Di encama kolandinên li Keleha Zerzewanê ku li Çinara Amedê ye, derîyê mezin ê bîrdarîyê yê perestgeha binerd a 1900 salî hate keşfkirin.
Keleha Zerzewanê ku ji navenda Çinarê 13 kêlometreyan dûr e, di serdema Împeretorîya Romayê de cihê leşkerîyê bû û niha jî wekî navendeke geştîyarîyê tête nasîn. Roj bo rojê baldarîya xelkê li ser vî cihê qedîm zêdetir dibe ku hema bêje her roj ev der geştîyaran dihewîne. Her weha ronîyek e ji bo dîrokê. Ji alîyê UNESCO’yê ve hatîye qebûlkirin ji bo Lîsteya Derbazdarî ya Mîrateya Dinyayê. Ji sala 2014an ve lêkolîn li ser vê keleha berbehs dewam dikin.
Li Keleha Zerzewanê Heta Niha Çi Hatine Dîtin?
Heta niha li erdekê qasî 60 dunuman bermahîyeka sûran hatîye dîtin ku nêzîkî 12-15 metreyan bilind û 1200 metreyan dirêj e. Li Kelaha Zerzewanê, nêrîngeheka (kûle) qasî 21 metreyan bilind, dêr, avahîya birêvebirinê, hêwirgeh, dexilxane, cabilxane, gorên kevirîn, coyên avê, 54 sarîçxaneyên avê, dêra binerd, stargeheka 400 kesî, derbasokên veşartî û gelek perestgeh û berhemên dînê Mithrasê hene ku piştî sedsala 4an bi hatina dînê Xirîstîyanîyê giringîya xwe ji dest dabû.
Bi destpêkirina xebatên kolandinê, derîyekê mezin ê ketina Perestgeha Mithrasê û gelek avanî hatine keşfkirin. Serokê kolandinê Doç. Dr. Ayteç Coşkun da dîyarkirin ku li vê keleha 3 hezar salî kolandinên erdkolojîyê û restorasyonên wê ji 9 serdeman borî. Lê zêde kir û got îsal em ê bêhtir li ser qada pîroz a Mithrasê bisekinin.
Gelek Cih Bi Jeoradarê Hatine Dîyarkirin Li Keleha Zerzewanê
Di perestgeha pîroz a 1900 salî de cihê seremonîyên destpêkê hatîye tesbîtkirin. Xebat û lêkolîn dewam in hem li cihê pîroz ê dergehê bîrdarîyê yê ketina perestgehê hem jî li cihên bawermendên dînê Mithrasê lê dimînin. Niha li ser jora cihê pîroz xebat berdewam in. Di bin de jî tesbîta gelek avanîyan hatîye kirin. Ev yek jî hinekê tev li hev e ku li dora perestgehê gelek cihên mayînê hene. Di dînê nihênî yê Romayê de gelek rêûresim û ayîn bi awayekê nihênî dihatin kirin. Di binê kelehê de gelek avanî bi jeoradarê hatine kefşkirin. Cihên pîroz ji bo olê û cihên dî yên kelehê jî ji bo erzaqgehê û di dema şerî de ji bo stargehê hatine bikaranîn.
Heta Dawîya Salê Çaverêyî 500 Hezar Geştyaran Tê Kirin Li Keleha Zerzewanê
Heta niha 400 kesan serlêdana vê perestgehê kirine. Hejmara serlêdana par 313 kes bû. Lê îsal hêj niha ev hejmar hatîye derbazkirin, heta dawîya salê jî çaverîyê 500 hezar geştîyaran tê kirin. Niha jî cihê pêşwazîkirina geştyaran tê kirin.
Plansazîya Pêşerojê Çawa Ye Li Keleha Zerzewanê?
Keleha Zerzewanê yek ji cihên herî giring ên çavdêrîyê ye. Berî bi demekê ji ber barana meteoran gelek hemwelatîyan qesta wê derê kiribû. Eleqeyeka mezin heye li ser vê derê ku êdî mîhrîcanên asîmanî liv ê derê bûne tiştekê edetî. Êdi li gel avakirina pêşwazîkirina geştyaran dê xizmeta xwarinê û pêwîstîyên cuda bêne kirin. Berî geştîyar derbikevin ser kelehê dê pêşîkê bêne agehdarkirin û dê bi berçavkê 3D bigerin li hin cihan. Piştî ev yek hate kirin tê armanckirin ku hejmara geştîyaran herî kêm bigehe milyonekê.
Rojê Çend Kes Qesta Keleha Zerzewanê Dikin?
Rojê li gel 10-15 tûrên otobusên geştyaran, gelek hemwelatî bi erebeyên xwe jî qesta vê derê dikin. Tê armanckirin ku bi çêkirina vê plansazîyê wextekê dirêj û xweştir arasteyî geştîyaran bikin.