Kurdî zimanekê zor dewlemend e û xwudanê rêjeyeka mezin a axaftinê ye li ser cîhanê û Rojhelata Navîn. Di nav kurdî de çendîn dîyalekt û di nav van dîyalektan de çendîn devok hene. Hetta di nav devokan de cudahîyên axaftina eşîran jî hene. Li dû hindê me devoka eşîra Zêwkîyan girte ber xwe. Zêwkî yek ji eşîrên Ertoşîyan e. Ertoşî di bin banê xwe de li gorey hindek jêderan dozdeh li gorey hindekan jî çardeh eşîran dihewîne û li bajarên Wanê, Urmîyê, Şirnexê, Colemêrgê, Duhokê û Zaxoyê berbelav in. Zêwkî jî yek ji van eşîran e û li bajarên Silopya, Zaxo, Sêmêlê, Wanê û Gundê Karoxê yê girêdayî Cizîrê hene. Di nav Zêwkîyan de rêjeya axaftina Kurdî ji %95ê zêdetir e. Di nav Zêwkîyên Başur de ji ber statûya kurdan, ziman bihêztir e û xwudanê peyvên akademîktir e di nav jîyana rojane de; Ber eksê vê yekê di nav Zêwkîyên Bakur de rêjeya peyvên akademîk kêmtir e bi rengekê tebîî. Li rûberê vê yekê bi pêşketina teknolojîyê peyvên bîyanî bivêt nevêt keftine nav devokê. Armanc nîşandana hindek hêmanên gramatîk yên axaftina eşîra Zêwkîyên Ertoşî ne û rengînîya zimanê kurdî ye. Divêt bête dîyarkirin ku her çend zimanê 12/14 eşîrên di bin banê Ertoşîyan de yek devok be û wek hev bin jî ferq û cudahîyên piçûk di navbeyna wan de hene. Her çend di vê xebatê de mecal nebe ji hemî layenan ve bête dîyarkirin jî lê belê ji çend layenan ve giringî û ferq û cudahî hatine destnîşankirin ku eve jî dişêt ji xebatên kûr û berfireh re bibe jêderek.
. 1-CIHNAV
Cihnavên xwurî:
Ez / e
Tu / ti
Ew
Em
Hûn
Ew
Cihnavên tewandî:
Mi
Te
Wi / Ewi / Wê / Ewê
Me
Hewe
Wa / Ewa
Cihnava vegerok:
Xwe/ xwa
Cihnava hevber:
Êk û du
Cihnava nîşandanê:
He / Ha; Ewê he / Ewê ha
Bireser “e”yê distîne; Ev mirîşke sor e, ew gule reş e.
2-RENGDÊR
Xurt = xurttir
Superlative: Ji hemîyan piçûktir.
3-HOKER
Hokerên gelemperî:
Ku / Çawa
Kengî
Kîşik(kîjan)
Hind / Hinde (ev qas)
Çi / Çî
Hokerên demê:
Hingê
Duhi
Şeveq
Spêde
Sihar
Evro / Evroke/a
Ev şeve
Pêr / Bedrapêr
Par / Pêrar / Bedrapar
Heftîya dî
Heyva dî
Hokerên bersivdanê:
Erê / E
No / Ne / Nexêr
Belkî
Cih:
Li vêrê / li êrê / li verdi = l’vêrê / l’êrê l’verdi
Li wêrê / li werdi = l’wêrê / l’êrê l’werdi
4-DAÇEK
Daçek baş têne bikaranîn: ji, bi, li, di, de/da, re/ra, pê, ji…re, di…de, ji…de, ji…ve, di…re, bi…re, bi…re. Hemî daçekên paş û pêş têne bikaranîn.
Pêşdaçeka “bi”yê dibe “pê”:
Ez pê keri çome malê.
Paşdaçeka “ji”yê zor caran dibe “ş”:
Ez’iş te mezintir im.
Gelek caran daçek vajî ne, wek:
il, ij, ib, id…: Çekdar’il gel me hat.
Komaçeka komîtatîv:
Li gel wi here.
5-GIHANEK
Belê / Bes
Çi kû
Ser (sera te (anku ji ber te)
Lama / lema (lewma)
6-HEJMAR
Hejmarên xwurî:
1-9: êk, du, sê, çar, pênç, şeş, heft, heşt, neh.
10-19: deh, yazde, dozde, sêzde, çarde, pazde, şazde, hivde, hijde, nozde.
20-90: bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not.
Sed, hizar, milyon…
Hejmarên rêzê paşgira “ê”yê distînin:
Ew bû yê/ya şeşê.
Gihaneka “û”yê di navbeyna hejmaran de heye:
Hizar û pênsed
Bîst û du
Tewandina hejmaran bi peşgira “ê”yê ye:
Di sala 2007ê de emrê Xwudê kir. ( 2011yê…)
Seet li êkê ço mala xwe.
7-TEWANG
Tewandina navdêrên nêr li şûna “î”yê “i” ye.
Nanê şivani, erebeya wi, çanteyê vi…
Tewandina navdêrên mê:
Gula malê,
Paşgira nedîyarîyê:
Elokek, malek…
Raveka yekhejmarîya mê û nêrîyê:
Mamekê minJinxaleka min.
8-DEM
Dema Borî
Negerguhêz:
Ez çom / Ez neçom
Tu çoyî/ Tu neçoyî
Ew ço / Ew neço
Em çon / Em neçon
Hûn çon / Hûn neçon
Ew çon / Ew neçon
Gerguhêz:
Mi xwar / Mi nexwar
Te xwar / Te nexwar
Wi xwar / Wi nexwar
Wê xwar / Wê nexwar
Me xwar / Me nexwar
Hewe xwar / Hewe nexwar
Wa xwar / Wa nexwar
Dema Borîya Dûdar (Nedîyar)
Negerguhêz
Ez yê çoyîm (Nêr) / Ez neçome
Ez ya çoyîm (Mêr) / Ez neçome
Tu yê çoyî / Tu neçoyî
Ew yê çoyî (Nêr) / Ew neçoye
Ew ya çoyî (Mê) / Ew neçoye
Em yêt çoyîn / Em neçone
Hûn yêt çoyîn / Hûn neçone
Ew yêt çoyîn / Ew neçone
Gerguhêz
Mi ya xwarî / Mi nexwarîye
Te ya xwarî / Te nexwarîye
Wi ya xwarî / Wi nexwarîye
Wê ya xwarî / Wê nexwarîye
Hewe ya xwarî / Hewe nexwarîye
Wa ya xwarî / Wa nexwarîye
Çîroka Dema Borî ya Têdeyî
Negerguhêz
Ez keftibûm / Ez nekeftibûm
Tu keftibûyî / Tu nekeftibûyî
Ew keftibû / Ew nekeftibû
Em keftibûn / Em nekeftibûn
Hûn keftibûn / Hûn nekeftibûn
Ew keftibûn / Ew nekeftibûn
Gerguhêz
Min xwaribû / Min nexaribû
Te xwaribû / Te nexwaribû
Wi/Wê xwaribû / Wi/Wê nexwaribû
Me xwaribû / Me nexwaribû
Hewe xwaribû / Hewe nexwaribû
Wa xwaribû / Wa nexwaribû
Çîroka Dema Borîya Dûdar (Nedîyar)
(Nêr: yê, Mê: ya, gelekhejmar: yêt)
Ez yê/ya keftîm / Ez nekeftime
Tu yê/ya keftî / Tu nekeftîyî
Ew yê/ya keftî / Ew nekeftîye
Em yêt keftîn / Em nekeftine
Hûn yêt keftîn / Hûn nekeftine
Ew yêt keftîn / Ew nekeftine
Dema Niha
Ez yê diçim (nêr) / Ez naçim
Ez ya diçim (mê) / Tu naçî
Tu yê/ya diçî (nêr/mê) / Ew naçit
Ew yê/ya diçit / Ew naçit
Em yêt diçin / Em naçin
Hûn yêt diçin / Hûn naçin
Ew yêt diçin / Ew naçin
Çîroka Dema Borîya Niha
Ez diçom / Ez nediçom
Tu diçoyî / Tu nediçoyî
Ew diço / Ew nediço
Em/hûn/ew diçon / nediçon
Dema Bê
Ez ê çim / Ez naçim
Tu dê çî (tê çî) / Tu naçî
Ew dê çit/ Ew naçit
Em ê çin / Em naçin
Hûn ê çin / Hûn naçin
Ew dê çin / Ew naçin
Çi ku “ê” wateya dema bê dide gireya dema bê “bi” nehatîye bikaranîn.
Dema Bê ya Nêzîk
Ez li ber im biçim
Tu li ber î biçî
Ew li ber e biçit
Em li ber in biçin
Hûn li ber in biçin
Ew li ber in biçin
Çîrokîya Dema Bê
Ez a xwum / Mi nedixwar
Tu da xwî / Te nedixwar
Ew da xwut / Wi/Wê nedixwar
Em da xwun / Me nedixwar
Hûn da xwun / Hewe Nedixwar
Ew da xwun / Wa nedixwar
Dema Fireh
Em diçin / Em naçin
Tu diçî / Tu naçî
Ew diçit / Ew naçit
Em diçin / Em naçin
Hûn diçin / Hûn naçin
Ew diçin / Ew naçin
Nerînîya dema niha, dema fireh û dema bê wek hev tên kêşanê.
Raweya Fermanî
Here! / Neçe
Herin! / Neçin
RAWEYÊN DÎTIR (Mercî, Divêtî, Çêdibêtî, Bilanî)
Hekî bêyî were
Divêt tu bêyî
Çidibit tu bêyî
Bila bêt
9-GUHORÎNA HINDEK DENGAN
Dengê “ü”yê
Ü=wî
Gwîz=Gûz, Goz
Gwî= Gû
Dengê “û”yê carinan dibe “î”
Xesî= Xesî
Tîj= Tûj
Şîr= Şûr
Berî= Berû
Dengê “u”yê carinan dibe “i”
Kirmancî= Kurmancî
Kirm= Kurm
Dengê “o”yê carinan dibe “î”
Rîvî= Rovî
Dengê “o”yê carinan dibe “û”
Sûnd= Sond
Vehûnandin= vehonandin
Dengê “a”yê carina dibe “o”
Xinomî= Xinamî
Dozde= Dazde, Dwazde
Dengê “n”yê li dawîyê dikeve
Mi= Min
Wa=Wan
10-FERHENGOK
Aman: Firax
Avguhork: Hewaguhêzî(hava değişimi)
Berze: Wunda
Didan: Diran
Diryan: Serê rêyan (kavşak)
Dilnedok: Çikûs, Tema
Êkûdu: Hevûdu
Herwe: Belaş
Rûs: Tazî
Yarî: Lîstok, Henek
Yarîker: Kesê hekan dike
Zivirk: Têla firaxşuştinê
11-HER WEHA
Tu ji kîrê yî? Tu ji kerdi yî? = (Tu ji ku derê yî?)
Hûn yêt kîrê ne? Hûn yêt kerdi ne? = (Hûn ji ku derê ne?)
E’j Şirnexê me/Ez Şirnexî me
Ez yê Şirnexê me/Ez Şirnexî me. (zelam).
Ez ya Şirnexê me/Ez Şirnexî me. (jin)
Em’ij Şirnexê ne/Em Şirnexî ne / Em yêt Şirnexê ne.
Her wekî li jorê hatî destnîşankirin ev xebat bi tenê kilîlek e ji bo destpêka xebatên ji vî layenî ve li ser kurmancîya eşîra Zêwkîyan û yên dîtir. Her wesa hate dîtin ku ji gelek layenan ve ferq û cudahîyên mezin di nav vê devokê û devokên dîtir yên Bakur de hene. Bo nimûne hebûna zayendê di hindek deman de xaleka zor giring e. Li gor deskeftîyên li jorê mirov dikare kurmancîya vê eşîrê ji devoka bahdînî-colemêrgî bihesibîne. Heta ji layenê peyvan ve gelek peyvên şirîk hene li gel soranî. Kurmancîya vê eşîrê pêwîstî bi lêkolînên berfirehtir dibîne.
Jêder:
Nezîr Ocek, Waneyên Rêzimana Kurmancî, Sîtav, Wan, 2014.
Amadekirina vê xebatê wekî rêbaz jêdera xwe ji xebata Miradxan Şemzînî ya bi navê “Devoka Şemzînan”ê girtîye.