Piştî lêkolîna bi hûrgilî ya zanyaran li ser 25 xebatên cuda yên van 50 salên dawîyê, zanyar gehiştin wê encamê ku ji ber “dermanên kêzikan” rêjeya avika (sperm) mêran ketîye.
Lêkolîn Ji Alîyê Kê ve Hatîye Kirin?
Tîma lêkolînê ya ku li Îtalya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye, ji bo parastina zayînê ji mêran re pêşniyar dike ku xwe ji du cureyên dermanên kêzikan biparêzin.
Nivîskarê sereke Lauren Ellis ji Zanîngeha Northeastern dibêje, “Fêmkirina ka çawa pestîsîd bandorê li ser avika (sperm) mirovan dike, ji ber belavbûna wan a li hawîrdorê û xetereyên tenduristiyê giring in.”
Zanyaran lê zêde kir, “Pestîsîdan tirs û fikarek e ji bo tenduristiya gelemperî.”
Ev Yek Çawa Digehe Mirovan?
Tê fikirîn ku mirov bi giranî bi rêya xwarin û vexwarinê bi pestîsîdê rûbirû dimîne ku ew xwarin û vexwarin jî berî hingê rûbirû mane.
Lêkolîn Çawa Hate Kirin?
Di encama xebatên ku ji alîyê kovara zanistî ya bi hekem Environmental Healt Perspectives ve hatî weşandin, tê gotin ku ev xebat berfirehtirîn xebata sîstematîk e di vî biwarî de.
Ellis û hevkarên xwe qeydên tenduristiyê yên 1,774 zilamên ji çar parzemînan (Asya, Amerîkaya Bakur, Amerîkaya Başûr, û Ewropa) lêkolîn kirin ku bi du cureyên jehrê yên bi navê Organofosfat û N-Methyl Carbamate re rû bi rû mane.
Epidemiologist Meslissa Perry li Zanîngeha George Mason û hevnivîskarê lêkolînê, encamên xwe weha rave kir:
Ji her alî ve dema mirov lê dinêre, lêkolînên piçûk an lêkolînên mezin, têkiliyek domdar di navbera kêmbûna rêjeya spermê û zêdebûna rûdana dermanan de heye.
Li gor xebateka di sala 2022an de hatî çêkirinê, rêjeya avikê ji sala 1973an heta 2018yan nêzîk %51 daketîye.
Li gorî vê lêkolînê, ku ekîba lêkolînê ji nû ve lêkolîn kir, di vê heyamê de tîrêjiya avikê li ser mîlîlîtreyê ji 101,2 milyonan kete 49 milyona.
Ji bo Zêdebûna Hejmara Avikê Pêşniyaza Zanyaran Çi ye?
Perry destnîşan kir ku divê rayedar li gorî van lêkolînan tev bi gerin:
Delîlên heyî gehiştine astekê ku ji bo kêmkirina rûbirûbûna pestîsîtan (dermanan) pêdivî bi bergirîyên sazûmankeran heye.