Dema ku mêrê Marie-Alex de Putterê 12 sal berê li Kamerûnê hat kuştin, porçêkerê wê li kêleka wê bû da ku êşa wê sivik bike. De Putter ew çar meh bûn bi halekî bû û pir bêhnteng bûbû, lê belê Putter bi bîr tîne ku li gel hêza berfireh a terapîstê wê di heman demê de têkilîya li gel porçêkerê wê jê re bû hêz û piştgirîya hestyarî da wê “da saxbûn bimîne”.
Marie-Alex de Putter, bi îlhama xwe ji serpêhatiya xwe salona porçêkirinê û lênihêrînê “Heal by Hair” damezirand ku li Afrîkaya Rojava li Togo, Kotdivuar, û Kamerûnê bi qasî 150 porçêker vekirin ku di dema porçêkirin, neynûk, lênêrîna rûyî deji muşterîyên xwe re şêwirmendîyê dike û wan perwerde dike. Berevajî Ewrûpayê, ku jin kêm caran serdana salonên ciwankarîyê dikin, gelek jinên Afrîkî bi rêkûpêk bi demjimêran porê xwe dişon û vedihûnin.
De Putter dibêje, “Pirsgirêka herî mezin ew bû ku mirov porçêkeran bi nirxê wan razî bike. Gava ku min ji wan re digot tiştê ku hûn dikin ji bo civata wan giring e, wan ji min bawer nedikir. Lê pir caran ew bi tenê çavkaniya piştevaniyê bû.”
Li tu derê cîhanê “kêmasîya tenduristiya derûnî” qasî ya Afrîkayê nîne. 85% heta 95% ji mirovên ku pirsgirêkên tenduristiya derûnî yên cidî hene, ne xwediyê lênêrînê ne. Di vê hînê re, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Afrîkayê wekî herêma ku herî zêde rêjeya xwekuştinê li çaraliyê cîhanê heye binav dike, ku ji sedî 75ê mirina xwekujî ya gerdûnî pêk tîne. Li parzemînê, piştî qezayên trafîkê, di nav ciwanan de sedema herî gelemperî ya mirinê ye.
Aya Estelle Tchimou, 38
“Jiyana li malê ji bo gelek jinên li Kotdivuarê zehmet e. Mêrên wan li wan dixin an jî ji ber têkilîyekî wan dihêlin. Ew hemî peyam û bangên jina nû dibînin û xwe wekî jina neye naxwastin dibînin, êdî xwe xweşik nabînin. Carekê mêrê muwekîlê min ew şopandinbû heta salona min ji bo lê bixe. Min hewil dida ku nîqaşê çareser bikim, lê gelek ji destê min nedihat. Ev rewş min pir xemgîn dikin, ji ber ku ez dixwazim şêwirdarên min bihêztir bibin.
Minata Silué Sorho, 63
“Ji ber ku min ji bedewkirina jinan hez dikir ez bûm porçêker. Ez ji bedewiyê hez dikim. Tişta ku me dide ber çavan jî ev e. Berî ku ez perwerdeyê bigirim, ez ê şêwirdarên xwe li gorî ka wan çawa pirsgirêkên xwe çareser kirin dadbar bikim. Lê niha ez dizanim ku gava ji min bawer dikin, divê ez raza wan bigirim û guhdarî bikim da ku dilê wan aram bibe. Ez bûm qazidekê tenduristiya giyanî ya rastîn. Ez ne bi tenê bi muwekîlên xwe re diaxivim, ez bi her kesê civakê re li ser bêhntengîyê û nexweşiyên din ên derûnî diaxivim. Ev karekî hêja ye.”
Esmel Semou, 50
“Mirovên li Kotdivuarê, ditirsin ji yên pirsgirêkên tenduristiya derûnî heyîn. Ew ji wan dûr dikevin lê ez pir nêzîk dibim. Yek ji muwekîlên min ew qas nexweş bû, wê jî li derveyê malê cil û bergên xwe li xwe kir. Dixwest zarok û mêrê xwe bikuje, xwarina wan jî jehrî kir. Min alîkariya wê kir ku hin dermanan bibine ku pisporekê hin derman reçete dike. Ew niha pir çêtir e. Bûyîna qazidê tenduristiya derûnî, alîkariya jiyana min jî kir. Wekî gelek ciwanan kurên min jî bûne tiryakîyê maddeyan. Min dixwest bibim dayikeke baş û wan perwerde bikim, lê min nedizanî ez ê çawa bê şer bi wan re têkilî daynim. Perwerde ji min re bû alîkar ku ka ez ê çawa hejêkirinê bidim ku min berê nedizanî bidim.”
Ariatou Ouedraogo, 32
“Bi xebata xwe ya wekî qazidê tenduristiya derûnî, ez fêr bûm ku depresyon pir bi hêsanî dikare tê biçe. Min bi xwe ev hîs kir. Dema ez biçûk bûm, birayê min ê biçûk li ber çavên min mir. Ez her gav difikirîm ku ew sûcê min e û min ew sûc bi xwe re dihilgirt. Pir giran bû. Lê niha ez dizanim ku divê ez çi bikim da ku xwe baştir hîs bikim: Ez derdikevim der û pir werzişê dikim, ez zarokên xwe dibim deryayê, ez pirtûkan dixwînim û bi muzîkê xwe azad dikim. Ez fêr bûm ku ez xwe bi jiyanê ve bigirim û vê yekê ji şêwirdarên xwe re veguhêzim. Ez xwe didanim cihê wan ji ber ku em hemû wek hev in. Piraniya wan li malê bi hevjînên xwe re pirsgirêk hene. Niha ez rêwîtiyên piçûk ên ber bi beravê ve çêdikim da ku em bi hev re kêfê bikin.”
Therese Gueu, 55
“Gava ku min dest bi perwerdeya xwe kir ez şok bûm, ji ber ku ez difikirîm ku pirsgirêkên tenduristiya we ya derûnî tê wê wateyê ku hûn dîn in. Lê dûv re ez fêr bûm ku her kes xwedî pirsgirêk e û gava ku we yekî hebe ku hûn pê bawer bin, dê her tişt baş be. Yek ji muwekîlên min îro ji berê bêdengtir bû. Ji ber vê yekê min ew teşwîq kir ku bi min re biaxive. Têkiliyeke min a taybet heye bi jinên ku tên salona min re û her tim wan dikenînim. Ev ji wan re dibe alîkar ku ji bo demekê pirsgirêkên xwe ji bîr bikin.”
Marie Chantal Kouassi, 43
“Piştî ku ez bûm qazidê tenduristiya derûnî, mi bi rastî jî di şêwirdarên xwe de guhertinek dît. Êdî dikarim nîşanan bibînim dema ku kesek depresyonê ye. Ew pir xemgîn in, lê di porê wan de jî guhertinan dibînim; pir caran diwere. Lê carinan dema ku ez vê yekê ji wan re dibêjim, ew serî li tundiyê didin. Dûv re ez diyar dikim ku ez hatime perwerdekirin û pejirandin û ew dikarin ji min bawer bikin. Dema ku ew carek din tên, bêhtir rihet fikrên xwe dibêjin. Lê ez wesa jî hîn bûm ku ji bo ku ez alîkariya kesên din bikim, lazim e ku ez pêşî xwe qenc bikim. Ez dayikek bi tenê me û jiyan dijwar dibe, nemaze ber bi dawiya mehê ve. Niha ez stranan dibêjim dema ku xemên min li min dikevin.”