• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ZANIST

Li Sûra Amedê Goreke Hezarsalane Hate Dîtin

Li Sûra Amedê Goreke Hezarsalane Hate Dîtin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Li Sûra Amedê, di navbera Dêra Saint George û baskê bi birca 75 hejmare ku li ser merheleya 4emîn a sûrên bajarê Amedê yên 5 hezar salî ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da ye, gorek hate dîtin ku tê texmînkirin aîdî serdema Romayê ye. Ev gora cara pêşîkê li bajêr hatî dîtin, 2 metre 24 santîmetre dirêj e, berê wê 82 û bilindahîya wê jî 116 santîmetre ye.

Gor Çawa Hate Dîtin?

Li navçeya Sûrê xebatên restorasyonê yên li ser perçeyên hilweşiyayî yên sûrên bajarê Amedê yên 5 hezar salî dewam dikin ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê de ye. Di dema ku qonaxa 4an de li baskê jimare 75 berdewam dikir, tîm rastî erdekê hişk hatin.

Tîmên ku li herêmê lêkolîn dikirin goreke ku yekem car li bajêr tê dîtin vedigere serdema Romayê, di navbera baskê jimare 75 û Dêra Saint George de dîtin. 2 derên wê hene ku 2 metre û 24 santîmetreyan dirêj e û 82 fireh, 116 santîmetreyan bilind e, bi vîncê bi xebateke nazik hate rakirin. Di lêkolînê de derket holê ku beşê qalikê gorê ji yek perçeyek kevirê kirêçê pêk hatiye.

Gor Çawa Hatîye Derxistin?

Midûrê Vekolîn û Bîrdariyên Diyarbekirê Cemîl Koç li ser baskên 75 û 76 yên sûrên Diyarbekirê ye axivî. Koçî diyar kir ku berê ji bo ketina qata jêr a baskê 4,5 metre kolandinek pêk anîne û diyar kir ku ji ber ava binerdê ya ku dema dadikeve binê gorê hewcehî bi drenajê dîtine. Bi vî rengî bi awayekê nazik û baldar gor hatîye derêxastin.

Dîroka Gorê Çi ye?

Li dû lêkolînên qonaxa destpêkê tê texmînkirin ku ev gore kevnar teqrîbî digehe 12.000 sal bere. Anku ev gora ku di navbera Dêra Saint George û baskê bi birca 75 hejmare ku li ser merheleya 4emîn a sûrên bajarê Amedê yên 5 hezar salî ku di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da ye, tê texmînkirin aîdî serdema Romayê ye.

Li Alîyekê Wê Xaça Maltayî li Ser Hate Dîtin

Li alîyekê wê di bazineyekê de Xaça Maltayî hate dîtin. Tîmên Laboratuwara Herêmî ya Restorasyon û Parastinê ya Diyarbekirê li ser gorê xebat dan destpêkirin ku niha li baxçeyê muzeyê tê nîşandan. Li dû vê yeke serokê xebatê weha axivî:

“Derê gorê ji du beşan pêk tê. Beşa hewzeyê jî ji tevahî yekpare pêk tê. Gor ji kevirê kirêçê ye, dirêjiya wê 224 santîmetre, berê (firehî) wê 82 santîmetre, bilindahiya wê jî 116 santîmetre ye. Ji aliyekî ve, ji sarcofagusê, di bazineyeke gilover a ku bi teknîka reliefê hatiye çêkirin de xaça ku em weke Xaça Maltey’ pênase dikin heye. Li ser bergê, li eniyên pêş ên parçeyên lotusê xaçek heye ku bi teknîka kolandinê hatiye çêkirin.”



nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.