Li Antartîkayê anku parzemîna herî sar û veqetandî ya cîhanê, bandorên germbûna global dest bi xwenîşandanê kirin. Bi awayekî bilez qeşa li vê parzemînê dihele. Di dîmenên nû de yên ûydîyê yên ji alîyê zanyaran ve hatin weşandin, derket holê ku nebatên şîn ên li herêmê di 35 salên dawîyê de 10 qat zêde bûne. Lêbelê, ji bilî vejîna siruştê, ev pêşkeftin ji bo paşeroja gerstêrkê zengilek e, digel ku cemedên bilez dihelin û ekosîstem diguhere.
Zanyarê jîngehê yê Zanîngeha Exeter Dr. Lêkolîna ku bi hev re ji hêla Thomas Roland û pisporê dûrbîn Olly Bartlett ji Zanîngeha Hertfordshire ve hatî çêkirin, di kovara Nature Geoscience de hate weşandin. Li gor vê yekê daneyên ûydîyê yên 35 salan ên ku ji hêla NASA û Lêkolîna Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî ve hatine berhev kirin destnîşan dikin ku nebatên li Nîvgirava Antarktîkê ji 0,86 kîlometre çargoşe di sala 1986an de gihîştîye 11,95 kîlometre çargoşe di sala 2021an de.
Tîma lêkolînê bi bernameya Landsatê dane berhevkirin. Ji sala 1975an û hir ve neh peykên Landsatê yên cihêreng hatine şandin bo fezayê û Landsat 9 a herî dawî di sala 2021an de hate şandin. Çavdêrî her sal di meha Adarê de, di dawîya havîna Antarktîkayê de, dema ku nebat pir zêde dibin, têne kirin.
Şînahî li Antarktîkayê: Zengilên Metirsîyê Lêdidin
Li pişt perdeya şînahîyê ya li Antarktîkayê guherîna avhewayê heye. Her ku germahî zêde dibe, cemed û pelên qeşayê paş de vedikişin, qadên nû ava dibin ji bo geşbûna jîyana nebatan. Dr. Roland dibêje: “Rewşên ku em li Nîvgirava Antarktîkayê dibînin – bi piranî kevz – belkî di şert û mercên herî dijwar de dijîn.”
Pêvajo bi celebên pêşeng dest pê dike: algae û cyanobacteria. Ev mîkroorganîzmayên he di nav axa qûmê de şîn dibin û ji bo zindîyên dî cihê şînbûnê ava dikin. Paşê lîken û kevz xwe tam bi cih dikin û mezin dibin. Piştî demekê bi wexmê nebatên mezin tovê xwe diavêne ser kevzan û ji bo şînbûnê.
Pirrengîya Bîyolojîk di bin Xetereyê de ye
Antarktîka bi tenê du cureyên nebatên xwemalî yên damarî hene: Gîyayê Poran ê Antarktîkî û Gîyayê Duran ê Antarktîkî. Li gel ku ev cure pir kêm bûn, di van salên dawîyê de ji ber zêdebûna germahîyê belav bûne. Lê tişta metirsîdar e ew e ku zêdetirî 100 cureyên riwekên xwecihî yên parzemînê jî ketine herêmê. Di nav wan de celebên gîyayên asayî jî hene û ew bi lez li giravên jêr-antarktîkî belav dibin.
Zanyar dibêjin tûrîzm û çalakîyên din ên mirovan dikarin bi nezanî cureyên nû bidin nasîn û tov û sporên bayê dikarin bandoreka bi vî rengî bikin. Ger organîzmayên bihêz werin, ew dikarin cureyên xwecihî binpê bikin û cihêrengîya siruştî ya herêmê bêxe xetereyê.
Pîvaneka dî ya guherînê hilweşîna refên cemedê ye. Di sala 2022yê de, qeşaya Conger-Glenzer li Rojhilatê Antarktîkayê di nav çend rojan de hilweşîya. Hilweşîna qeşayê bi mezinahîya bajarê New Yorkê (nêzîkî 1200 kîlometre çargoşe) nîşan dide ku herêm bi qasî ku tê texmînkirin ne aram e. Sazîya Okyanûsa Woods Hole Dr. Catherine Walker tekez dike ku ev bûyer nîşana wê yekê ye ku guhertinên neçaverêkirî yên li Rojhilatê Antarktîkayê bilez dibin.
Lêkolîner pîlan dikin ku ji daneyên ûydîyê wêdetir biçin û lêkolînên qadê bikin. Ew dixwazin ji nêz ve lêkolîn bikin ka kîjan civakên riwekan li cihên ku guherînên herî giring lê têne dîtin û çi guhertin di hawîrdorê de çêdibin.