Kovara Hawarê ku di 15ê Gulana 1932an de li Şamê bi tîpên Latînî dest bi weşana xwe kir, di warê dîroknasîya çanda kurdî de wek qonaxek girîng tê dîtin. Ev însiyatîfa şoreşa çandî ya bi pêşengîya Mîr Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî, îro jî li ser xebatên ziman û çanda kurdî berdewam e û ji sala 2006an ve weke “Roja Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Zimanê zikmakî hebûna bingehîn yê çand û nasnameya netewekî ye. Ziman amûra herî bingehîn a pêwendîya di navbera mirovan de ye û ji bo parastina zimanê zikmakî, azadî û nasnameya neteweyî girîng e. Lê di dîrokê de gelek netew neçar bûn ku di encama kolonyalîzm, dagirkerî û zordestîyê de zimanên biyanî ji zimanên xwe yên zikmakî tercîh bikin. Ji ber vê yekê ji bo netewekî bindest parastina zimanê xwe yê dayikê pir girîng e. Em dikarin bibêjin ku yek ji sedemên herî girîng ku neteweya kurd di dîrokê de tevî her tiştî sax daye û çanda xwe heta îro hilgirtiye ew e ku kariye zimanê xwe biparêze.
Neteweya ku zimanê xwe yê zikmakî winda kiriye, dibe ku ji çand û nasnameya xwe dûr bikevin. Gelek neteweyên bindest ji ber ferzkirina zimanên biyanî neçar bûne ku zimanê xwe yê zikmakî ji bîr bikin an jî paşguh bikin. Di vê rewşê de dibe ku çand û nasnameya yekta ya neteweyê bikeve xeterê. Neteweyekî ku zimanê xwe yê zikmakî neparêze, dibe xetera windakirina hebûn û nasnameya xwe. Her wiha parastina zimanê zikmakî ji bo parastina maf û azadîyên demokratîk jî girîng e. Ji destdana zimanê dayikê yê neteweyekê, tê wê maneyê ku ew netew azadiya xwe ya derbirînê jî winda dike. Kesê ku ne bi zimanê zikmakî biaxivê, dê di derbirîna raman û hestên xwe de bisînor be û dibe ku di derbirîna xwe de zehmetî bikşîne. Ji ber vê yekê neteweya ku xwedîyê zimanê zikmakî be, dikare ramanên xwe bi awayekî azad û rast bîne ziman.
Parastina zimanê zikmakî ji alîyê aborî ve jî girîng e. Netewa ku zimanê xwe yê zikmakî winda bike, dibe ku di warê aborî de jî qels bibe. Ji ber ku zimanê zikmakî zimanê bingehîn e ku di cîhana bazirganî û ragihandinê de tê bikaranîn. Neteweya ku zimanê xwe yê zikmakî winda bike, dibe ku di karsazî û bazirganiyê de di dezavantajê de be. Ji bo ku netewek zimanê xwe bipejirîne, berî her tiştî pêwîst e zimanê xwe yî zikmakî bi sîstema perwerde û medyayê biparêzê û pêşvebibe. Di encama tekoşîna neteweya kurd de îro di dibistanan de perwerdeya kurdî tên dayîn, her çend bi bijartî jî be. Pir girîng e ku dê û bav, zarokên xwe ji van dersan re teşwîq bikin. Her wiha medya di pêşxistina bikaranîna zimanê zikmakî de roleke girîng dilîzin. Wezîfeya me ye li ser milê me ku em kanal, rojname, kovar û malperên bêhejmar ku bi kurdî weşanê dikin bişopînin, ger ji destê me bê em bi nivîsên kurdî berheman bidin wan û bi her awayî wan biparêzin. Xebata herî biçûk a li ser navê kurdî tê kirin jî divê em teqdîr bikin û piştgirî bidin wan.
Neteweyekî ku zimanê xwe yê zikmakî qebûl bike, dikare bi ziman û çandên cuda re jî têkilî deyne. Neteweya ku zimanê xwe yê zikmakî diparêze çand û nasnameya xwe jî diparêze û bi çandên din re jî dikevê nava têkilîyê. Ji ber vê yekê parastina zimanê zikmakî jî dibe alîkar ku cihêrengîya çandî û têgihiştinê zêde bibe.
Ji bo netewekî bindest parastina zimanê zikmakî di warê çand, nasname û aborî de gelekî girîng e. Neteweya ku zimanê xwe yê zikmakî winda bike azadîya xwe ya derbirînê winda dike, çand û nasnameya wî di xeterê de ye, xetereya qelsbûna aborî heye. Ji ber vê yekê parastina zimanê zikmakî ji bo xweparastin, azadî û nasnameya neteweyê girîng e. Dixwazim nivîsa xwe bi gotar a Mîr Celadet Elî Bedirxan xilas bikim ji ber ku her çiqas em pesnê wî bidin jî, peyv kêm dimînin;
” Malxirabno ma we ev ji kengî ve ji bo hînbûna zimanên biyanî bi salane dixebitîne û îro jî dixebitin, ji bona ku karibin fînfonek e derewîn bilêv bikin! Kuro eyb e, şerm e, fihêt e! Yan hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin yan jî nebêjin em kurdin !
Bêziman, Kurdîtî ji we re ne rûmet e !