Li Asyayê virûsa Nipahê van demên dawîyê dîse hate rojevê. Ev vîrûsa zoonotîk a kujer ku bi taybetî li Asyaya Başûr hatî dîtin (Hindistan û Bangladeş), di destpêka sala 2026’ê de bi bûyerên nû bal kişand.
Virûsa Nipahê Çi ye û Çawa Belav dibe?
Virûsa Nipahê (NiV), ji alîyê şevşevokên fêkî (bi taybetî cinsê Pteropus) ve tê hilgirtin û vîrûsek paramiksovîr e. Yekem car li sala 1998ê li Malezyayê di çewlikên berazan de derket holê û derbasî mirovan bû. Ji wê demê ve li Asyayê bi awayekê perîyodîk dest bi vegirtinê kirîye.

Rêyên belavbûnê ev in:
– Vexwarina ava xurmeyan a bi mîz an zilqa şevşevokan qirêj bûyî (bi taybetî li Bangladeşê belav e).
– Destdana berazên enfeksîyongirtî (mîna vegirtinên yekem li Malezyayê).
– Ji mirovê vegirtî bo mirovên dî (bi dilopên hilmê an têkilîya nêzîk, bi taybetî di nav xebatkarên tenduristîyê de).
– Têkilîya bi cihên qirêj re.
Dema kurkê ya vîrusê bi gelemperî di navbeyna 4 û 14 rojan de ye, carinan heta 45 rojan jî dirêj dibe.
Nîşan û Rêjeya Mirinê
Di bûyerên sivik de serêş, ta, kuxik û êşa qirikê tê dîtin; di rewşên giran de ensefalît (îltîhaba mejî), bêhişî, krîz û koma pêş dikeve. Rêjeya mirinê %40-75 diguhere li gor dîrokê; hin salan li Bangladeşê ev rêje hêj zêdetir bûye. Niha tu dermanekê taybet an derzîyeka pejirandî nîne; tenê lênêrîna piştgirîyê (destekdar) tê kirin.

Rewşa 2025-2026ê
Li Asyayê virûsa Nipahê her sal bi awayekê sînordar li Bangladeşê tê dîtin, lê li Hindistanê jî vegirtinên perîyodîk çêdibin. Bi taybetî li eyaleta Keralayê van salên dawîyê (2018, 2019, 2021, 2023 û Tîrmeha 2025) gelek caran vegirtinên mezin çêbûn.
Di destpêka 2026ê de ev pêşketinan hatin tomarkirin:
– Li Hindistanê, eyaleta Bengala Rojava (nêzî Kolkata, Barasat) di dawîya Kanûna 2025ê de du xebatkarên tenduristîyê (perestareka 25 salî û perestarekê mêr) di 26ê Çileya 2026ê de hatin dîtin. Yek ji perestaran mir. Nêzîkî 200 kesên vegirtîn jî hatin îzolekirin û heta niha bûyereka nû nehatîye ragihandin.
– Li Bangladeşê, herêma bakur-rojhilatê Rajshahi (Navçeya Naogaon) di destpêka Sibata 2026ê de bûyerek tenê hate dîtin (nexweş ava xurmê ya xav vexwaribû) û bi mirinê bi dawî bû. Nexweş di 21ê Çile de nîşan dest pê kiribûn, di 28ê Çileyê de mir û di 29ê Çileyê de bi PCR û ELISA hate qeydkirin.
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) ragehand ku ev bûyer bi hev ve ne girêdayî ne û xetera belavbûna navneteweyî kêm e. Rayedarên tenduristîyê yên Hindistan û Bangladeşê bi şopandina têkilîyan, veqetandin û tedbîrên nexweşxaneyê vegirtin bi lez kontrol kirin. Hin welatên Asyayê (Singapûr, Tayland, Malezya) kontrolên balafirgehan zêde kirin.

Encam û Tedbîr
Virûsa Nipahê di nav patojenên bi potansîyela pandemîk de (WHO R&D Blueprint) cih digire, lê salên heyî bi gelemperî herêmî dimînin û bi mudaxeleya bilez sînordar dibin. Ji bo kesên li herêmên xeternak dijîn an diçin wir pêşnîyar ev in:
– Ava xurmê ya xav nevexwin
– Fêkî an sebzeyên ku pêwendîya bi şevşevokan çêbûne nexwin.
– Li nexweşxaneyan tedbîrên kontrola enfeksîyonê bi baldarî bişopînin.
WHO û sazîyên tenduristîyê yên herêmî rewşê ji nêz ve dişopînin.
