Dîyasporaya kurdî civakeka mezin û cihêreng e ku ji ber zor û zehmetî, sedemên aborî, zextên siyasî, nakokî û jicîhûwarkirina kurdan di dîrokê de bi koçberiya derveyî welat pêk hatiye. Îro dîasporaya kurdî ku li gelek welatên cîhanê belav bûye, bi parastina têkilîyên xwe yên civakî û çandî, nasnameya xwe zindî dihêle. Di vî warî de serokê Enstitûya Kurdî ya Swîsreyê Muhemmed Karwan lêkolînek kiribû bu piştgirîya belgeyên Yekîtîya Neteweyî. Li ser vê yekê ka gelo nifûsa kurdan li dîyasporayê çi ye û sedemên sereke yên vê pêvajoya koçberîyê çi ne, em li ser bisekinin.
Li gor xebeta salane ya Karwanî li 20 dewletên cuda yên cîhanê herî kêm 70 milyon û 228 hezar û 544 kurd dijîn. Karwan dibêje; ji salên 90î ve ez li ser vê yekt dixebitim, hêj hingê digotin 30 milyon kurd hene. Çawa heta îro ev hejmar wekî xwe dimîne!” Ji xeynê vê li gelek welatên wekî Filistîn, Urdun, Quweyt û Yemenê hejmara kurdan nehatine daxilkirin jî.
Lîsteya Nifûsa Kurdan a Muhemmed Karwanî
1- Tirkîye û Bakur: 32,812,439
2- Îran û Rojhelat: 18,281,137
3- Îraq û Başur: 7,949,571
4- Sûrîye û Rojava: 3,642,117
5- Elmanya: 1,898,319
6- Welatên dî yên Ewrûpayê: 1,892,691
7- Qezekistan: 892,638
8- Gurcistan: 758,009
9- Ermenistan: 699,571
10- Israil: 592,622
11- Efganistan: 312,075
12- Pakistan: 234,006
13- Mısır: 153,561
14- Sûdan: 101,000
15- Bosna-Hersek: 8,788
(Gelek dewlet nehatine hesabkirin).
Destpêk û Pêşketina Dîrokî ya Dîyasporaya Kurdî
Yek ji sedemên sereke yên koçberîya mezin a kurdan, bûyer û nakokîyên siyasî ne ku li erdnîgarîya Kurdistanê diqewimin. Hilweşîna Împaratoriya Osmanî, zextên siyasî yên li Tirkîye, Iraq, Îran û Sûrîyê, zehmetîyên aborî û şerên li herêmê bûn sedema koçberîya kurdan li derveyî welêt. Bi taybetî ji nîveka sedsala 20ê ve koça kurdan ber bi herêmên wek Ewropa, Emerîkaya Bakur ve leztir bûye.
Struktura Demografî ya Dîyasporaya Kurdî
Di nav welatên kurd lê dijîn Elmanya, Fransa, Swêd, Îngilîstan, Hollanda û Emerîka ne. Bi taybetî li Ewropayê welatê ku herî zêde kurd lê dijîn Elmanya ye û kurd li wê derê wek nifşa duyemîn an sêyemîn jiyana xwe didomînin. Tê texmînkirin ku nifûsa kurdan li Elmanyayê bi qasî du milyonan e. Bi deh hezaran kurd li welatên din ên Ewropayê dijîn.
Li DYE nifûsa kurdan hindiktir e, lê li bajarên wekî California, Nashville (Tennessee), Detroit (Michigan) kom bûne. Tê texmînkirin ku li Amerîkayê nêzîkî 100.000 kurd hene.
Sedemên Koçberîyê û Zehmetîyên Jiyana Dîyasporayê
Di çêbûna dîyasporaya kurdî de çend sedemên sereke derdikevin pêş:
Zext û Pevçûnên Siyasî: Pevçûnên dîrokî yên kurdan bi hikûmetên çar welatên ku lê dijîn re, bi taybetî di sedsala 20an de bûye sedema pêlên mezin ên koçberîyê.
Sedemên Aborî: Kurdên ku ji herêmên kurdan ên ku derfetên kar lê kêm in, koçî welatên rojavayî dikin ên ku derfetên aborî lê zêde ne, beşeka giring ji nifûsa dîasporayê pêk tînin.
Perwerde û Lêgerîna Pêşerojeka Baştir: Ji salên 1980yî ve ciwanên kurd ji bo lêgerîna xwendin û paşerojeka baştir dest bi koçkirina Ewropa û Emerîkayê kirin.
Xebatên Parastina Çand û Nasnameya Kurdî li Dîyasporayê
Kurdên dîyasporayê ji bo parastina nasnameya xwe ya çandî gelek hewildanan dide. Hewil didin ziman û çanda xwe ya zikmakî zindî bihêlin bi rêya komele, weqf û navendên çanda kurdî yên li Ewropayê. Her weha medyaya civakî û platformên dîjîtal di warên wekî hînkirina zimanê kurdî û parvekirina muzîk û wêjeya kurdî de roleka giring dilîzin.
Kurdên li dîyasporayê dijîn, bi taybetî jî nifşên duyemîn û sêyemîn, li welatên ku lê dijîn xwe îfade dikin û nasnameya xwe ya kurdewarî zindî dihêlin. Kûrsên kurdî, sazîyên medyaya kurdî, komên muzîkê û gelek sazîyên sivîl nûnerên giring ên çanda kurdî li dîasporayê ne.
Encam: Pêşeroja Diyasporaya Kurdî
Îro gelê kurd li dîyasporayê hewil dide nasnameya xwe ya çandî û nijadî biparêze û di heman demê de bi serkeftî li welatên ku lê dijîn entegre bibe. Tê çaverêkirin ku ev dîyaspora di pêşerojê de zêdetir mezin bibe û cihêreng bibe. Her weha tê pêşbînîkirin ku civakên kurd ên li dîasporayê jî bi berdewamîya têkilîyên xwe yên bi welatê xwe re di warê siyasî, aborî û çandî de aktîf bin.
Dîyasporaya kurdan ne bi tenê ji bo kurdan, ji bo têgihîştina dînamîkên giştî yên civakên koçber jî mînakeka giring e. Ev civaka dîyasporayê wê çanda xwe zindî bihêle û civakên ku tê de dijîn dewlemend bike û bi nifşên nû mezin bibin.