Perwaneya lehanga romana Êvara Perwaneyê û Sewsena lehenga romana Qesra Balindeyên Xemgînê lehengên azadîxwaz in û pêşveçûyînê temsîl dikin. Her du leheng jî dixwazin mekanên azad ava bikin lê di dawîyê de her du jî sernakevin. Perwane û hevalên wê yên îdeaîlîst li hember civakê ji bajar direvin diçin binavê Eşqîstan cihekê ava dikin. Eşqîstan ew cih e ku merivên bêdesthilat û mirovên evîndar dikarin tê de bijîn. Eşqîstan di rastîyê de ciheke xeyalî ye. Lê wek mekaneke rastî lê di heman demê de xwedî hêzeke îmajîk tê afirandin.
Bextîyar Elî gelekî fîlozifîk e: Di lehengên wî de jî di romanên wî de jî em dibînin ku fikrek, felsefehezîyek heye. Li ser mirov li ser hestên sereke yên mirov, li ser dîyardeyên jîyanê lehengên wî wek feylesofan diaxivin. Wek mînak Perwane her dixwaze derkeve, di rastîyê de eşqa wê derketin e çimkî mayîn û sekinandinê wek mirinê dibîne. Loma ji bo selimandina vê fikrê ew û îdealîstên ku ji bajar ji mirovan direvin diçin Eşqistanê ji ber ku li wir disekinin li wir jî li hev dikevin. Eşqistan paşê ji wan ra dibe wekî Şkenceistanê. Felsefeya ku li paş vê heye ew e ku divê mirov nesekine. Her tim divê mirov di nav tevgerê de be, ji ber ku yên di sekinin dimirin. Ew ê ku vê felsefeyê fêm dike Nesredînê Bêhnxweş e. Loma ew direve û namire lê Perwane ji ber ku nareve dimire. Nivîskar têkçûyîna ‘‘pêşveçûnê’’ li hemberê civakê bi lehenga Perwaneyê nîşanê me dide.
Sewsen lehenga sereka ya romana Qesra Balindeyên Xemgîn e. Sewsen bi atlasan dinya nas kiriye û dixwaze biçe ew cihên ku di atlasan da dîtîye lê ji ber ku ew nexweş e nikare vê bike, loma gava aşiqên wê tên û dixwaze hin şertan bide pêşwan. Tiştên ku dide ber aşiqên xwe di rastîyê da pir fîlozifîk in. Ji aşiqên xwe ra dibêje hûn ê biçin welatên din, hûn ê bigerin li wir nas bikin û her yekê we sed teyrên ciyawaz divê bîne. Ger gava hûn vegerîyan hûn li ser fikrên xwe bin ez ê ji we yekî hilbêjêrim. Tişta ku Sewsen dide pêş wan nasîna jîyanê ye. Loma dibêje hûn jiyanê nas nakin, hûn jinan nas nakin û eşqê nizanin. Xaleke din jî ew e ku dixwaze wan ji wan qalibê teng derxe. Jiyan tenê ne ji vê bajarî yan evînê pêk tê. Gava aşiqên wê vedigerin ew bi Kameranê Selma dizewice û ji xwe ra qesrekî ava dike û balindeyên wan jî di tê de ne. Ew balinde deng û rengeke nû tîne li wî bajarî. Ew jiyana yekreng û eşîrî an jî bi yek mentaliteyê diherikî diguhere. Piştî demekê ew balindeyên di qesrê de yek bi yek dimirin. Mirina wan sembolîk in. Mirina her balindeyekî rûdanekî ku li welat diqewime dinimîne. Êdî ji wê qesrê xemgînî derdiçe û navê wê dibe Qesra Balindeyên xemgîn. Bi mirina balindeya dawîn Sewsen jî dimire. Li vir jî dîsa Mensûr Esrîn ku ew jî aşiqê Sewsanê ye felsefeya Sewsanê fêm dike û ji welat diçe û ew namire. Dîsa heman felsefe rûdide çûyîn jîyan e, sekinîn mirin e.
Wek encam em dikarin bibêjin ku her du karekter pey azadîyê diçin û dixwazin mekanên azad biafirînin lê her du jî li hemberê civakê têk diçin. Mekanên ku wan ava kiribûn hildiweşin.