Piştî pêleka erdhejeka tund a ku bi teqîna volkanîkî ya gengaz li başûrê rojavayê welêt ve girêdayî ye, Îzlanda’yê rewşa derasayî ragihand û rayedarên polîs ji niştecihan daxwaz kirin ku bajarê beravê Grindavík’ê vala bikin.
Sedema Tirsa Volkanê Çima Derket Holê?
Nêzîkî 800 erdhej di navbera nîvê şevê û piştî nîvro seet 14.00ê roja înê de hatin tomarkirin, ku herî kêm di kûrahiya 3-3,5 kîlometre (1,86-2,18 mîl) de, li gorî Ofîsa Meteorolojiyê ya Îzlandî.
Li Hember Vê Yekê Bergirîya Îzlandayê Çi Bû?
Ajansa Parastina Sivîl a Îzlandî roja înê got tunelek magmaya ku derbikeve holê dikare bigihîje bajarê Grindavíkê. Lê ji êvara înê ve, karbidestên Îzlandî dibêjin ne mimkûn e ku mirov bêje ka dê magma derkeve ser rûyê erdê, an na û li ku derê derbikeve.
Hate ragehandin ku “Dibe ku erdhej mezintir bin ji yên berê û ev rêzebûyer dibe ku bibin sedema teqînekê. Lêbelê, hêj jî nîşanek tune ji magmaya ku li ser rûyê erdê nêzîk dibe. Pêşveçûna wê ji nêz ve tê şopandin.”
Çîyayên Volaknîk Çawa Diteqin?
Magma ji zinarên heliyayî û nîvhelkirî yên ku di bin rûyê erdê de tên dîtin û dema ku bi ser rûyê erdê ve hildikişe dibe sedema teqînê û bibe lav.
Rayedaran bang li niştecihan kirin ku bi aramî derbikevin û bi taybetî dane zanîn ku xeterek nêzîk tune.
“Em dixwazin dubare bikin ku divê niştecî malên xwe vala bikin û ji bajêr derbikevin. Lêbelê, em jî dûbare bikin ku ev ne valakirineke derasayî ye, gelek dem heye ji bo amadekarî, ewlekirina karan û bi aramî ji bajêr derbikevin.”
“Eşkere ye ku em Îzlandî bi bûyerên ku me berê nedîtine, herî kêm piştî teqîna Vestmannaeyjar re rû bi rû ne. Em bi hev re rû bi rû man, em ê bi hev re rû bi rû bimînin û em ê wêrekiya xwe wenda nekin.”
Balyozxaneya Emerîkayê…
Balyozxaneya Emerîkayê ya li Îzlandayê hişyariya volkanê da ku nîşaneyên zêdebûna çalakiya volkanîkî da. “Eger teqînek çêbibe, talîmata rayedarên Îzlandî bişopînin. Dibe ku xetereyên volkanîkî lav bin, gazên jehrîn bin û dûmana gur a ji agirê be ku ji lavayê.”
Hewza termalê ya li cîhanê ya navdar Blue Lagoon a li herêmê ji ber çalakiya erdhejê ya berdewam girtî ye.
Ji sala 2021an û vir ve hema hema her 12 mehan carekê teqînek çêdibe. Ya dawîn di meha Tîrmehê de li başûrê paytexta Îzlandayê Reykjavik’ê pêk hatibû.
Îzlanda li ser sînorê plakaya tektonîkî rûniştîye, ya ku bi domdarî Amerîkaya Bakur û Avrasyayê ji hev vediqetîne, wan li ser xeta Mid-Atlantic Ridge ji hev dûr dixe. Li wir 32 volkanên çalak hene.