Li şkefta Şanedarê ya Hewlêra Başurê Kurdistanê serîyekê 75.000 Salî ku di sala 2018an de hatibû dîtin ji alîyê zanyaran ve bi venêrîn 3D’yê hate zindîkirin ku ka rûyê insanên berê teqrîbî çawa bû. Serikê pêçandî û perçebûyî, ronahiyê dide ka yek ji nêziktirîn xizmên mirovên nûjen çawa xuya dikirin. Her weha ev serik ji bo belgefîlma BBC Studios ya Netflix Secrets of the Neanderthalsê bû mijar ku van rojan promiyera wê hate kirin û li dinyayê deng veda.
Ev serik ji ber ku li şekfta Şanedarê ya Hewlêrê hatibû dîtin, bi navê Şanedar Z hate binavkirin. Kennis dest bi avakirina qatên masûlk û çermî kir da ku rûyê wê eşkere bike. Bi tenê nîvê Şanîdar Z hatibû dîtin. Ji ber vê yekê tîma lêkolînê neçar ma ku proteînên emelê diranan bi kar bîne ku zayendê wê peyda bikin. Di encama vê yeke de bi ser hilbûn ku ew jin e.
Pêvajoya Xebatê Çawa Pêk Hatîye?
Yekem car di sala 1951an de li şkefta Şanedarê ya Hewlêrê 10 Neanderthalên ku zarok û jin û mêr hatibûn dîtin. Ji wê rojê şûnde ew şkeft bala dinyayê kêşabû ser xwe. Profesor Graeme Barker, ji Zanîngeha Cambridgeê da dîyarkirin ku sere wê wekî pîzzayê rast bû û pirtpirt bûbû. Paresî, mil, pişt, didan, movik, erzing û deste rastê hebû. Hestîyên wan gelek zêde ner bûbûn. Wan ev perçe bi destûra Jûra Erdkolojîyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê birîye û bi hev kirine û di encama vê yekê de bi wekî 3D venêrin kirine û şiklê wê yê rastî bi dest xistine.
Berî 75.000 Salan Jîyaye
Tê Paleoantropolog Dr. Emma Pomeroy da zanîn ku ev Neanderthal dorê 40 salî ye û kêm zêde berî 75.000 hezar salan jîyaye. Weke din, piştî ku arkeologê Amerîkî Ralph Solecki di salên 1950an de bermahiyên Neanderthalê dît, şikefta navborî li herêmê statûyeke efsanewî bi dest xist. Pispor destnîşan dikin ku ev cîhê goristanê kevirek mezin ê vertîkal heye ku dibe ku wekî nîşanek were bikaranîn, ev jî der bareyê nêrîna mirovên berê de agehîyan dide me.
Profesorê Cambridge Graeme Barker, ku kolandinên li şikeftê bi rê ve dibir, got: “Neandertalan ji dîtina xwe ya 150 sal berê heta ve çapemeniyek xirab werdigirin. “Tişta ku me dîtîn Şanedar, nîşam dide ku Neanderthal ku pismamên me yên evulasyonê ne, hizra wan li ser mirin ê û piştî wê zêde ji ya me cuda nîne.
Bû Mijara Belgeselê
Promîyera belgesela “Nepenîyên Neanderthalan” (Secrets of Neanderthals) rojên borî li seranserê cîhanê di Netflixê de hate kirin bi derhênerîya wê Ashley Gething ku bi bi filmên xwe navdar e. Kêşanên belgesele li Kurdistanê, Xirwatistanê, Fransayê û Gibraltarê hatine kirin. Belgesel der bareyê Neanderthalan de agehîyan dide, xeletîyên der heqê wan de serast dike û zanînên weşartî dide. Di belgeselê de lîstkvanên wekî Gabriel Andreu û Ibbi El Hani, dikevin rola Neanderthalê pîremêr û Neanderthala cihêl ku ev yek di vegotinê de hêsankarîyê ji zihne me yê dîtbarî re dike.
“Serîyê Neanderthal Dê Bivegere Kurdistanê”
Serokê Erdkolojîya Soran Abdulwahab Silêmanî da dîyarkirin ku serikê jina Neanderthal ku li şkefta Şanedarê ya Hewlêra Kurdistanê hatibû dîtin û niha li Zanîngeha Cambridgeê ye dê radestî Herêma Kurdistanê bikin car din.
Ev jina 45 salî ku bûye mijara belgesela Netflixê û bi Şanedar Z’yê hatî binavkirin ji ber vê keşfe yekem car rûye insaneke Neanderthal hat ezanîn. Abdulwahab Silêmanî da zanîn ku şkeft êdî cihekê gelek giring e û dê wê dere bikin navenda turîzm û geşt û gerê. Her weha da zanîn ku xebat hê jî berdewam in.
Neanderthal Çi ye?
Neandertal binecureyekî mirovan e ku bi navê Homo neanderthalensis têne zanîn. Nêzîkî 600.000 sal berê derketine û 40.000 sal berê nifşê wan bi dawî bûye. Bi gelemperî di hewayên sar de dijîyan û li gelek deverên Ewrûpa, Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn hatine jîyane.
Neandertal bi bejna xwe ya mezin, girseya masûlkeya xurt û cildên mêjî yên mezin dihatin naskirin. Her weha tê zanîn ku tevgerên tevlihev ên wekî çêkirina amûran, bikaranîna agirî û tewra ramana sembolîk jî nîşan didin. Li gorî mirovên nûjen (Homo sapiens), tê fikirîn ku şiyanên çandî û tevgerî yên Neanderthalan pir pêşkeftî bûne. Lêbelê, bi rastî nayê zanîn ku çima nifşê wan xilas bûye. Tê texmîn kirin ku faktorên cihêreng rol lîstine, di nav de guherînên avhewa, pêşbazî, nexweşî, û tewra têkiliyên bi mirovên nûjen re.