Rêzefîlma efsanewî ya Harry Potter, ku ji pirtûkên J.K. Rowling hatîye adaptekirin, bi rêzefîlmeka nû ya televîzyonê vedigere! Kadroya lîstikvanên rêzefîlmê di dawîyê de hate eşkerekirin ku ev demekê dirêj bû HBO li ser dixebitî û tê plankirin ku sala 2026an li ser platforma Maxê bê weşandin. Vê projeye di nav temaşevanan de coşeka mezin çêkir ku dê karakterên cîhana sêrbazîyê yên hezkirî bi lîstikvanên nifşê nû re bîne ba hev.
Hêzên Nû di Rolên Serekî de
HBOyê piştî pêvajoyeka hilbijartinê ya bi baldarî, lîstikvanên ku dê rolên Harry Potter, Hermione Granger û Ron Weasley bilîzin dîyar kir. Sala borî ji bo zarokên di navbera 9-11 salî de audîsyonên vekirî hatin lidarxistin û zêdetirî 30,000 serlêdan hatin wergirtin. Ji namzetan hat xwestin ku du vîdyoyan, yek ji bo danasîna xwe û yek jî ji bo xwendina helbestekê an çîrokekê, bişînin. Encamên vê pêvajoya dijwar weha ne:
Harry Potter: Lîstikvanê skotî Dominic McLaughlin dê bibe Harry ku bi rêzefîlma komedî ya Sky TVyê Grow û berhema serpêhatî ya BBCyê Gifted tê naskirin. Ew ê cesaret û biryardarîya Harry ji nifşeke nû re bîne.
Hermione Granger: Arabella Stanton dê karaktera zîrek û xîretkêş a Hermione jîndar bike, ku li Londonê di mûzîkala Matildayê de rola sereke lîst.
Ron Weasley: Alastair Stout dê wekî endamê şad û dilsoz ê malbata Weasley, Ron, dê derkeve beramberî temaşevanan.
Di Kadroya Mezinan de Lîstikvanên Pispor
Ji bo karakterên mezin ên rêzefîlmê jî komeka lîstikvanên bi bandor hatin hilbijartin. HBOyê mamosteyên hezkirî yên Hogwartsê û rolên din ên îkonîk spartine lîstikvanên xwedî tecrûbe:
Albus Dumbledore: John Lithgow dê rola rêveberê zana yê Hogwartsê bilîze, ku xelata Emmyyê wergirtîye. Lithgow bi Dexter, İnterstellar û Killers of the Moon tê naskirin.
Minerva McGonagall: Janet McTeer dê rola profesoreka hişk lê dilovan bilîze, ku namzeda Oscarê ye. Ew bi The Menu û Albert Nobbs tê naskirin.
Severus Snape: Paapa Essiedu dê bi vê rola tevlihev nêrîneka nû bîne ku bi I May Destroy You û Gangs of London navdar e. Ev hilbijartin di nav hin temaşevanan de nîqaşan çêkir, lê çêker bi performansa Essiedu bawer in.
Rubeus Hagrid: Nick Frost dê wekî nîvdêwê hezkirî Hagrid temaşevanan dilşad bike ku ji Shaun of the Dead tê naskirin.
Quirinus Quirrell: Lîstikvanê şanoyê Luke Thallon dê vê karaktera nepenî jîndar bike.
Argus Filch: Paul Whitehouse, ku xwedîyê xelata BAFTAyê ye, dê wekî cerdevanê gemarî yê Hogwartsê cih bigire.
Soza Adaptasyoneka Dilsoz
HBOyê dîyar kir ku rêzefîlm dê bi awayekî dilsoz ji rêzenivîsa heft pirtûkan a J.K. Rowlingê were adaptekirin. Her demsal dê li ser bingeha pirtûkekê be û serpêhatîyên Harry Potter bi hûrgilî bigihîne ekranan. Çêkerên Francesca Gardiner û Mark Mylod gotin: “Ev kadroya jêhatî dê nêrîneka nû bîne karakterên hezkirî û dê cîhana sêrbazîyê hem ji temaşevanên nû hem jî ji yên heyî re pêşkêş bike.”
Nîqaş û Bersivên Temaşevanan
Hilbijartinên lîstikvanan, bi taybetî ji bo rolên Snape û Dumbledore, di nav temaşevanan de bersivên cihê çêkirin. Rola Snape ya Paapa Essieduyê ji hêla hin temaşevanan ve wekî “negirtina pirtûkan” hate rexnekirin, lê yên din bawer dikin ku lîstikvanê ciwan dê nêrîneka nû bîne. Bi heman awayî, hilbijartina John Lithgowê Amerîkî ji bo rola Dumbledore jî bû mijara nîqaşan. Lê belê, HBOyê soza avakirina kadroyeka cihêreng û têgihîştî domand.
Em dê Kengî Temaşe Bikin?
Tê pîlankirin ku fîlmkirina rêzefîlmê vê havînê li Stûdyoyên Warner Bros. Leavesden ên Îngilîstanê dest pê bike. Beşên yekem dê di dawîya 2026an an destpêka 2027an de li ser platforma Maxê werin weşandin. Rêzefîlm dê li gelek welatan bi temaşevanan re bê parvekirin û wekî projeyeka 10 salî tê pîlankirin.
Temaşevan li çi Digerin?
Temaşevanên Harry Potter meraq dikin ka lîstikvanên nifşê nû dê bikarin cihê performansên îkonîk ên Daniel Radcliffe, Emma Watson û Rupert Grint bigirin. Her sêyan di fîlman de kîmyayeka jêneger çêkiribûn. Ka dê kadroya nû cîhana sêrbazîyê çawa jîndar bike, niha mijara meraqê ye.
Hûn çi difikirin, dê kadroya nû çawa bandorê li cîhana sêrbaz a Harry Potter bike? Nêrînên xwe bi me re parve bikin!