Li navçeya Çinarê ya Amedê keyfa temaşekirina barîna meteoran tê lidarxistin. Heskirîyên ezmanan ên ku dixwazin barîna meteoran temaşe bikin dê li navçeya Çinarê ya Amedê li Keleha Zerzewanê ya 3 hezar salî bên cem hev. Amadekarîyên temaşekirina barîna meteoran a li Kela Zerzevanê bi dawî bûn.
Di 12ê Tebaxê seet 20:00-02:00an de bi şîara “balgehê xwe hilde û were” Çalakîya Barîna Meteoran dê pêk were. Di daxuyanîya Qeymeqamtîya Çinarê de hat ragihandin ku li navçeya Çinarê ya Dîyarbekirê dê li Kela Zerzewanê ya 3 hezar salî ‘Bernameya Barana Meteoran’ bê lidarxistin.
Ji bo “Bernameya Barana Meteoran” a ku wê 12ê Tebaxê roja Duşemê saet di navbera 20.00 û 02.00an de bê lidarxistin bangawazî li beşdaran hat kirin.
Dîrok û Giringîya Keleha Zerzewanê
Kela Zerzewanê, li navçeya Çinarê ya Amedê komplekseka kelehê ya kevnar e. Ev avahîya bi heybet a ku dîroka wê vedigere sedsala 4an a berî zayînê, şopên demên berê heta îro hildigire û mêhvanên xwe dixemilîne. Keleha Zerzewanê ku li navçeya Çinar a Amedê ye, garnîzoneke leşkerî û avahîyeke dîrokî ya serdema Romayê ye.
Keleha Zerzewanê ku ji navenda Çinarê 13 kêlometreyan dûr e, di serdema Împeretorîya Romayê de cihê leşkerîyê bû û niha jî wekî navendeke geştîyarîyê tête nasîn. Roj bo rojê baldarîya xelkê li ser vî cihê qedîm zêdetir dibe ku hema bêje her roj ev der geştîyaran dihewîne. Her weha ronîyek e ji bo dîrokê. Ji alîyê UNESCO’yê ve hatîye qebûlkirin ji bo Lîsteya Derbazdarî ya Mîrateya Dinyayê. Ji sala 2014an ve lêkolîn li ser vê keleha berbehs dewam dikin.
Di kolandinên ku ji sala 2014an ve têne kirin, nîşan didin ku Zerzewan ne bi tenê kelehek bû di heman deme de navendeka giring a bazirganîyê û wargeheka olî bû. Her weha şopên dînê Mîtrayê di xwe de dihewîne.
Keleha Zerzewanê Kengî Hatîye Çêkirin?
Her çend ne dîyar e kengê cara yekem hatîye çêkirin jî, tê pêşbînîkirin ku di serdema Asûrîyan de li Zerzewanê keleheka bi navê Kinabû hebû. Tê texmînkirin ku keleh di serdema Persan de jî hatîye bikaranîn. Navê kevnare yê Kela Zerzevanê bi îhtimaleke mezin Samaçî ye. Rûniştina leşkerî ya sereke di serdema Romayê de di sedsala 3an de hatîye çêkirin. Keleh heta fetha artêşên Îslamê di sala 639an de bênavber hatîye bikaranîn. Dîwar û avahîyên rûniştinê di serdema Anastasios I û Justinian I’ê de hatine nûkirin û ji nû ve hatine çêkirin.