• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Kûrsên Kurdî yên Onlayn li Zanîngeha Mêrdînê

Kûrsên Kurdî yên Onlayn li Zanîngeha Mêrdînê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Li Zanîngeha Mardin Artukluyê dersên kurdî dê bên dayîn. Di bin banê Enstitûya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê de ji alîyê Navenda Lêgerîn û Pratîka Perwerdeya Onlayn ve dersên kurdî dê bi rêya mamosteyên beşa Ziman û Çanda Kurdî dê bên dayîn ku her yek ji wan pisporê qada xwe ye.

Ev kûrsen kurdî dê onlayn bin û her kesê ji her dera dinyayê dê bikare serî lê bide. Di kûrsê de dersên zazakî (A1) û Kurmancî (A1-B1) dê bên dayîn. Di heman demê de kûrsa mamostetîyê jî dê bê dayîn û her weha azmûna bidestxistina sertifikaya kurdî ku zanîna xwe ya bi kurdî bi belge bikin bêyî perwerdeyê dê bê dayîn. Lînka serîladanê li jêrê ye.

Navenda Lêgerîn û Pratîka Perwerdeya Onlayn, bi daxuyanîyekê anî zimên ku ji bo piştgirî û bala li ser zimanê kurdî bernameyên perwerdeya kurdî ya onlayn di astên cihêreng de vekirîne. Li jêr hûn dikarin li ser kûrsên kurdî û naveroka wan agahiyê bibînin ku serlêdana wan dê li gor wê bê qebûlkirin:

Kursa Kurdî-Zazakî A1

Ev kurs, ji bo beşdarên ku dixwazin asta bingehîn a zimanê kurdî-zazakî hîn bibin tê organîzekirin, li ser axaftinên rojane û rêzimana destpêkê disekine.

Kûrsa Kurdî-Kurmancî A1

Ev kûrs hatiye amadekirin ji bo beşdarên ku dê di asta destpêkê de li ser zimanê kurmancî bixwînin. Li ser strukturên bingehîn ên ziman û şîyanên ragihandinê yên hêsan disekine.

Kûrsa Kurdî-Kurmancî Asta B1

Ev kûrs, ji bo kesên ku di asta navîn de kurmancî dizanin hatîye vekirin, ji bo pêşxistina strukturên kûrtir ên ziman û şîyanên jiyana rojane bi bandortir danûstandinê bikin hatiye amadekirin.

Azmûna Sertîfîkayê ya Kurdî

Ev îmtîhan, dê ji bo beşdarên ku dixwazin asta xwe ya zanîna zimanê kurdî belge bikin bê kirin, dê ji bo beşdarên di asta A1, B1 û yên din de guncan be. Hûn dikarin ji bo serîlêdanên ji bo azmûna pejirandinê tarîxên diyarkirî bişopînin.

Kûrsa Mamostetîya Kurdî

Ji bo beşdarên ku dixwazin bibin mamosteyên kurdî dê mufredateka berfireh bê pêşkêşkirin. Beşdarên ku di dawiya kursê de serkeftî bibin dê ji wan re Sertîfîkaya Perwerdeya Kurdî bê dayîn.

Ji teref zanîngehê ve hate dîyarkirin ku kûrsên me dê ji hêla mamosteyên ku di warên xwe de pispor in û armanc dikin ku ji beşdarên xwe re zanîna zimanî ya teorîk û sepandî bê bidestxistin. Hûn dikarin heta 30.12.2024ê serlêdana bernameyên perwerdeyê bikin.

Ji bo agahdariya berfireh û qeydkirinê, hûn dikarin Forma Serlêdanê dagirin û li navnîşana jêrîn serlêdanê bikin:

Malpera zanîngehê: https://www.artuklu.edu.tr/tr/mauzem/duyurular/aktif-kurslarimiz

Forma serîlêdanê: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSfrqEsiQVf7qk396K_hOX7Kmjm-15hTokNW5tNThFexWLBrUg/viewform

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.