• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Li Êraqê Yekem Car Jineke Kurd a Pîlot, Bû Kaptan

Li Êraqê Yekem Car Jineke Kurd a Pîlot, Bû Kaptan
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Yekem car di dîroka Êraqê de jineke kurd bû pîlota kaptan a Ajansa Hewayî ya Sivîl a Êraqê. Pîlota kaptan Rêjîn Doskî yekem sefera xwe bo Mîrnişînên Ereban ên Yekbûyî kir.

Rêveberê Giştî yê Firokevaniya Sivîl a Êraqê Welîd Delfî ji Rûdawê re ragihand, “Rejîn Doskî di dîroka Êraqê de bû yekemîn jina Kurd ku gihîştiye asta kaptaniya firokevaniyê”.

Rêveberê Ajansa Hewayî ya Sivîl a Iraqê ev agahî dan: “Di 19ê Sibatê de, Rêjîn Doskîyê yekem sefera xwe bo Dubaîyê, yê Mirnişînên Ereban ên Yekbûyî kir. Ew dê berdewam be li ser firîna xwe bi rêkûpêk piştî ku ji cîgira kaptaniyê bûyî serkaptan li Ajansa Hewayî ya Sivîl a Êraqî ya Niştimanî.”

Gelo Rêjîn Doskî Kî ye?

Rêjîn Doskî ku li Duhokê ji dayik bûye, xwendina xwe ya firokevaniyê li Urdinê qedandiye û ji sala 2014ê ve di warê veguhestina asmanî de kar dike. Di sala 2017an de tev li Rêyên Hewayî yên Êraqî bû. Di sala 2017an de, Boeing firokeya Boeingê ji Amerîkayê firand Îzlandayê û ji wir jî çû Bexdayê.

Gelo Yekem Jina Pîlot A Kurd li Êraqê Kî ye?

Yekem pîlota jin a kurd li Êraqê Werte Ebubekir Elî ye. Werte, bi eslê xwe ji Silêmaniyê ye û 23 salan li Danîmarkayê dijîye, karîye bibe pîlota sivîl. Werte Ebubekir Elî, yekem pîlota jin a Kurd e û niha di Rêyên Hewayî yên Êraqê de kar dike. Werte Ebubekir Elî ku di salên dema ku rejîma Baasê bajarên Kurdistanê bombebaran dikirin ji dayik bû, niha weke yekemîn pîlota jin a Kurd li ser Rojhilata Navîn difire.

Pîlota ciwan, dê û bavê wê navê ‘Werte’ lê kirin, ji ber ku ew li herêma Werteyê ji dayik bûye ku di sala 1991ê de neçar mane koç bikin. Werte di 1 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Danîmarkayê dike. Ji zarokatiya xwe ve xewna wê bûyîna pîlot e. Werte ku xwendina xwe li Danîmarkayê qedandiye û vegeriyaye Kurdistanê, ji ber ku karek nedîtiye çûye Bexdayê û dest bi pîlotiyê kiriye. Werteyê. yekem sefera xwe bi balafireke mezin a rêwiyan ber bi Qahîreya paytexta Misirê kiriye.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.