• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Labioplastî Çi Ye?

Labioplastî Çi Ye?
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Wateya emelîyata labioplastî  kurtkirin-kêmkirina lêvên hundirê vulvayê û dirûtina wan a estetîk e. Mirov bi gelemperî vê emelîyatê ji bo kêmkirina nerehetîya laşî an jî wekî beşek ji emelîyata pejirandina zayendê derbas dikin. Carinan, dibe ku ji ber sedemên kozmetîkî bixwazin, lê curbicur labia hene. Labiayên her kesî yekta ne û labia nikarin wekî îdeal an ‘‘normal’’ werin kategorîze kirin.

Labia pelikên çermê yên li dora lêvên vajînayê ne. Li wir du qatên çerm hene. Ji pelikên derve re labia majora tê gotin, ku tê wateya lêvên mezin. Ev pelikên goştê mezintir in ku organên genîtal ên derveyî diparêzin. Di dema xamatîyê de ew bi mûyên punbîkê têne derdorkirin. Ji pelikên hundir re labia minora tê gotin, ku tê wateya lêvên piçûk. Ev pelikên çermê jêdera mîzê (cîhê ku mîz ji laşê derdikeve) û jêdera vajînayê diparêze.

Ji ber van sedeman cerrah emelîyata labioplastî  dikin:

-Hin tevn ji labîyayê têne derxistin da ku mezinahîya labiayan kêm bikin.

-Ji bo mezinkirina lêvên hundir, tijîkirin an qelew tê derzîkirin li lêvên hundir.

-Labia ji tevnên din ji nû ve ava dike.

Çima labioplastî  tê kirin?

Sedemên bijîjkî, fizîkî, kozmetîk û derûnî yên emelîyata labioplastî  hene. Labioplastî  di heman demê de beşek emelîyata veguherandina zayendê ye.

Sedemên bijîşkî û fîzîkî:

Ji bo ku mezinahîya lêvên hundur kêm bikin da ku ew ji kevîyên lêvên hundur dernekevin.Dibe ku tevna lêvên zêde bizivire, biqelişe an jî were kişandin. Ew dikare di dema çalakîyênlaşî (wekî bisiklêtan an bazdan) û têkilîya cinsî de bibe sedema nerehetî û acizîya laşî.Dibe ku ew ji bo baştirkirina paqijî û tenduristîyê were kirin, ji ber ku tevna zêde dikarepaqijkirina vulvayê dijwartir bike û bakterîyan çêbike ku dibe sedema enfeksîyonên rîya mîzê.

Sedemên kozmetîk û psîkolojîk

Ji bo rastkirina asîmetrî (şeklê nerêkûpêk) labia piçûk an labia mezin dema ku alîyek dirêjtir an bi rengek cûda be. Ji bo baştirkirina rehetî, pêbawerî û tenduristîya cinsî di derheqê xuyabûna organên zayendî yên di dema têkilîya cinsî de. Bînin bîra xwe ku mirov xwedan cûrbecûr mezinahî û şeklên lêv in, û xuyangek lêv ku normal tê hesibandin tune.

Emelîyata guhertina zayendê

Ger emelîyat beşek ji pêvajoya dîyarkirina zayendê be, cerrah dibe ku tevna zayendî ya heyî bi kar bîne da ku labia piçûk biafirîne. Operasyona Labioplastî  dikare berî an piştî emelîyatên din ên nûavakirinê jî were kirin.

Rîsk û tevlihevîyên labioplastî  çi ne?

Komplîkasyon kêm in lê hin cara dibe ku:

-Rakirina tevna pir zêde an jî kêmbûna tevneyê.

-Xwînjêçûn.

-Morbûn (hematoma).

-Enfeksîyon.

-Nîşana birinê.

-Êşa domdar, di dema seksê de êş an jî windabûna hestîyaran.

Çi dibe sedema mezinbûna labiumê?

-Pubertî dikare bibe sedema mezinbûna labîyan.

-Menopoz an guhertinên hormonal ên din dikarin tevna labîya mezin zirav bikin.

-Ducanî û zarokanîn.

-Guherînên girantîyê.

-Genetîk.

-Pantolên teng û şidandî.

Dibe ku ez ji ber gotina xwe  bêm lînç kirin lê nerîna min wek pîrik ev e ku , berevajî tiştê ku her kes difikire, tiştên ku enerjîya jintîyê zêde dike ne emelîyata estetîk, neynûkên protez an jî cilên teng in. Tiştên ku enerjîya jintîyê zêde dike ji laşê xwe re dilovanî, lênihêrîna xwe, neynûkên kurt, lixwekirina fistan, cil û pantolonên fireh in. Ji ber vê yekê ez difikirim ku jinên ku şêlwar li xwe dikin, bi axê dixebitin, bi xwezayê û tiştên xwezayî ve girêdayî ne enerjîya wan ê jinitî zêdetir e.

Nûpelda Tarhan

Nûpelda Tarhan

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.