• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Kurdî li Azmûna Ajovanîyê ya Elmanyayê Hate Zêdekirin

Kurdî li Azmûna Ajovanîyê ya Elmanyayê Hate Zêdekirin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Elmanyayê zimanê kurdî li zimanên azmûna ajovanîyê zêde kir da ku kurdên koçber ên li welêt bi hêsanî bikarin destûrnameya ajovanîyê bistînin. Elmanyayê der barê kurdên li welêt dijîn de rêziknameyeke nû çêkir. Kurdîya ku berê wekî zimanê azmûnê nehatibû qebûlkirin, li azmûnên destûrnameya ajovanîyê hate zêdekirin. Kurdên li Elmanyayê wê bikarin bi zimanê xwe bikevin azmûna destûrnameya ajovanîyê.

Li 12 Zimanan Kurdî jî Hate Lêzêdekirin

Li gorî nûçeya Rûdawê, heta niha Elmanyayê rê dida ku azmûnên destûrnameta ajovanîyê ji bilî elmanî bi 12 zimanan bên kirin. Kurdên li welêt mecbûr bûn ku bi zimanên elmanî, îngilîzî, erebî an jî tirkî bikevin azmûnê. Hikûmeta elmanyayê îsal 12 zimanên din ji bo azmûna destûrnameya ajovanîyê lê zêde kir. Kurdî jî di nav van zimanan de ye. Her weha zimanê Ûkraynayî jî hate lêzêdekirin.

Nêzîkî 22 mîlyon kes li Elmanyayê xwedîyê destûrnameya ajovanîyê ne. Par (2023) ji 982 hezar kesan re destûrnameya ajovanîyê hatibû dayîn. Li seranserê Almanyayê zêdetirî 10 hezar dibistanên ajovanîyê hene.

Bi Salan e Kurd Hewil Didin

Di van salên dawî de kurdên li Almanyayê ji bo ku bi zimanê xwe yê zikmakî îmtîhanê bidin û destûrnameya ajovanîyê bistînin gelek xebitîn. Di dawîyê de bi piştgirîya Partîya Doza Azad (FDP) ku di hikûmeta niha de cih digire, biryar hat dayîn ku zimanê kurdî jî li azmûnên destûrnameya ajovanîyê bê zêdekirin.

Civaka Kurdên Elmanya (Kurdische Gemeinde Deutschland) ji bo girtina vê biryarê gelek hewil dan. Lêbelê, keda herî mezin aîdî Tobias Huch, nivîskar û rojnamevanek lêkolîner e ku di vê mijarê de înîsîyatîf girtîye ser xwe.

Hewildanên Rojnamevanê Elman encam dan

Tobias Huch ku bû mêvanê bernameya Rûdaw TV ya Dîyaspora, bi bîr xist ku li Almanyayê di îmtîhanên ehlîyetê de ji bilî welatên Yekîtîya Ewropayê zimanên din jî hene.

Huch got, “Mînak erebî û tirkî du ji wan in. Carekê hevalekî min ê kurd ji min pirsî ku çima di nav van zimanan de kurdî tune, ev yek ji min re balkêş bû. Ji ber ku milyonek û nîv kurd li Almanyayê dijîn. “Min soz da ku ez ê li ser vê mijarê bixebitim.”

Tobias Huck, da zanîn ku pişt re xwe gihandîye Wezareta Gihandinê û daxwaznameyek pêşkêşî wan kirîye, Tobias Huck got ku wan bernameyek amade kirîye da ku azmûna destûrnameya ajovanîyê bi zimanê Kurdî bi piştevanîya Civaka Kurd were kirin.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.