• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Li Elmanyayê Zanîngeheka bi Temamî Kurdî Vedibe

Li Elmanyayê Zanîngeheka bi Temamî Kurdî Vedibe
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Li Ewropayê ji bo kurdan gaveka dîrokî tê avêtin. Li Elmanyayê yekem zanîngeha kurdî tê avakirin. Proje ji alîyê Deutsch-Kurdisches Forum e.V. ve tê birêvebirin û di rêya nûnertîya ziman û çanda kurdî de li Ewropayê wekî xaleka giring tê dîtin. Zanîngeh dê sala 2026an de dest bi xebatên akademîk dike. Zimanê perwerdeyê yê zankoyê bi giranî dê kurdî be û ders dê bi zaravayên kurmancî û soranî bêne dayîn. Her weha di warê zanistên civakî û endezyarîyê de modeleka perwerdeya pirzimanî ya bi kurdî, elmanî û îngilîzî dê bê sepandin.

Amadekarîyên Bilez Berdewam Dikin

Pêvajoya damezrandina zankoyê di nav qonaxeka amadekarîyê ya giran de ye. Tîma projeyê, di warê avakirina budçeyê, damezrandina binesazîya perwerdeyê, amadekirina bernameyên dersan û organîzasyona îdarî de xebatên xwe didomîne. Heyeta mîtevellî tê avakirin û organîzasyona organên îdarî jî nêzî qonaxa dawîyê ne. Serokê Deutsch-Kurdisches Forum e.V. Dr. Yûnis Behram, dîyar kir ku ev proje ne bi tenê însîyatîfeka perwerdeyê ye û got: “Ev zanko ji bo kurdan li Ewropayê xaleka veguherîner a çandî û akademîk e. Wê bibe alîkar ku ziman û nasnameya kurdî di qada giştî de bêtir xuya bibe.”

Îlhama Xwe ji Rojava Digire

Fikra zankoyê, piştî destpêkirina perwerdeya kurdî li Rojava derket holê. Dr. Behram, anî ziman ku wê demê malbatan dipirsîn ka zarokên wan ê çawa xwendina bilind bidomînin û got: “Ev zanko ji wê pirsê re bersiveka berbiçav e.” Zanko, bi taybetî ji bo ciwanên ku li Rojava û Herêma Kurdistanê ya Federal dîplomayên lîseyê bi kurdî wergirtine, alternatîfeka giring e. Zanko dê bi serlêdan û îmtîhanên onlayn xwendekaran qebûl bike û dê dîplomayên ku li Elmanya û cîhanê derbasdar in bide mezûnan.

Armanca Demdirêj: Kurdîya Akademîk a Hevpar

Yek ji armancên dirêj ên zankoyê, pêşxistina zimanê kurdî yê akademîk e ku di navbera zaravayên Kurmancî û Soranî de hevpar be. Ev hewil dê bibe alîkar ku zimanê kurdî standard bibe û di qada akademîk de bêtir bê bikaranîn. Zanko, her weha armanc dike ku xuyabûna kurdî di qada akademîk û giştî ya Ewropayê de zêde bike. Ev sazî dê li gorî standardên perwerdeya bilind a Elmanî bê xebitandin û dê statûyeka wekhevî ya bi zankoyên din ên Elmanî re hebe.

Pira di navbera Kurd û Elmanan de

Dr. Behram, dîyar kir ku zanko ne bi tenê xîtaba  ciwanên kurd dike, her weha xîtaba hemû xwendekarên li erdnîgarîya kurdan dike. Proje, her weha armanc dike ku hevkarîya çandî û akademîk di navbera civaka elman û kurdan de xurt bike. Zanko ji alîyê akademîsyen, dîplomat û sîyasetmedarên kurd û elman ve tê piştgirîkirin.

Ev însîyatîf li Elmanya’yê rûpeleka nû di dîroka perwerdeya bilind a kurdî de vedike û di rêya zêdekirina naskirina ziman û çanda kurdî li qada gerdûnî de gaveka giring e. Zanko, dê sala 2026’an de yekem xwendekarên xwe qebûl bike û ji bo dîasporaya kurdî li Ewropayê siberojeka hêvîdar pêşkêş bike.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Şirove 1

  1. Evdilselam says:
    1 ay ago

    Mamoste Xelat bawer bike ez kengî were hêviya we bûm, nivîs gelek xweş bû spas

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.