Wê, biryar dabû kurdan bizane û binivîse. Ji boy teza xwe ya doktorayê wek antropolog, ji Ewropayê hatibû Gevera Colemêrgê. Û rêya wê bi tesadufî ketibû gundekî, bêyî ku bizane ka li vî gundî çi li pêşîya wê ne. Lale Yalçin-Heckmann di navbera salên 1980-1982an da nêzî du salan li vî gundê girêdayî herêma Oremarê dimîne. Û di vê demê da çavdêrî, têbînî, hûrdekarî û analîzên xwe bi navê pirtûka “Kürtlerde Aşiret ve Akrabalık İlişkileri”yê diweşîne. Gundê ku lê maye, her çi qas da ku ji tu alîyan ve astengî û kêşe dernekevin, di pirtûkê da wek ‘Sîsin’ derbas bibe jî navê gundî yê rast hatîye veşartin.
Gundê Sîsinê… Gundê navçîyayî û xwedî pîyarêkekê, gundê her rojê bi sîya zozanên Cîloyê ra hişyar dibe, gundê bi çîyayên Certe, Belqîs û Reşkoyî ra hogirtîyê dike, gundê di nava zozanên Çarçela û Berçelanê da peywira bendikekî dibîne. Gundê di nav wê herêmê da belkî yê herî xwedî xweza û jîyaneka dijwar û asê. Gundê bîrewerîyên dapîr û bapîrê min lê şîn bûyî, gundê dayîk û bavê min û ez lê hatîye dinyayê.
Lale Yalçin-Heckmann, ji qewlê gundîyan ve “Lalê” li Sîsinê hatibû hewandin. Di vê demê da li mala mezinekî gundî ma û ket pey karê xwe. Hînî zimanê kurdî bû û tim qeyt dikir û dinivîsî. Wê gundî pejirandin, bi wan ra bû dost û heval. Diçû zozanan, seyranan û dîlanan. Di nav du salan da şahidîya hemû xweşî û nexweşîyên jîyana gundî û gundîyan kir û her tişt yeko yeko qeyt kir bi destûr û hay lê belkî bê zanîn û fama gundîyan.
Piştî 1994an Sîsin û gelek gundên din yên wê herêmê hatibûn valakirin. Her malbatê êdî rêya xwe li cihekî din dîtibû, hemû belav bûbûn. Em jî wek malbat, ji Sîsina navçîyayî koçberê gundekî navdeştî bûbûn. Lê navê Lalê qet ji sohbetên malbatan û gundîyên me kêm nedibû. Ji zarokatîyê heta emrê min her bi pêş ve diçû, her gava Sîsinî dihatin ba hev behsa Lalê dihat kirin, bi wêne û qeydên wê demê civat kelogirî dibû. Xwîya bû Lalê keseka gelek biqîmet bû ji bo wan lê min nedizanî ka ev Lalê kî ye. Ev rewş, ji bo min bû xem û derd. Min li ser wê çend lêkolîn kirin, ji malbatê û derdorê pirsî ka Lalê kî ye. Heta ez gihiştime pirtûka wê. Min ferq kir ku esil gihiştime gencîne û cewherekê.
Lalê di vê hola xebatê da, agahî û zanyarîyên herêmê, ji alîyê têkilîyên malbatî û orf û adet û çanda herêmî ve, bi hurgilî nîşanê me dide. Di destpêkê da bi bûyerakê behsa kurtasîya pirtûkê dike û serbendên naverokê rêz dike. Pirtûk ji dertpêkê heta dawîyê, dokument û berjengeka akademîk e. Li ser eşîr û têkilîyên civakî û dîrokî ji alîyê antropolojîyê ve palpîştîya zanîn û têgehên girîng dike. Bi dîyarokên mîkroyî, civakê bi gelemperî, bê alî û bi awayekî zelal, bi bûyerên şênber dinirxîne û safî dike. Nivîsa ku di dawîya pirtûkê da dibêje “ez vê pirtûkê dîyarî ciwanên wê herêmê dikim” ekstra giranîyekê li ser nêrînên mirovî çêdike. Jixwe di Kovara Dilopê, hejmara 25. da jî Lalê bi berfireh behsa xwe û pirtûkê dike.
Lalê, girêyeka hestîyarî û peywendîyeka ji dil ava kiribû bi Sîsinîyan ra. Ji ber vê, wê têkilîya xwe tu car qut nekir û nizanim piştî çend salan careka din hate axa Geverê û careka din û careka din jî hat. Heta ku herî dawî çû Sîsina kabil bûyî jî dît. Her çend, gelek mezin û kesên wê demê yên ku di arşîva wêneyên Lalê da heyî, êdî nemabin jî her gava tê hemû Sîsinî bi kelecanî wê pêşwazî dikin û rêzê ji wê ra digirin û qedrekî mezin didinê. Du sal berê derfet çêbû ku ez jî bibînim û binasim. Ji bilî dilnizmî û mutevazitîya wê, tişta herî bala min kêşa ew bû ku piştî çil salan, Lalê hêj jî bi gundîyan ra, Kurdî diaxift û di vî alî da xwedî helwesteka bibiryar û xurt bû. Gelek tişt di bîra wê da mabûn û bi hestebarî gav bi gav bi me ra parve dikir û car caran jî rondik ji çavên wê dibarîn.
Çend sal û dem derbas bibin jî ez wisa bawer im dê nifşê vê civakê her bibêje “Belê li ser vê axê ‘Lalêyek’ jî hat û çû. Lê ew, bi tevkirîya xwe ne mumkun e bê jibîrkirin.”