• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Loreen Vegerîya Swêdê

Loreen Vegerîya Swêdê
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Pêşbazîya Eurovision a îsal ji bo cara 67emîn bi beşdarbûna 37 welatan li bajarê Liverpoola Îngilistanê hatibû lidarxistin. Fînala pêşbazîya Eurovisionê di 13ê Gulanê roja Şemîyê saet 21:00an de hatibû weşandin.  Hunermenda Swêdî Loreen bi strana “Tattoo” di fînalê de bi 583 pûanan ser ket. Bi vê serketinê, Loreen bû jina yekane ku du caran di pêşbazîya Eurovisionê de serketî bû. Loreen di sala 2012an de jî bi strana ”Euphoria”  serketî bû. Bi vê serkeftinê  niha Swêd, ligel Îrlanda, welatê herî zêde di pêşbazîya Eurovisionê de serketî ye.

Loreen îro piştî nîvro hat Swêdê da ku li Stockholmê bi hezkiriyên xwe re be gel hev. Li Kungsträdgården a Swêdê bi coşeke mezin ji alîyê gel ve hat pêşwazîkirin. Loreen spasîya temaşevanan kir ku destûr dane wê di Eurovisionê de nûnertîya Swêdê bike. Û got: ”Pûana min bi dest xistî nîşana em li Swêdê çi temsîl dikine: mirovahî, hêvî, hezkirin. Ji ber vê yekê ez pir kêfxweş im û bi me serbilind im”.

Pêşbazîya Eurovision dê sala bê li Swêdê were lidarxistin, lê hîn ne diyar e li ku dere.
Çanda Muzîka Swêdê

Mûzîk ji bo çanda Swêdê hêmanek girîng a şahîyê ye. Bi taybetî li bajarên qelebalix ên wekî Stockholmê, Malmö û Göteborg meriv dikare rastî mûzîka zindî û hunerên performansê bi bûyerên cûrbecûr were. Swêd di warê nivîsandina stranan de di cîhanê de duyemîn e. Li gorî rapora Export Music Sweden, Swêd piştî Amerîkayê welatê ku herî zêde îxracata muzîkê li cîhanê dike ye. Swêd bi rastî welatek e ku di muzîkê de baş e û li Swêdê gelek hunermend hene ku li seranserê cîhanê têne naskirin.  ABBA yek ji wan komên muzîkê bû ku pîşesazîya muzîka swêdî xistiye ser nexşeya cîhanê. Ev yek bû sedem ku hunermendên swêdî roj bi roj zêdetir bal kişandin ser xwe. Her çend berê muzîka gelerî di nav gel de populer bû jî, îro bêtir li pop û rock tê guhdarî kirin.

Enstrumanên ku di muzîka swêdî de tên bikaranîn

Amûrên herî zêde di muzîka gelêrî ya swêdî de têne bikaranîn keman, nyckelharpa (nuckelharpa)  û klarnet in. Nyckelharpa dişibe kemanê lê hinekî ji kemanê mezintir e û tûşên wê yên mîna saksofonê hene. Nayê zanîn ka nyckelharpa amûrek swêdî ye an na. Hinek bawer dikin ku ew amûr ji bakurê Almanyayê hatiye Swêdê. Amûrên nû yên muzîka swêdî de tên bikaranin jî gîtar, trampêt, mandolîn û saksofon in.

Muzîkjenên navdar ên muzîka gelêrî/pop ya Swêdî

Muzîka gelêrî ya swêdî ji kilam, îlahîyan û muzîka folklorî ya kevneşopî, bi taybetî muzîka dans û şahîyê pêk tê. Lê di muzîka gelêrî ya swêdî de ya herî balkêş ew e ku ji ber ku muzîka gelerî ji destpêkê ve muzîka ku ji nav gel derketiye li gorî bajaran xwedî taybetmendî û şêwazên cuda ye. Li Swêdê gelek muzîkjenên folklorî yên navdar hene, bo nimune Lorens Brolin ji Skåne, Hultkläppen ji Hälsingland, Byss-Calle ji Uppland û Pål Olle ji Dalarna. Ji xeynî wan muzîkjenan yên herî navdar Kalle Moraeus û Åsa Jinder e. Di nav muzîka populer de jî hunermendên herî serketî Robyn, Meja, Avicii, Zara Larsson û Miriam Bryant e ku serkeftinên mezin ên navneteweyî bi dest xistine û hatine xelat kirin. Em dikarin Max Martin, Abba, Roxette, Ace of Base û Björn Skifs jî li vê lîsteyê zêde bikin. Ji bo dîtina pêşveçûna çanda muzîkê li Swêdê, meriv dikare serdana Muzeya Bajarê Stockholmê ya ABBA City Walk bike.

Festîvalên Mûzîkên li Swêdê

Li Swêdê her sal gelek festîvalên mûzîkê jî tên lidarxistin, çi festîvalên mezin û yên biçûktir, wek mînak:

Way out West

Sweden Rock

Summerburst
Lollapalooza
Stockholm Jazz

Festival Brännbollsyran

Sweden Rock û Jazz, festîvalên herî mezin in li Swed lê bi tevahî gelek eleqeyek zedê tê nîşan dan û gelek beşdarî van festîvalan dibin. Ev festîvalên mûzîkê bi gelemperî çend rojan berdewam dikin û li gelek bajaran di dîrokên diyarkirî de têne lidarxistin.

Evîndar Bîçen

Evîndar Bîçen

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.