Di encama kolandinan de li bakurê Îngilistanê, li kaleya Romayê ya kevn a bi navê Bremeniumê (nêzîkî Dîwarê Hadrianusê), du gustîlkên rengê xemr ên kêmdîtî (intaglio) hatin dîtin. Li ser yek ji van zêran, du fîgurên Cupîd hene ku bi hev re tirî jê dikin û li tenişta wan jî afirîdeka mîna bizine heye. Ev wêne, di mitolojîya Romayê de sembola zengînîyê, şahîyê û xwedayê şerabê Bacchusê ye. Ev vedîtin, nîşaneya jîyana rojane ya leşkerên Deryaspî û dewlemendîya çandî ya garnîzonên sînorî yên Împeretorîya Romayê ye.
Kolandin ji sala 2021ê ve ji alîyê Zanîngeha Newcastleê ve tê birêvebirin. Di van kolandinan de 47 dilxwaz û 24 xwendekarên arkeolojîyê beşdar bûn û projeyê ji Fonên Mîrateya Loto ya Neteweyî nêzîkî 50 hezar pound alîkarî wergirt. Dilxwaz Barry Mead di roja ewil a kolandinê de zêrê mezin dît û got: “Piştî 1800 salan yekem kesê ku vî tiştî dibîne ez im, ev hest bêhempa ye.”

Du Zêrên Kesk ên Bêhempa û Sembolîzma Wê
Bremenium (bi latînî “cihên li ser çemê dikure”) kalheka pêşkeftî bû ku di sedsala 2yan a PZ de hatîye avakirin. Ew 25–40 km li bakurê Dîwarê Hadrianusê bû û wekî qereqoleka leşkerî ya giring li hember Kaledonyayê (Skoçya îro) dihat bikaranîn. Li vê derê leşkerên alîkar ên ji Galya û Hispanyayê (Spanyaya îro) dijîyan.
Di vê xebatê de du zêrên kesk ên bi teknîka intaglio (qewartin) hatin dîtin:
– Zêrê mezin: Ji kevirê akik ê soromoro hatîye çêkirin. Li ser wê du fîgurên Cupîdên bi bask tirî ji darê ve dikin û li tenişta wan jî afirîdeka mîna bizinê (Panê an jî satîrek) xwe dirêj kirîye. Ev wêne li Îngilistan û bakurê Ewropayê yekta ye; tenê li Dalmacya (Xirwatistana îroyîn) û bakurê Îtalyayê nimûneyên bi vê şêwazê hene.
– Zêrê piçûk jî bi heman awayî bi hostayî hatîye qewartin û xwedîyê wêneyên mîtolojîk ên Deryaspî ye.
Serokê kolandinê Dr. Richard Carlton got: “Ev zêrên kêmdîtî ne û bi îhtîmaleka mezin yek ji efserên ji Deryaspî anîye vê derê. Li bakurê Ewropayê hunereka ev qas bilind kêm tê dîtin.”

Tiştên din ên hatine dîtin
Di vê kolandinê de hejmareka rekor a tiştan derket holê:
– Amforayên rûnê zeytûnê yên ji bakurê Spanyayê
– Seramîkên ji Galyayê (Fransaya îro)
– Fîbûleyên rengîn
– Serê rimî, gulekên risasî
– Mohrên risasî yên ji bo nameyên fermî
– Çiraya bronz a ji bo gorîgehan
– Parçeyek ji darê, hê jî saxlem
– Heta hirmîyeka hê jî nerm!
Ev tişt nîşan didin ku Bremenium ne bi tenê qereqoleka leşkerî bû, di heman demê de navendeka bazirganî û hunerî bû.

Giringîya Dîrokî
Ev zêrên kesk nîşan didin ku leşkerên ji Deryaspî çanda xwe, mîtolojî û sembolên xwe yên pîroz jî bi xwe re anîne vî sînorê sar û dûr. Ev keşf careka dî tîne bîra me ku Împaratorîya Romayê ne bi tenê bi şûr, her weha bi çand û hunerê jî li cîhanê belav bûye.
Kolandin, dê heta sala 2026ê jî bidomin; armanc dîtina derî, depoyên xwarinê û dibe ku hamamên Romayê ye.
