• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Li gor Kovara Esqurie, Baştirîn 25 Fîlmên Lehengî yên Hemî Deman

Li gor Kovara Esqurie, Baştirîn 25 Fîlmên Lehengî yên Hemî Deman
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Ji Superman bigire heta The Dark Knight, fîlmên sînemaya superlehengên nejbîr hatin cem hev. Li vê derê 25 fîlmên hene ku ji alîyê kovara Esquire  ve hatine bijartin.

Fîlmên superlehengan ji zû ve di dilê çanda populer de cih digirin. Rêwîtîya wan li salên 1930ê di pirtûkên çîrokî de dest pê kir ku îro bûye gerdûneka sînemayê ya bi milyar dolaran serkeftinên box office’ê. Her çend bi dehan fîlm beşek ji vê celebê bin jî, bi tenê çendek ji wan karîne di dîroka sînemayê de şopeka mayînde bihêlin.

Ji bilî fîlmên pêşeng ên gerdûnên Marvel û DC, berhemên serbixwe jî di vê hilbijartinê de ku ji hêla kovara Esquire ve hatîye amadekirin cih digirin. Hin fîlmên di lîsteyê de bi vegotina çîrokê, hin bi serkeftina teknîkî derdikevin pêş, hin jî bi atmosfereka ku ruhê serdema xwe digire cihê xwe cuda dikin.

Ev 25 fîlm, hem ji bo kesên ku cara yekem temaşe dikin arşîveka bi hêz in hem jî ji bo yên ku gelek caran lê vedigerin bandorker in û nîşan didin ka mijara superkahremanan çawa pêş ketîye.

  1. Superman (1978)

Ev fîlm, ku bingeha sînemaya superkahremanan a modern danî. Performansa îkonîk a Christopher Reeve û vîzyona Richard Donner hê jî îlhamê dide.

  1. Spider-Man 2 (2004)

Fîlmê berdewamî yê bi Tobey Maguire, bi pêşketina karakter, hevsengîya aksîyonê û vegotina dramatîk, di nav adaptasyonên çîrokên pirtûkan de li lûtkeyê ye.

  1. The Dark Knight (2008)

Ev fîlm, bi performansa Joker a Heath Ledger bûye kult, bi çîroka sûc û kûrahîya karakteran vegotina superkahremanan ji nû ve nivîsî.

  1. The Avengers (2012)

Yekem crossovera mezin a ku karakterên cuda dicivîne û çîrokeka tîmê ya ahengdar vedibêje. Nîşandana hêza Marvelê.

  1. The Incredibles (2004)

Malbata superkahremanan a Pixarê, bi avahîya xwe ya mîzahî û hestyarî, serkeftineke ku celebê anîmasyonê jî derbas dike.

  1. Black Panther (2018)

Bi temaya afrofûturîzmê, ne bi tenê fîlmekê superkahremanan e, bes di heman demê de xaleka veguhêz a çandî ye. Performansa Chadwick Boseman nejbîr e.

  1. Wonder Woman (2017)

Yekem fîlmê gerdûna DC yê bi navendeka jin, hem bi aksîyona xwe hem jî bi pêşketina karakterê bi hêz ê Diana balê dikişîne.

  1. Unbreakable (2000)

Nêrîna bêdeng lê bi bandor a M. Night Shyamalan li ser celebê superkahremanan. Ev fîlmê kûr li ser fikra hêzên super di cîhana rastîn de hatîye avakirin.

  1. X2: X-Men United (2003)

Yek ji fîlmên herî gihîştî yên rêzefîlma X-Men. Têmayên nijadperestî, nasname û aidîyetê bi çîrokeka aksîyonê ya bi hêz re dike yek.

  1. Batman (1989)

Ev klasîka atmosfereka tarî ya Tim Burton, bi kadroya Michael Keaton û Jack Nicholson re rêyeka nû da fîlmên superkahremanan.

  1. Spider-Man: Into the Spider-Verse (2018)

Fîlm, celebê anîmasyonê ji nû ve pênase dike, bi çîroka gerdûneke pirjimar ku gelek Spider-Man tê de dicivin, vegotineka nûjen pêşkêş dike.

  1. The Batman (2022)

Nêzîkatîya tarî û detektîfî ya Matt Reeves Batmanê ji nû ve pênase dike. Robert Pattinson di rola sereke de balê dikişine.

  1. Logan (2017)

Ev fîlm bi hewayê xatirxwestinê, ji bo karakterê Wolverine penaseyekî hişk û hestyarî pêşkêş dike. Hewayê westernê jî zêde ye.

  1. The Crow (1995)

Ev fîlm, bi mirina trajîk a Brandon Lee tê bîranîn, bi temayên tolhildanê û jidestdana estetîka gotîk tîne nav celebê superkahremanan.

  1. Captain America: The Winter Soldier (2014)

Ev fîlm, sîxurîyê bi celebê superkahremanan re têkel dike, yek ji wan berheman e ku di Gerdûna Sînemayî ya Marvelê de metnên polîtîk herî baş bi kar tîne.

  1. Hellboy (2004)

Ev fîlm, bi destê gotîk ên Guillermo del Toro hatîye dewlemendkirin, kahremanekê mirovî yê bi koka şeytanî di navendê de ye.

  1. Shin Kamen Rider (2023)

Berhema Japonî ya ji qelema Hideaki Anno, bi serkeftî hêmanên sîberpunk û body-horrorê di nav vegotina superkahremanan de dixe.

  1. Guardians of the Galaxy Vol. 2 (2017)

Bi gerdûna xwe ya rengîn, mîzaha absûrd û temaya bav-kur a hestyarî, fîlmeka berdewamî ye ku fîlmê yekem jî li paş xwe dihêle.

  1. Avengers: Endgame (2019)

Fînala mezin a Gerdûna Sînemayî ya Marvelê. Bi rêwîtîya demê, dîmenên nejbîr ên xatirxwestinê û şerekê mezin, yek ji lûtkeyên vê celebê ye.

  1. Superman II (1980)

Bi performansa klasîk a Christopher Reeve ya Superman, General Zod û dijminên din ên Kriptonî tê de cih digirin. Wekî fîlmeka berdewamî ji hêvîyan zêdetir serkeftî ye.

  1. Watchmen (2009)

Fîlmekê distopîk e ku ji çîroka kult a Alan Moore hatîye adaptekirin, bi atmosfereka polîtîk a giran sînorên exlaqî yên kahremanan dipirse.

  1. Thor: Ragnarok (2017)

Ev fîlm, Taika Waititi derhênerîya wî kirîye, bi zimanê xwe yê tijî mîzah û şêwaza dîtbarî ya nûjen, nefesek nû dide karakterê Thorê.

  1. Super (2010)

Komedyayeka reş a bi îmzeya James Gunn, çîroka mirovekê asayî vedibêje ku bi têgihîştina xwe ya edaletê hewil dide bibe superkahreman. Toneka neasayî digire.

  1. Shazam! (2019)

Fîlmekê dilşewat û dilsoj e ku çîroka zarokekê ku bi gotineka efsûnî vediguhere superkahremenekî mezin vedibêje. Hem mîzah hem jî aksîyon tê de heye.

  1. Thunderbolts (2025)

Berhemeke ku antî-kahremanên gerdûna Marvelê dicivîne, wekî fîlmeke tîmê ya nifşê nû balê dikişîne. Karakterên wekî Yelena Belova û Winter Soldier derdikevin pêş.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.