Gelek çîrokên hêja hene ku hîn nehatine nivisîn, bi taybetî jî çîrokên jinên kurd. Çîroka Gulîstan Kavak yek ji wan çîrokan e ku hêjayî behskirinê ye. Lê wê çîroka xwe bi xwe nivîsîye û dibêje:
– Ez hê zarokek pênc salî bûm, hê destê min nedigihîşt destikê derî, hê min nedikarî bi qasî mezinan bi lez bimeşim, hê min ji pencereyê derva nedidît, min ji dê û bavê xwe re tercumanî dikir. Ji ber ku dê û bavê min zimanê Swêdî nedizanîn û ew nexwende bûn. Ez hê pênc salî bûm doktorê bavê min, xwest ku ez ji bavê xwe re bibêjim ku ew bi penceşêrê ketiye, min nekarî. Min tenê gotê divê rontgenek were girtin.
Gulistan Kavak Kî Ye?
Dema malbata Kavakê di sala 1991an de koçî Swêdê dike hîn li Swêdê wergêrên kurd tunebûne lewma jî ew neçar dimîne ku carinan dev ji dibistanê berde da ku ji dê û bavê xwe re tercumanîyê bike. Çîroka koçberîya wan yan jî sedema koçberîya wan wek malbatên din ên kurd e. Gulîstan Kavak li Swêdê ji dayîk bûye, lê bi eslê xwe ji Nisêbina Mêrdînê ye. Gulîstan Kavak civaknas û nivîskar e. Ew li dibistanê wek şêwirmendê dibistanê (school counselor) dixebite, ku beşek ji tîma perwerdehiyê ye û alîkariya giring dide xwendekaran.
Gulistan Kavak’ê Xelata Dîsleksîyê Wergirt
Min di destpekê de jî nivîsîbû ku çîroka Gulîstan Kavak hêjayî behskirinê ye, ne tenê ji ber ku berpirsiyariyên xwe di temenek biçûk de ji bo malbata xwe hilgirtiye ser milê xwe, her weha ew yekem jin û civaknasa kurd e ku li Swêdê Xelata Dîsleksî’yê wergirtiye. Kavak di 6’ê Cotmehê de li qesra Stockholmê bi merasîmekê xelata xwe ji destê prens Carl Philip wergirt.
Xelata Dîsleksî Çi Ye?
Xelata Dîsleksî salê carekê ji bo kes, komele an jî saziyekê tê dayîn ku ji bo kesên bi dyslexia, dyscalculia an jî zehmetiyên xwendin, nivîsandin û hejmartinê tiştek erênî kirine. Gulîstan Kavak di nav sed kesan de hat hilbijartin. Der barê namzednîşandanê û xelat wergirtinê de jî dibêje:
– Nêzîkî %13 ji nifûsa mezin a swêdî nexwende ne. Ev tê wateya nêzîkî 780.000 mirovên di navbera 16 û 65 salî de nexwende ne. Ev rêjeyek mezin e. Dema min bihîst ku ez ji bo vê xelatê hatim berbijêrkirin ez pir kêfxweş û hestiyar bûm. Armanc belavkirina agahiyên bêhtir bû der barê nexwendebûnê de li Swêdê û peyama min bi pirtûkên min gihîşt civakê.
Gulistan Kavak’ê Çi Kiribû?
Gulîstan Kavak di sala 2022’an de du pirtûkên li ser nexwendewariyê nivîsîbûn. Yek ji bo zarokan û ya din jî ji bo mezinan bû. Her du jî ji bo hişyarkirina li ser nexwendewarîyê bû. Kavak bi pirtûken xwe, tiştên nayên dîtin yan jî yên di civakê de hatine jibîrkirîn ji nû ve ji civakê re eşkere dike. Der barê pirtûkên xwe de dibêje:
– Min heta niha du pirtûk nivisîn, Newxwende – Malûlîyeta Nedîtbar ji bo mezinan ya din jî Dayika Min Nikare Bixwîne û Binivîsîne, ew jî ji bo zarokan. Bi wan pirtûkan armanca min ew bû ku ez balê bikişînim ser çawanîya jiyana zarokên ku dê û bavên wan nexwende ne û her wiha dema hevdîtinên bi sazîyên fermî re dikin malbata wan zarokan rastî çi zehmetiyan tên. Dibistan mînakek e. Em dikarin bi alîkariya dibistanan dest bi alîkariya zarok û malbatên weha bikin. Pirtûka min bi giranî ji bo mamosteyan e.
Lê di heman demê de ew pirtûk ji bo komên pîşeyî yên din jî ne, ku rojane bi kesên nexwende û zarokên wan re dikevin têkiliyê. Mebesta min ew e ku ev pirtûk rêberiya van kesan bike. Li Swêdê, li welatekî wesa pêşketî kes bawer nake ku %13’yê xelkê nexwendî be. Lê ew rastî ya vî waletî ye û piranî ya wan jin in. Helbet nexwendebûna dê û bavan bandorek mezin li ser zarok û jiyana wan dike.
Barê Giran ê Gulistan Kavak’ê Çi Bû?
Ji ber ku Gulîstan Kavak bi dê û bavên nexwende re mezin bûye, diviyabû di temenek biçûk de bi her awayî alikarîya wan bikira:
– Wekî ku me cih guhartibû, ez ji dê û bavê xwe re bûm dê û bav. Dema ez hinekî mezin bûm, min fêm kir ku jiyana min li gorî jiyana hevalên min hinekî cudatir e. Rojekê ez 13–14 salî bûm, li gel hevalên xwe bûm û hevala min jî ji bo rojbûna xwe ya 26’ê mehê behsa planên xwe dikir. Ji bo min dawîya mehê roja fatûrayan bû û dema min ji wan re behsa vê yekê kir ew hinekî şaş man û fêm nekirin ku ez qala çi dikim. We rojê min fêm kir ku ew fatûrayan nadin û her çend em di heman temenê de bûn jî berpirsiyariyên me yên cuda hebûn. Yên min ên mezinan bûn.
Armanca Gulistan Kavak’ê Çi Ye?
Bêguman têkoşîna Kavakê ya îro ji bo zarokên ku di heman rewşê de ne. Tevî ku dîsleksiya wê jî heye îro bûye cîvaknas û nivîskar. Derbarê vê yekê de jî dibêje:
– Min dizanî ez ê rojeke binivîsim, xeyala min bû. Min ji nivisandinê hez dikir. Li mala me her çend dê û bavê min nexwende bûn jî çanda xwendinê, perwerdeyê hebû. Ji bo malbata min tiştekî bi qîmet bû. Ger mamosteya min bigota divê Gulîstan pênc pirtûkan bixwîne dê û bavê min dikir ku ez wan pênc pirtûkan bixwînim. Nexwendebûn, ne tiştekî wesa ye ku meriv hildibijêre, girêdayî şert û mercên mirov tê de ye. Divê em li ser vê biaxivin, zanînê zêde bikin û bibin alîkar. Min hevpeyvîn kir ji bo pirtûka xwe bi kesên din ên ku dê û bavê wan nexwende ne. Yek ji wan Serkan Kose ye ku îro parlamenterê partîya Sosyal Demokrat e. Ya din ji Hedîye Guzel e ku seroka ragihandinê ya Yekitiya Bijîşkên Swêdê ye. Her du jî ji kurdên Anatolyaya Navîn in. Dê û bavê wan newxwende bûne lê îro ew li Swêdê gelek karên hêja dikin.
Bi van mînakan dixwazim bêjim ku dê û bavê te nexwende bin jî, dîsleksîya te hebe tu jî dikarî bi ser kevî. Divê ciwan vê yekê baş fêm bikin û rewşa ku ew tê de wekî çarenûs qebûl nekin. Ji xwe re li çareyekê bigerin, alîkariyê bigerin. Bi taybetî li Swêdê gelek alîkarî hene ku ciwan dikarin jê sûd werbigirin. Hema bêje hemû dibistanên li Swêdê piştî dersan ji bo dersên malê alîkariyê didin. Ne tenê dibistan, komeleyên curbecur jî firsendeke weha pêşkêş dikin. Disa wek mînak min û hevalên xwe alîkariya hev dikir. Piştî ku me nivîsandina xwe diqedand, me ji hev re dişand û şaşitiyên hev serast dikir. Rêbazeke serkeftî bû.
Kurê Gulistan Kavak’ê Bandora Wî Li Ser Dayika Wî
Berî ku ez nivîsa xwe bi dawî bikim dixwazim ji we re behsa kesekî din ê giring di vê çîrokê de bikim. Ew jî Zal e, lawê Gulîstan Kavak e. Zal rêberiya dayika xwe dike û dibêje “Yadê eger pirtûka te tenê bo mezinan be wê zarok çawa bixwinîn û fêm bikin?”. Wê demê Gulîstan Kavak biryarê dide ku ji bo zarokan jî pirtûkekê binivîse.

Dinya diguhere, dîjîtalîzasyon her ku diçe di jiyana me de cih digire û ev yek dihêle ku em mirovên ku hîna jî firsenda çûna dibistanê tune ne ji bîr bikin. Hîn di sedsalên 21an de keçên ji mafê perwerdehiyê tên astengkirin hene. Ew zarok, malbat û pirsgirekên curbecur li benda alikarîya me ne.