• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TEKNOLOJÎ

Li Rojhelata Navîn Yekem Baregeha Fezayî Tê Avakirin

Li Rojhelata Navîn Yekem Baregeha Fezayî Tê Avakirin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Ummanê ragihand ku ew plan dikin yekem baregeha fezayî ya Rojhilata Navîn ava bikin û ew baregeh dê heta sala 2030î bi kapasîteya xwe ya têr û tejî dest bi xebatê bike. Hat diyarkirin ku baregeha bi navê Etlaq wê li bajarê benderê, li Dukmê bê çêkirin û dê evrazîyên ji bo barên avêtinê yên mezinahiyên cuda bêne çêkirin.

Pêvajoyê Çawa Dest Pê Kir?

Plana fezayê di Konferansa Fezayê ya Rojhilata Navîn de eşkera kiribûn ku hefteya borî li paytext Muscatê hat lidarxistin. Di konsepta nû de ku salek berê hatibû ragihandin, Şirketa Karûbarên Fezayê yên Neteweyî (Nascom) ya di bin hukûmeta Ummanî de ragihand ku ew dixwazin welêt di pîşesazîya fezayî ya ku bilez mezin dibe de bikin lîstikvanek giring.

Wê Kengî Bê Avakirin?

Serokê Nascomê Azzan El Sayid got Baregeha Fezayî ya Etlaqê niha di qonaxa plansaziyê de ye û dê heta sala 2025an dest bi çêkirina wê bikin.

Baregeh Wê Çawa Be?

Her weha Seyîd lê zêde kir, “Dê sê kompleksên avêtinê li baregehê hebin; yek ji wan dê ji bo rokêtên navîn-mezin ya din ji bo roketên piçûk-navîn û yek jî ji bo rokêtên mîkro were çêkirin.”

Armanca Avakirina Vê Baregehê Çi ye?

Hat diyarkirin ku armanc bûyîna baregeheke serincrakêş e ji bo şirketên fezayê yên navneteweyî bi pabendbûna bi standardên ku ji hêla Rêveberiya Hewayî ya Federal a Amerîkayê ve hatine destnîşankirin.

Pirsgirêkên Avakirina Vê Baregehê Çi ne?

Şirketên geştên fezayê yên wekî Blue Origin û Virgin Galactic berê ragihandibûn ku ew amade ne Rojhilata Navîn wekî xala destpêkirinê ji bo geştên tûrîzma fezayê bi kar bînin. Lê belê, hin rêziknameyên li DYyê rê nadin ku hin teknolojîyan bibin derveyî welêt. Li dû vê yekê Seyîd diyar kir ku haya wan ji rewşê heye û got Nascom ji bo rakirina vê astengiyê dixebite.

Avantajên Ummanê Çi ne?

Cihê bajarê Dukmê ku nêzîkî ekvatorê ye, di heman demê de baregeha fezayê ya plankirî dike yek ji cîhên avêtina îdeal. Roketên ku ji nuqteyeke weha tên şandin jî dikarin di dema avêtinê de leza zivirîna dinyayê veguherînin avantajê.

Ezzan El Seyîd bal kêşa ser avantaja erdnîgarî ya bajarê Dukmê û weha got:

“Bingeha yekane ya ku nêzî ekvatorê ye li Guyanaya Fransî ye. Lê belê, ji ber ku ew di nîvgilovereke cuda de ye, em wê baregehê wekî hevrikek rasterast nabînin. Faktorek din a ku Ummanê balkêş dike, hebûna Deryaya Erebî û Okyanûsa Hindî ya li rojhilata wê ye. Ev rêgeza menzîla ketinê ewletir dike.”

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.