Li Kanala Panama ya ku Okyanûsa Atlantîk (Atlantîk) û Okyanûsa Pasîfîk (Pasîfîk) bi hev ve girê dide, ji ber hişkesalîya avê derbazbûna hate daxistin bo 25an. Ji ber guherîna avhewayê ya gerdûnî û bûyera hewayê ya El Niño, ji sala 1950an heta niha cotmeha herî hişk tê dîtin.
Hejmara Derbazbûna Keştîyan Dê Çawa Be Di Kanala Panamayê Re?
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kanala Panamayê (ACP) ve hatiye dayîn ve, dê ji 3yê Mijdarê û pê ve heta 18ê Sibata 2024an hejmara derbazbûna keştîyan a rojane ji 31’an bikeve 25’an. Piştî sibatê jî dê bikeve 18an. Di heyama beriya hişkesalîya avê de rojane bi giştî 36 keştî di kanalê re derbaz dibûn. Tê texmînkirin ku kêmkirina transîtên keştiyan dê bihayê hin berheman zêde bike.

Taybetmendîya Kanala Panamayê Çi Ye?
Ev kanal dema rêwîtiya deryayê pir kurt dike di navbera beravên rojavayê Amerîka û Ewropayê, û di navbera beravên rojhilatê Amerîka û Asyayê de.
Tirsa Hişkesalîya Avê Çi Ye Li Ser Kanala Panamayê?
Di nava şert û mercên normal de, salê nêzîkî 14 hezar keştî ji vê kanalê derbaz dibin ku 24 seet û 365 rojan dişuxule. Lê îsal ji ber zuhabûn û hişkesalîya avê, dê ev hejmar gelekî kêm bibe.
El Nîno Çi Ye, Çi Bandora Wê Li Ser Kanala Panamayê Heye?
El Nîno, diyardeyeke hewaya xwezayî ye, dibe sedem ku li herêmên tropîkal ên navîn û rojhilatê Pasîfîkê germahî ji normên demsalî zêdetir bibe. Tê hizirkirin ku El Nîno dê heta Nîsan-Gulana 2024an bidome.

Kanala Panamayê Çawa Dişuxule?
Nêzîkî 200 mîlyon ton ava şirîn ji bo derbasbûna keştiyek di kanalê de tê bikar anîn, ku bi pergala asansorê ya kilîtkirî dixebite.
Ava Kanala Panamayê Ji Ku Tê?
Gola Gatûnê ku çavkaniya sereke ya vê avê ye, bi ava baranê tê xwarin û asta ava golê di bin asta normal ya demsalî de ye. Niha ji ber kêmbûna hejmara derbazbûna keştiyan, gelek keştî neçar mane li herêmên nêzî kanalê bisekinin.

Kêmbûna Derbazbûna Keştîyan li Kanala Panamayê Bandoreka Çawa Diafirîne?
Rewşa kanalê bandorek domînoyê li ser veguhestina deryayî jî dike. Hejmara keştiyên di gerê de kêm dibe dema ku keştî demek dirêj li Panamayê disekinin. Her weha buhayê hilberên ku ew hildigirin zêde dibe ji ber ku keştî neçar in ku rêyên alternatîf û dirêjtir bişopînin. Ji ber vê rewşê mesrefa barkirina gaza lîkît ji DYE’yê gelekî zêde bûye.
Der Bareyê Kanala Panamayê?
Fransiyan di sala 1881 de dest bi avakirinê kirin, lê avahî piştî 10 salan rawestiya ji ber ku wan nekarîn bi lêçûnên pir zêde û zêdebûna nexweşiyên serhildanê yên di nav karkeran de ragirin. Di sala 1904 de, Dewletên Yekbûyî ev proje kirî. Endezyarên Amerîkî biryar dan ku pergalek bi asansoran saz bikin ku dê keştiyan ji asta deryayê bilind bike.
Kanala Panama yekem kanala sûnî ya cîhanê ye ku du okyanûsan bi hev ve girê dide. Kanala 82 kîlometroyî bi qasî 110 salî ye. Keştiya yekem di 15ê Tebaxê, 1914 de derbas bû. Di şert û mercên normal de rojane 36 keştî derbaz dibûn. Ji bo derbasbûna keştiyekê 200 milyon ton ava şirîn tê bikaranîn.
Xerca derbazbûna standard 400 hezar dolarê Amerîkî ye, lê rapor hene ku rezervasyon ketine bazarareş û pargîdaniyên barkêşiyê hene ku bi mîlyonan dolar ji bo derbazbûnê pêşkêş dikin.
Nêzîkî 639 mîlyon dolar lê çûn. Nêzîkî 25 hezar karkeran di dema çêkirina wê de jiyana xwe ji dest dan (nexweşîyên belavok jî tê de). Firehiya wê di navbera 150-300 metreyan de diguhere, kûrahiya wê bi giştî 13 metre ye.
Bi saya kanala ku di serdema xwe de nuwazeyeka endezyariyê bû, dema rêwîtiya behrê ya ji Rojavayê DYE ber bi Ewropayê ve ji sedî 42 kêm bû. Dema rêwîtiya ji Şanghaya Çînê heta New Yorka DYAyê jî ji sedî 14 kêm bû.
Dewletên Yekbûyî di sala 1999 de kanal radestî Panamayê kir. Kanal piştî xebata 10 salan di sala 2016an de hat berfirehkirin.
