Bajarê Amedê, bi dîrok û çanda xwe ya dewlemend û navdar, Roja Zimanê Kurdî bi çalakîyeka watedar pîroz kir. Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Sûrê li ser Kolana Gazî beytên şairên Edebîyata Klasîk a Kurdî li ser peyarêyan dane nivîsandin û bi vî awayî bal kêşa ser mîrata çandî ya kurdan. Ev proje, hem hişmendîya li ser zimanê kurdî zêde dike û hem jî mîrata edebî li qada giştî di nav gel de zindî dike.
Şopên Edebîyata Kurdî li Amedê
Di çarçoveya xebatên Şaxa Parastin û Pêşxistina Zimanî ya Midûrîyeta Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredarîya Bajarê Mezin de, li Kolana Gazî her 25 metreyan carekê beytên şairên navdar ên Edebîyata Klasîk a Kurdî yên wekî Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Şêx Evdirehmanê Aqtepî, Hacî Qadirê Koyî, Melayê Ehmedê Xasî, Osman Sebrî, Sîyahpoş û gelekên dî hatin nivîsîn. Di vê projeyê de ku bi giştî 40 beyt dê bêne bicihkirin, armanc ew e ku li yek ji kolanên dîrokî û qelebalix ên bajêr estetîk û nirxê çandî were lêzêdekirin.
Midûrê Şaxa Parastin û Pêşxistina Zimanî Tahir Baykuşak, der barê projeyê de weha got: “Di pîrozbahîya Roja Zimanê Kurdî de, me xwest Sûrê bi beytên şairên klasîk ên kurdî bixemilînin. Ev xebat, bi taybetî dê rê bide ku tûrîstên ku di nav bajêr re derbaz dibin dewlemendîya zimanê kurdî û kûrahîya edebîyata me bibînin.” Baykuşak, her weha destnîşan kir ku proje armanc dike eleqeya li ser ziman û çanda kurdî zêde bike.
Bertekên Cuda ji Gel û Medyaya Civakî
Peyarêyên Kolana Gazîyê yên bi helbestan hatine xemilandin, bala welatîyan kêşa. Gelek kesan wêneyê beytan girtin û li ser medyaya civakî belav kirin, proje bi giştî bi erênî hate pêşwazîkirin. Li ser medyaya civakî, şiroveyên wekî “Pir xweş çêbûye” zêde bûn, lê hin bikarhêneran rexne kirin û gotin “Ma we ev nivîs layiqî erdê dîtin?” Nîqaşên li ser projeyê, hem ji alîyê piştgiran û hem jî ji alîyê rexnegiran ve li ser medyaya civakî bûn mijara gotûbêjên berfireh.
Hin kesan gotin, “Ger birayê min ê kurd xweşhal kiribe, min jî xweşhal kirîye” û li projeyê xwedî derketin, lê hinan jî anîn ziman ku divê şaredarî bêtir bala xwe bide xizmetên binesazîyê û rêyan. Tevî nîqaşan, proje wekî gavek ku beşdarî çanda bajêr dibe hate dîtin.
Gaveka Giring ji bo Mîrata Çandî û Tûrîzmê
Amed, bi sûran, Baxçeyên Hevselê û xwarinên xwe yên dewlemend jixwe di rêya bûyîna navendeka tûrîzmê de bi bawerî dimeşe. Nivîsîna beytên şairên kurd li ser peyarêyan, cazîbeya tûrîstîk a bajêr zêde dike û di heman demê de ziman û Edebîyata Kurdî jî dide nasandin. Rayedaran dîyar kir ku projeyên bi vî rengî dê hem têkilîyên çandî yên gelê herêmê xurtir bikin û hem jî ji mêhvanên ku tên bajêr re ezmûneka bîrewer pêşkêş bikin.
Peyarêyên Amedê êdî ne bi tenê cihê meşê ne, di heman demê de wekî muzexaneyeka wêjeyî ya vekirî ne. Helbestên Melayê Cizîrî yên bi evînê, gotinên Feqîyê Teyran ên bi hîkmet û beytên şairên din ên nemir, li kolanên bajêr deng vedidin û Amedê careka din dikin navenda çand û hunerê.