• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Kurdî li Rêberîya Hec û Umreyê Tê Zêdekirin

Kurdî li Rêberîya Hec û Umreyê Tê Zêdekirin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Wezareta Weqf û Karûbarên Diyanetê ya Herêma Kurdistanê daxuyand ku ji bo kesên ji Herêma Kurdistanê diçin Hec û Umreyê êdî di rêbertîya wan de dê kurdî jî cih bigire.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Weqf û Karûbarên Diyanetê ya Herêma Kurdistanê ve hatî dayîn, hat diyarkirin ku heyeta Midûriyeta Giştî ya Hec û Umreyê bi serokatiya Niyaz Şêx Ragîp beşdarî Kongreya Hec û Umreyê bû ya ku li Ceddaya Erebîstana Siûdî hatî lidarxistin. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku heyetê pêşniyaz kiriye ku kurdî jî li rêbera Hec-Umreyê bê zêdekirin û ev pêşniyaz ji aliyê Wezîrê Hacî û Umreyê ya Erebistana Siûdî Tevfîk er-Rabîa ve hatiye qebûlkirin.

“Bi Milyonan Kurd Hene…”

Rêveberê Giştî yê Hec û Umreyê Niyaz Şeyh Ragîp ji Rûdawê re weha got: “Berê şîret û rênimayîyên olî ji bilî zimanê kurdî bi piraniya zimanên cîhanê hebûn. Îro dema Wezîrê Hec û Umreyê û berpirsên payebilind ên Erebistana Siûdî di konferansê de amade bûn, min daxwaz kir ku zimanê kurdî jî li talîmatan were zêdekirin. “Min got kurdî zimanê dayikê yê 40 milyon kesî ye û bi sedan sal in kurd ji bo hecê tên vî welatî.”

Ma Heta Niha Kurdî Nebû?

Berdevkê Wezareta Weqfê ya Herêman Kurdistanê Karwan Stonî diyar kir ku di pirtûkên rênîşanderên hin şîrketan de ku seferên hecê yên bi ser Tirkiyeyê re hêsan dikin kurmancî hatiye bikaranîn lê vê têrê nekirîye.

Rêberî Dê bi Kîjan Dîyalektên Kurdî Be?

Hîn ne diyar e ku kîjan ji zaravayên kurdî; Soranî an jî Badînî di rêberên fermî yên hecê yên Erebistana Siûdî de bên bikaranîn.

Kurdî Dê Kengî Bikeve Bernameyê?

Di berdewamîya daxuyaniyê de Stonî got, “Ev pêngav serkeftinek giring e, wî tekez kir ku ew amade ne ku bi rayedarên Erebistana Siûdî re hevkariyê bikin da ku berî werzê hecê di sala 2025an de temam bikin.” Her weha hat gotin ku rayedarên Erebistana Siûdî plan dikin ku di rojên pêş de bi hevkariya Rêveberiya Hec û Umre ya Herêma Kurdistanê lêkolînekê ji bo cîbicîkirina biryarê bidin destpêkirin.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.