Mezopotamya her dem di dîrokê de herêmeke gelekî girîng bû. Tê de gelên gelekî cuda jîyan. Her wiha xebata wan gelan di dîroka matematîkê de jî gelekî girîng bû. Di nava van gelan de kurd, sûmerî, akadî, babilî û asûrî jî hene. Di Mezopotamyayê de ceribandinên nivîsandinê yên pêşîn, bûyerên dîrokî û çîrok li ser tabletên ji herîyê çêkirî hatine xêzkirin. Paşê ji bo tîpên cuda nîşanên cuda dibînin û ji wan re dibêjin nivîsa bizmarî. Ev nivîsa nû di demeke kin de berbelav dibe û ji pîktograman zêdetir tên bikaranîn. Tîp li ser wan tabletên herîyê çêkirî xêz dikirin û dipijandin. Bi qasî em ji wan tabletan fêhm dikin li Mezopotamyayê matematîk, ji Misirê pêşketîtir bûye. Çawa bi matematîka misirîyan dizanibûne û bi peydakirina kokên polînomên ji pileya duduyan, çarekirina pergala du hevkêşeyên ji pileya duduyan jî dizanibûne. Hingê hê bi hejmarên negatîv û îrrasyonel nizanibûne. Ji ber wê ne pêkan bûye kokên her hevkêşeyên ji pileya duduyan peyda bikin. Mezopotamyayî bi Teorema Pîsagor û ducariya hejmara π wekî 10 dizanibûne û paşê wekî 3.15 bi kar anîne.
Bi taybetî jî sûmerî, akadî û babilî di mijarên arîtmetîk û cebirê de gelekî bi pêş ketine. Babilî xwedî pergaleke hejmaran ya pêşketî bûne. Ev pergal ne li gorî bingeha 10î, li gori bingeha 60î bû. Babilîyan nizanibûn rojek çend saet e lê dizanibûn her saet 60 deqîqe, her deqîqe jî 60 sanîye ye.
Tişta gelekî balkêş a derheqê babilîyan de ev e ji bo hesabên xwe tablo çêdikirin. Li tabletên berîya zayînê di sala 2000an de hatine dîtin ducariya hejmarên heta 59an û sêcariya hejmarên heta 32an wekî tabloyê hatine nivîsandin. Ji xeynî van tabletan derheqê cebîr û geometrîyê de jî tablet hatine dîtin. Di van tabletan de bi piranî pirsgirêkên mîna hev û bersivên wan hebûne. Çi qasî di tabletan de rêbazên giştî yên bersivan tunebin jî, bersivên wan ên rast nîşan didin babiliyan dikaribûn çend teoriyan di matematîkê de bi kar bînin.


Bi Sembolan Nîşandana Hejmaran
Li Mezopotamyayê hejmar bi sembolan hatine nîşandan. Ev sembol di serdema akadîyan de sembolên razber yên hejmaran bûne. Her wiha bi vî awayî li Mezopotomyayê hejmarên ji 1ê heta 59an wiha nîşan dane:

Pêşketinên matematîkê yên li Mezopotamyayê
-Li gorî bingeha 60î zanabûna pergala hejmaran
-Di hejmaran de zanabûna nirxên pêpilkên
-Ji aliyê akadiyan ve kişfa abakûsê
-Zanabûna çar hesabên bingehîn
-Zanabûna sêgoşaya Pîsagorê
-Çarekirina hevkêşeyên ji pileya duduyan û sisêyan
-Hesaba kokdamîya hejmaran
-Çarekirina pergala hevkêşeyên lîneer
-Xebatên li ser astronomîyê

Planîsfera stêrkan ya suryanîyan li pirtûkxaneya qralê suryanî Ashurbanîpal li Nînewayê hatiye dîtin. Fonksîyona vê tabloya ji herîyê ya bi diameter 13 cm, tê înkar kirin tê de komstêrkên sereke di heşt beşan de bi cîh digirin lê belê xuya dibe nivîs û nîgar di xwezayê de astro-efsûnî ne. Berhevoka Kuyunjik, Mûzexaneya Brîtanî, London.