ji ber vê yekê min dest bi vî karî kir. Niha karê min û navê min li sûkê belav bûye. Pirtûk, gotar û tiştên kêm, di mala min de têne dîtin. Ez di mezadê de jî difiroşim.”
Piştî sohbet û pirsan mezada pirtûkan dest pê dike. Ev kesên di salonê de nêçîrvanên pirtûkên kevn û kêm in.
Her kes bi meraq û kelecaneka mezin li bendê ye ku vê carê kîjan pirtûk bibin para wan. Bi çenteyên vala tên û di dawiya mezadê de wan bi pirtûk û bîranînan tijî dikin. Mezad ne bi tenê cihê kirîn û firotina pirtûkan e ji bo hezkiriyên pirtûkan. Di heman demê de dibe navendek bêhempa ji bo hevdîtinên dildar, nivîskar, rewşenbîr, dîroknas û lêkolîneran e.
Huseyîn Palevî Bernameya Sala 1919an a Komeleya Jinên Kurd Peyda Kir
“Ez carinan ji firoşkarên qerase, carinan jî ji xwendevanan pirtûkan dikirim.Heta niha gelek malzeme û materyal ji min re hatiye. Mînak min rêzikname û bernameya Komela Jinên Kurd a Pêşverû (Komeleya Jinên Pêşketî ya Kurd /1919) dît. Zimanê wê osmanî bû. Min da lêkolînerekî kurd. (Bername ji aliyê Ekrem Malbat ve hatiye amadekirin û xebat weke pirtûk ji weşanxaneya Nûbiharê hatiye weşandin). Em pirtûk û berhemên nû di mezadê de dibînin. Em li vê derê kesên nû jî nas dikin.” Kesên ku beşdarî mezadê dibin 3-4 saetan be jî derd û xemên xwe yên ji der ve ji bîr dikin. Rojeva wan tenê pirtûkên kevn û tiştên kevnar in.
Endezyarê kîmyayê Aydin Qendîl dibêje ku ew her sal beşdarî mezadê dibe û wiha pê de çû:
“Li vê derê bihayên pirtûkan li gorî mezadên din pir erzan in. Her wiha ev der her tim ji suprayzan re vekirî ye. Bêguman em dixwazin di mezadê de pirtûkên bi osmanî, ermenî, romanî û zimanên din zêdetir bibin.”
Xwendevanê Zanîngeha Stenbolê Necmettîn Şahîn jî wiha got:
“Bi salan e ku ez bi pirtûkan re mijûl dibim. Ez her tim serdana pirtûkfiroşan û mezadê dikim. Helbet beşek ji vê rewşa min a aborî ye. Niha pirtûk pir buha ne û kirîna pirtukan pir zehmet e. Her kes nikare pirtûkan bikire. Em dikarin wan wekî pirtûkên korsan an jî wekî PDF-ê bistînin.”
Pirtûkfiroşên kurd giringiyeke mezin didin hebûna pirtûkên bi zimanên cuda, kovar, nexşe, destnivîsên kurdî û berhemên girêdayî kurdan.
Nivîskarê Kurd Murad Celalî diyar kir ku ev 12-13 sal in li vir beşdarî mezadê dibe û got:
“Hûn dikarin li vir pirtûkên kurdî bibînin. Derdora Huseyîn û yên ku pirtûk pêşkêşî wî kirine yan kurd in yan jî kesên bi kurdî re têkildar in. Wek mînak min li vê derê pirtûka Hejar bi îmzeya Hejar dît. Ew pirtûk niha di pirtûkxaneya min de ye.” Di dawiya mezadê de her kes bi kêfxweşî vedigere mala xwe, pirtûkên ku kirîne di pirtûkxaneyên xwe de bi cih dike û bi sebir li benda mezadeke din e. Ji ber ku êdî ev ji bo wan bûye kevneşopî.
Çavkanî: Rûdaw TV