• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Li Koma Faceboookê ku Bûbû Kabûsa Tolazan Doz Hate Vekirin

Li Koma Faceboookê ku Bûbû Kabûsa Tolazan Doz Hate Vekirin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Di cîhana dîjîtal de pir hindik tişt kêf û rehetiya ku komên girtî hene yên Facebookê peyda dikin. Lê di van demên dawî de yek ji van koman bû mijara dozeke balkêş. Doz li ser koma Facebookê ya tolazan hate vekirin.

Koma navborî bi navê “Are We Dating the Same Guy?” e ku bi kurtî AWDTSG e anku “Gelo Em bi Heman Zilamî re Derdikevin?” Endamên koma ku taybet ji jinan re ye û ji bo gelek bajaran guhertoyên wê hene, li ser kesên ku pê re derdikevin, şîretan li hev dikin û hevûdu hişyar dikin li ser mijarên dibe ku pirsgirêk bibin. Fonksiyona herî giring a komê, wekî ku hûn ji navê wê jî fêm dikin, eşkerekirina lîstikvanan e ku di heman demê de bi zêdetirî jinekê re flortê dikin.

Çawa Doz lê Hate Vekirin?

Kom ji bo endamên xwe pir bikêrhatî ye, lê ji bo zilamên ku di parvekirinan de hatine behskirin ne mimkûn e ku heman tişt were gotin. Ji ber ku yek ji van kesan ev koma da dadgehê bi hinceta ku mafên wî yên şexsî hatine desteserkirin. Kesekê bi navê Nikko D’Ambrosio ku li bajarê Chicago yê DYAyê dijî, der barê 27 jin, mêrek û gelek platformên medyaya civakî de doz vekir ku Meta jî di nav de ye.

 

Armanca Komê Çi ye?

“Gelo Em bi Heman Zilamî re Derdikevin?” di rûpela xwe de, armanca komê wekî “bilindkirina hişmendiyê ye ku dê jin li seranserê welat bikaribin hevûdu bihêz bikin û hevûdu li hember zilamên toksîk biparêzin” tê behskirin. Daxwaznameya D’Ambrosio ji Dadgeha Navçeya Bakur a Illinois re îddîa dike ku “kom, platforma îfşakirina cihê wan zilamên ku bi jinan re derdikevin, rûreşkirina wan û destûradana êrişa li ser karaktere wan yê exlaqî ye.”

D’Ambrosio Çima Doz li Wan Vekir?

Li gorî doza Business Insider, D’Ambrosio çend caran bi yek ji dozbaran re derketiye ji derve, ketîye zayendî û bihevrebûnek bêwate kirîye. Dûv re, jinikê di komê de ji endamên din pirsî ka agahdariya wan li ser D’Ambrosio heye yan na. Di şiroveyan de, D’Ambrosio wekî “tenîya bidon” û “psikopat” hatiye binavkirin. Yek ji wan jinan nivîsand ku ew û D’Ambrosio çûne hevdîtinekê û şeva xwe bi hev re derbas kirine, lê paşê wî careke din gazî wê nekiriye. D’Ambrosio û parêzerên wî gihîştin vê jinê û jê xwestin ku postê jê bibe. Jinikê ev daxwaz bi cih anî, lê paşê dîsa heman tişt nivîsî, lê navê xwe veşart.

D’Ambrosio Ji Dadgehê Çi Xwest?

D’Ambrosio di daxwaznameya xwe ya ji bo dadgehê de 75,000 dolar tazmînatê xwest. Her weha xwest li dozbaran pêşî li parvekirinê “Gelo Em bi Heman Zilamî re Derdikevin?” bê girtin.

“Di vê nuqteyê de, ev pirs tê bîra min: Heke ev komek girtî ye, ew name çawa derketiye holê? (Bi rastî, bersiv eşkere ye: Çi dikare li ser Înternetê veşartî bimîne?) Ji hêla din ve, ne gengaz e ku meriv rastbûna tiştên ku endamên komê li ser zilamên ku pê re dinivîsin piştrast bikin. Ev rê li ber hişyariyên rastîn vedike ku bi kuştinên navûdengê re werin tevlihevkirin.”

Ne diyar e ka dê doz çawa derkeve, lê wê bê dîin ka kî dê berpirsiyarê tiştên ku di komek girtî ya serhêl de hate gotin were girtin. Bê guman, ev yek dê çi bandorê li ser azadiya derbirînê û ewlehiya medyaya civakî bike, cihê meraqê ye.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.