Ji destpêka nasîna mirovî ya xwe bi xwe heya niha, pirseke ewilîn ya mirovî li ser “çibûn”a mirovî bixwe ye. Mirovê di nava tazîtîya xwezayê de rastî xwe hatî, ewilîn pirsa çibûna dorhêla xwe kiriye û pê re jî pirsa “kîbûn”a xwe. Nasîna xwezayê xaleke girîng ya dîroka mirovahiyê ye û em dikarin bêjin heya îro jî zanistên ku mirovan avakirine li ser vê xalê lêkolînên xwe didomînin. Lê mirovê bi nasîna xwezayê re mijûl, pirsa kîbûna xwe û çibûna xwe jî kiriye û xwestiye bi van pirsan re cihê xwe yê xwezayê de fam bike. Destpêka van pirsan her çiqas ji zanistê dûr bin û di avakirina bingeheke olî de bibandortir jî bin, piştî sedsala 17. “Bi pêngava ku Descartes avêtibû, dîlemaya laş-derûnê û hewldana fahmkirina mirovî derbazî qonaxeke cudatir bûye” (Ertürk, 2017). Xebata Descartes ya wekî dîlemaya laş-derûnê tê pênasekirin û dibê derûn ji fikirîn û ramanan berpirsiyar e û fonksiyonên din jî tev di bin berpirsiyarîya laşî de ne, her çiqas şîroveyeke din anîbe fahmkirina mirovî jî, girîngîya vê yekê ew bûye ku, rê li ber vekolîna mirovî ya bi rêgezên fîzîkî vekiriye û vê yekê jî kiriye ku berê pirsên mirovan derbazî qonaxeke din bibin.
Di van deman de geşedanên di zanistê û felsefeyê de rû dayî kirin ku mirov wekî parçeyekî xwezayê û civakê bê dîtin û bi vê yekê re lêkolînên li ser kîbûn û çibûna mirovî bi awayekî hişmendîyane û bi cerabeyên zanistî hatine kirin û vekolîn. Her wiha dîsa di vê serdemê de xebatên zanyarên wekî Johannes Müller, Hermann Von Helmholtz, Ernst Weber û Gustav Theodor Fechner yên di vî warî de jî di nasîna mirovî de roleke mezin lîstine.
Zanista derûnnasiyê, ya hewla wê ew e mirovî ji hêla tevgerî, fikrî û sehekî ve fam bike jî avabûna xwe dispêre vê pêvajoya bi Descartes re destpêkirî û reyên xwe her çiqas heya kûrahîya dîroka mirovahîyê dirêj bike jî bi awayekî zanistî bi Descartes re girê dide û xebatên wî wekî destpêka xwe dibîne. Helbet derûnnasî di vê pêvajoyê de xwedî nasnameyeke zanistî nîn e û ev xebat bi gelemperî di bin banê zanista fîzyolojîyê de tên kirin, lê giringîya wan ya di nasîna mirovî de dike ku derûnnasî hebûna xwe bispêre wan û wan wekî bingeha xwe bibîne. Di alîyê din ve derûnnasî, wekî zanistekê avabûna xwe, bi di 1879an de ji hêla Wilhelm Wundt ve li Elmanyayê avakirina yekemîn laboratûar, ango ezmûngeha derûnnasîyê ve dide destpêkirin. Lê helbet di vê serdemê de jî derûnnasî, her çiqas êdî wekî dîsîplînekê bête qebûlkirin jî, di bin banê felsefeyê de ye û ev yek heya James McKeen Cattel wekî yekem profesorê derûnnasîyê hatiye qebûlkirin jî bi vî awayî domîyaye.
Derûnnasî ango psychology, ji peyvên “psyche – derûn” û “logos – zanîn/nasîn” pêk tê û ev jî tê wateya “zanîna/nasîna derûnê.” Derûnnasî her çiqas avabûna xwe bi xebatên zanista fîzyolojîyê ve girê bide û ji hêlekê ve xebatên xwe yên di vî warî de bidomîne jî, bi demê re û bi xebatên cur bi cur re bûye xwedî çarçoveyeke mezintir û berfirehtir. Derûnnasîya çarçoveya wî ya giştî mirov û tevgerên mirovî ye, ji xwe re kiriye armanc ku, kîbûna mirovî û çibûna wî, di nav xwezaya mirov tê de ye bibîne û binase û vê yekê him bi çavdêrîya tevgerên mirovî bike û him jî bi rêbazên din, kirin û şiyanên mirovî yên nayên çavdêrî kirin jî nas bike û bi nasîna van û helbet ya mirovî re jî di cihên hewcehîya mirovî pê heyî de alîkariya mirovî bike. Di vê xalê de em dikarin bibêjin ku, derûnnasîya mirovî ji xwe re dike armanc ji bûyîna mirovî heya mirina wî, ji civakîbûna wî û civaka tê de, danûstandinên wî yên bi dorhêla wî ya fîzîkî û xwe bi xwe re û helbet heya peywendiyên komên mirovan yên bi hev re re têkildar e .
Û geşedana wî jî li gorî mijarên pê re têkildar e berfireh bûye û di roja îro de xwedî gelek şaxên cuda yên wekî derûnnasîya klînîkê, derûnnasîya civakî, derûnnasîya geşedanê, derûnnasiya zarokan û hwd. e û helbet ji bo vekolînên xwe bi zanistên cuda cuda yên wekî felsefe, matematîk, civaknasî, antropolojî û hwd. re jî di nav peywendîyê de ye.
Çavkanî: Baymur, F. Genel Psikoloji, İnkılap Kitabevi, İstanbul, 1985
Ertürk, Melek, E. Bilimsel Psikolojinin Tarihsel Süreci Üzerine, Trakya Üniversitesi Edebiyat Fakültesi Dergisi, Cilt: 7, Sayı: 14, 2017, s. 161-180.