Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê îsal ji bo cara 13’an di navbera 6–12’ê Cotmehê de hat lidarxistin. Di bernameya vê festîvalê de kurtefilm, belgefilm û filmên metrajdirêj ên li ser kurdan cih digirin yên çi ji alîyê derhênerên kurd çi jî ji alîyê derhênerên Ewropî ve hatibin amadekirin. Festivala Filmên Kurdî ya Berlînê di sala 2002ê da hat damezrandin û îro ne bi tenê di nav civaka kurd da her weha di nava gelên Berlînê û Ewropayê de jî tê nasîn.
Festîval her sal li ser mijareke sereke disekine. Mijara sereke ya festîvalê sala borî Rojavayê welat bû û îsal jî ji bo Rojhilat û di şexsê Jîna Emînî de ji bo têkoşîna jinên Rojhilat hat lidarxistin. Di festîvalê de du derhênerên Rojhilatî yên ku di temenek ciwan de jîyana xwe ji dest dane, Taha Kerîmî û Rehîm Zebîhî jî hatin bîranîn.
Yek ji wan belgefîlmên li ser Rojhilat, “Li Ser Rêyên Azadîyê” (On The Roads Of Freedom) ye ku ji alîyê du jinên kurd Maria û Shiva Ghalvazi ve hatîye nivîsandin û kişandin. Hem têkildarî Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê hem jî der bareyê sinemaya kurdî de ez bi Maria Ghalvazi re axivîm.
Wekî her kurdekê, her jinekê çîroka Marîya jî dirêj û tijî dijwarî ye. Ew jî neçar dimîne ku welatê xwe biterikîne. Maria aktîvîst û rojnamevan e. Îro ew li Norwecê dijî lê bi eslê xwe ji Sineyê, ji Rojhilat e. Marîya û xwişka wê Shiva ji ber karê xwe yê rojnamevanîyê ji alîyê dewleta Îranê ve rastî gefan tên û neçar dimînin ku Rojhilatê biterikînin. Derbazî Başûrê welat, Silêmanîyê dibin. Li wir wekî penaberên sîyasî kar û xebatên xwe yên di ware medyayê de didomînin lê ji bo ku wan radestî Îranê bikin zext li ser hikûmeta Başûr tê kirin. Ew dîsa mecbûr diminîn cihê xwe bugherin û derbazî Tirkîyeyê dibin. Heman tişt li Tirkîyê jî tê serê wan û heşt mehan di girtîgehê de diminîn. Maria dibêje ”ji ber peymana ewlehîyê ya di navbera van welatan dikaribûn wan radestî hev bikin.” Piştî heşt mehan bi alîkarîya hikûmeta Norwêcê û Neteweyên Yekgirtî (United Nations) ji hepsê tên derxistin û diçin Norwêcê.
– Maria, te ji me re bi kurtasî behsa xwe û rewîtîya xwe ya Norwêcê kir. Tu dikarî niha jî ji me re behsa jîyana xwe ya li Norwêcê bikî?
Wekî tu jî dizanî, fikir û pirsên te hebin tu dê li bersivan bigerî û ew derfet li Norwêcê ket destê me. Min û Shiva pênc sal in li Norwêcê dijîn. Pêşî em fêrî Norwêcî bûn û me biryar da ku em di beşa medyayê de masterê (lîsansa bilind) bikin. Me serî li zanîngehê da. Master bi îngilîzî bû û îngilîzî ya me jî baş bû.
– Kurd miletekî wisa ye dikare zû entegre bibe, li gorî min ev tiştekî erênî ye. Jêhatî ne, ez vê yekê ji dil dibêjim. Min li Swêd gelek kurd, bi taybetî jî jin naskirin ku çîroka wan dişibin hev. Ew neçar mane û berê xwe dane welatekî bîyanî. Lê li vir jî jîyanek nû ava kirine û gelek kar û xebatên hêja meşandine. Mîna te û xwişka te Shiva. Hun jî ji bo armancekê bi rê ketin û gihîştin armanca xwe jî. Berî çend rojan belgefîlmê we ”Li Ser Rêyên Azadîyê (On The Roads Of Freedom)” yekem car li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê hat nîşandan. Tu dikarî ji me re behsa naveroka belgefîlma we û zehmetîyên ku di dema amadekirinê de hûn pê re rû bi rû mayîn bikî?
Jîyana me û xebata me ya li Rojhilat ya li ser jin, zarok û karkeran, dîsa jin û kurdbûna me û dû re jî rewîtîya me ya heta Norwêcê bû sedem ku em bibin xwedî tecrûbe û perspektîfên cuda. Li zaningehê dema me master dixwand projeyek me hebû û min û Shiva biryar da ku em li ser têkoşîna jinan kurtefilmekê amade bikin. Jinên Rojhilat xwedîyê dirokek gelek direj û hêja ne. Ne tenê jinen kurd, bi gelemperî dirokek jina heye. Çi medenî çi jî çekdarî be têkoşîn kirine, hîn jî dikin lê hîn jî mafên xwe bi dest nexistine. Ev têkoşîn nifş bi nifş hê jî berdewam dike. Jîna Emînî minaka herî dawî ye. Lewma jî me xwest kurtefilmê me li ser têkoşîna jinan be. Di fîlmê me de em behsa çîroka sê jinan dikin. Yek ji wan ez im, yên din Asîye Emînî û Golrokh Ghobadî ye. Çîroka me çîroka sê nifşên cuda ye, sê nifşên ku têkoşîn û armanca wan yek e, mafên jinan û azadî. Di vî warî de Ghobadî çalakvana destpêkê ye ku çîroka wê berîya Şoreşa Îslamî ya 1979’an destpê dike. Asîye Emînî jî rojnamevan, helbestvan û aktîvîst e. Li ser cezayê bidarvekirinê û keviravêtina li ser jinan xebat daye meşandin
Dema me dest bi filmê xwe kir qaîdeya 35 deqîqeyan hebû û beşek filmê me rastî covid-19 hat û astengî çebûn. Em mecbûr man çend guhartinan li ser filme xwe bikin. Dîsa ji alîyê aborî de butçeya ku me girtî têrî mesrefên me nedikir yên wekî rêwîtîyê û alavên ku bo kişandina fîlmê lazim bûn. Herî dawî qetilkirina Jina Emînî faktora din a herî mezin bû. Em hazir bûn ku mastera xwe biqedinin lê bi taybetî kuştina Jina her tişt guhert. Ji alîyê jinan ve serhildanek mezin hat pesandan, li hemû cihanê deng veda. Li ser fîlme me jî bandor kir û em mecbûr man hin guhertinan di filmê xwe de bikin.
– Min mixabin hê jî lê temaşe nekirîye, lê ew yek ji wan fîlman e ku bala min pir kişand. Ez soz didim di zûtirîn demî de temaşe bikim. Naverok û sernavê fîlmê we jî pir lihevhatî ne.
Wekî derhênerek ciwan û nû li festivalê tişta herî zedê li ser te bandor çekiri çi bû? Tu bi giştî Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê çawa dinirxinî? Li gorî te giringîya vê festîvalê çi bû?
Gelek giring bû. Em ji bo festîvalê hatibûn vexwendin û derfet hebû em jî beşdar bûn. Li Berlînê, wan em bi germî pêşwazî kirin. Ji bo me cara yekem bû û tecrûbeyek gelek taybet bû. Ji bo festîvalê derfeta me ya reklamê nebû. Lê salon tije bû û hemû bilêt hatibûn firotin.
Festîval xwedî armanceke pir watedar û giring bû. Her çend di navbera wan de sînor hatibin xêzkirin jî, hişt ku mirovên ji heman erdnîgarîyê hev bibînin û hev nas bikin. Tişta li ser min bandor çekirî yan jî bala min kişandî ew bû ku dê û bavan keç û zarokên xwe bi xwe re anîbûn wê derê. Ew li Ewropayê çebûne lê malbatên wan dixwastin ku nîşanî zarokên xwe bidin ka rewşa Rojhilat çawaye û çîroka jinên Rojhilat bibihîsin ku çawa li wir ji bo mafên jinan têdikoşin. Vê yekê gelek bala min kişand. Ya din jî gelek femînîstên Ewropî hatibûn. Têkoşîna jinan ya li Rojhilat gelek bala wan dikişand û digotin têkoşîna we ya me ye. Têkoşîna me ji alîyê wan ve tê naskirin. Ew piştgirîya ew didin me gelek hêja ye. Filmê me filmek informatîv bû û em gelek kêyfxweş in ku peyama me gihişt gelê me û bi vi rengî em gihiştin armanca xwe.
– Gelek pirsên min hene, lê ez naxwazim zêde wextê te bigrim. Wekî pirsek dawî li gorî te rewşa sinemaya kurdî çi ye yan jî di çi astê de ye? Te çima karê sînemayê hilbijart?
Ez dikarim bêjim sînemaya kurdî hîn zarok e. Belê, gelek derhênerên me hene ku xwedî fîlmên serkeftî û girîng in wekî Yilmaz Guney. Lê mixabin hemû zilam in.
Di destpêkê de karê me rojnamegerî û medya bû. Medya amûrek e bo me bo em bikarin dengê xwe bigihînin gelê xwe û cihanê. Amûreke zor bihêz e. Eger rast neyê bikaranîn dibe ku bibe sedema encamên xelet. Ez jî wekî jin, kurd û wekî kesek ku gelek caran rasti nîjadperestî hatime û min ji van tiştan tecrûbe girtîye wisa difikirim ku gelek giring e ku dengê me jinan di medyayê de hebe. Divê em jin bi xwe bibin dengê xwe. Li her çar parçeyan de bi giştî dengê jinan kêm e. Dengê li medyayê ew qas bi hêz nîne. Gelek xebatkarên me hene, gelek karên baş dikin lê dengên wan nayê guhdarkirin. Perspektîva jin di sînemaya kurdî de kêm e. Di sinemaya me de perspektîva jinan pewîst e. Em têkoşîna jinan bi taybet jinên kurd bi şewazeke dîtir dibînin, dibe ku ji zilamê kurd cûda be. Dema mijar dibe encam an berhem mêrsalarî dikevê pêş. Lazim e em jî berpirsyar bin û baldar bin. Divê kar û xebata jinan nekeve bin sîya kesên din. Divê em xwedî li xwe derkevin û çîroka xwe bi xwe bêjin, ji perspektivên xwe bêjin. Pêwîst e jin derkevin pêş, sînemaya me pêdivî bi vê yekê heye.
Mijareke din jî ew e ku sazîyeke me nîne ku piştgirîya derhênerên me bike. Divê rêxistinek hebe ku projeyê analîz bike û alîkarîya aborî bike. Ger em dixwazin bibin xwedî sînemayeke fermî ku li cîhanê bê naskirin, divê rêxistineke me ya fermî hebe. Ev yek bandoreke neyînî li ser sînemaya kurdî dike. Faktorên wekî sansûr û zextê jî nahêlin Kurd bi serbestî fîlman çêbikin.
….
Ez spasîya Maria û xwişka wê Shiva Ghalvazi dikim û di projeyên pêşerojê de hêvî dikim serkeftî bin.