Destpêk
Rojekê parêzerekî Spanî yê bi navê Mario Costeja González li ser motora lêgerînê ya Googleê li navê xwe digere. Ew di nav encamên lêgerînê de rastî îlaneke rojnameyekê tê ku di sala 1998an de hatiye weşandin. Îlan li ser navê Wezareta Kar ya Spanyayê ji bo firotina xaniyê wî yê ji ber deynên wî hatibû weşandin. Bêhna Mario Costeja González ji ditîna wê îlanê teng dibe. Ji ber ku êdî xanîyê wî hatibû firotin û ti fêdaya îlanê nemabû, ji bo îlanê ji malpera rojnameyê were rakirin di sala 2009an de serî li rojnameyê dide. Rojname bi hinceta ku îlan ji hêla Wezaretê ve hatiye weşandin û ew îlaneke fermî ye daxwaza Gonzálezî red dike. Paşê González ji bo ku ev îlan di nav encamên lêgerînan de xwuya neke têkiliyê bi Googleê datîne, lê hewildanên wî bêencam dimînin. González ji bo ku îlan ji malpera rojnameyê bê rakirin û di nav encamên lêgerînan de xwuya neke giliyê Googleê û rojnameyê li AEPDê (Dezgeha Parastina Daneyan a Spanyayê) dike. AEPDê daxwaza rakirina îlanê bi sedema ku belavkirin û weşandina wê neçarî û qanûnî ye red dike, lêbelê daxwaza veşartina girêdanên (link) ku ji Googleê bo wê îlanê diçe malpera rojnameyê ango girêdanên ku di encamên lêgerînan de xwuya dibin qebûl dike. Piştî ku Googleê li hember biryarê rêya pêdaçûnê/temyîzê diceribîne û lê îtiraz dike û biryar ji bo pêdaçûnê pêşî diçe ber Dadgeha Bilind a Neteweyî ya Spanyayê û paşê diçe ber Dîwana Dadê ya Ewropayê. Di sala 2014an de bi biryara Dîwana Dadê ya Yekîtiya Ewropayê û helbet bi hewildanên González êdî têgiheke nû ya hiqûqî li jiyana me bi cih dibe: Mafê jibîrbûnê. Bi wê biryara navborî Dîwana Dadê biryara dawî dide ku li gor wê li ser daxwaza kesên pêwendîdar divê girêdanên înternetê yên ku digihîjin daneyên bêeleqe û nederbasdar werin rakirin. Di vê nivîsara xwe de, em ê bi çarçoveyeke giştî mafê jibîrbûnê û taybetmendiyên vî mafî bidin naskirin.
Pênaseya Mafê Jibîrbûnê
Înternet toreke dîjîtal e ku xelk li seranserê cîhanê agahî û zanînan li ser wê parve dike û bi milyonan mirovan bi awayekî dîjîtal digihîne hev. Îro, înternetê di hemû qad û qonaxên jiyana me de û bi her awayî êdî cihekî giring girtiye. Bi saya wê di nava kêliyekê de em dikarin bi kesên ku bi hezaran kilometreyan ji me dûr in têkiliyê deynin û em dikarin bi rehetî xwe bigihînin hemû wan weşan, agahî û belgeyên ku li ser tora înternetê bi cih bûne. Ev derfet dikare bibe sedema ku der heqê kesekî de di hişê mirov, xwîner û bîneran de bîrek dîtbar ava bike û rê li ber pêşdarazî û intibayan veke. Îca ji bo pêşîlêgirtina van pêşdarazî û intibayan hiqûq derfetekê dide me û ew derfet jî mafê jibîrbûnê ye.
Mafê jibîrbûnê mafê daxwaza jêbirin û sînordarkirina daneyên kesane an jî naverokên acizker li ser tora înternetê ye. Hesteke sirûştî ye mirov nexwaze ku bi bûyerên di demên berê de ji serê wî derbas bûne ti kes pê bizane û ew jî sirûştî ye ku mirov bixwaze siberoja xwe ji bandora nûçeyên kevin biparêze, dibe ku agahî û zanînên qada mahrem û veşartî yên kesan bandorê li rûmeta wan bike û bibe sedema pêşdaraza li ser wan. Mafê jibîrbûnê li hember van rewşan çareseriyeke hiqûqî peşkêş dike, yanî bi giştî ev maf derfetê dide mirovan da ku pêşiya vê çendê bigire kesên din nikaribin xwe bigihînin daneyên wan ên kesane.
Daneyên Kesane û Parastina Wan
Em qala daneyên kesane dikin lê ew dane çi ne? Pêşî çarçoveyeke giştî: Her cure agahiyên di der barê kesekî de wekî daneyên kesane tên naskirin. Nav û paşnavên mirovan, cih û dema çêbûn an jî jidiyakbûna wan, koma wan a etnikî, baweriya wan, agahiyên malbatî û aborî yên mirovan, hejmara telefona wan, plakaya wesayîta wan, hejmara hemwelatîbûnê, hejmara pasaportê, tîma ku ew alîgirîya wan dikin û gelek agahiyên din wekî daneyên kesane tên naskirin. Em bêjin “Gelek hezkir û alîgirên tîma Amedsporê hene.” Ev agahî ne daneyeke kesane ye lê ku hûn yek ji aligirên Amedsporê bin wê çaxê ev agahî dibe daneyeke we ya kesane. Mafê jibîrbûnê yek ji amûrên parastina daneyên kesane ye. Em ê di nivîseke din de bi berfirehî li ser mijara daneyên kesane bisekinin. Lê ji bo mijara me ya mafê jibîrbûnê, giringiya daneyên kesane ew e ku hûn dikarin her cure agahiyên xwe yên kesane yanî daneyên xwe yên ku di înternetê de êdî kêrnehatû ne û hûn ji peydakirina wan aciz in di çarçoveya mafê jibîrbûnê de daxwaz bikin ku ew di nav encamên motorên lêgerînan de xwuya nebin. Divê em balê bikşînin ser vê yekê ku çarçoveya mafê jibîrbûnê ne rakirina agahî û daneyên der heqê kesekî de ye. Ev maf bi tenê dike ku ew naverokên dijîtal ên ku agahiyek/daneyek der heqê we de dihewînin di nav encamên lêgerînên motoran de xwuya nebe. Rakirin û jêbirina nûçe yan jî naverokeke dîjîtal dibe ku bibe mijara sernaveke din a hiqûqê lê ne ya mafê jibîrbûnê.
Parastina daneyên kesane têgihek e ku rê dide kesan bikaribin di cîhana dîjîtal de agahîyên xwe kontrol bikin. Mafê jibîrbûnê weke aliyekî parastina daneyên kesane tê dîtin, ji ber ku mafê kesan heye ku agahiyên têkildarî wan ên wekî nûçe, wêne û vîdyo di encamên lêgerîna înternetê de xwuya nebin. Ji ber vê yekê, mafê jibîrbûnê li hember bikaranîna bêdestûr û neheq a daneyên kesane amûreke hiqûqî ya parastina bibandor e û di mîsogerkirin û ewlekirina nepeniya dîjîtal de xwedî rolek giring e.
Mafê Jibîrbûnê Çawa Tê Çakaranîn?
Kesê ku dixwaze daneyên der barê wî yên di encamên motora lêgerînê de bên rakirin divê pêşî vê daxwaza xwe pêşkêşî kompanya motora lêgerînê bike. Dibe ku di bin banê wê motorê de formek bi vî rengî jî hebe, wek nimûne hûn ji bo Googleê vê formê bikarbînin. Heke rêvebiriya motora lêgerînê bersivek nerênî bide an jî piştî daxwazê bersivek nede ku ev dîsa tê wateya redkirina daxwaza we, êdî hûn dikarin serî li Dezgeha Parastina Daneyên Kesane bidin li welatê ku hûn lê dijîn.
Divê serîlêdana we ya bo Dezgeha Parastinê bi hurgilî û bi awayekî zelal hatibe vegotin. Dezgeh li gor hin pîvanan serîlêdana we dinirxîne û heke encama serîlêdana we erênî be biryara xwe ji rêveberiya motora lêgerînê radigihîne da ku wê encama lêgerînê ji pergala xwe rake û êdî ew careke din xwuya nebe.
Di vê nivîsarê de me bi kurtasî hewil da pênase û taybetmendiyên mafê jibîrbûnê peşkeş bikin. Me mafê jibîrbûnê wek mafê daxwaza kesên ku dixwazin agahî û daneyên xwe yên li ser tora înternetê ku di derbarê wan de hatine weşandin di encamên motorên lêgerînan de xwiya nebin pênase kir. Berî ku em dawî li nivîsara xwe bînin bi kurtasî em ê hîn rexneyên li ser mafê jibîrbûnê hatine kirin jî pêşkêşî we bikin. Bi giştî li ser mafê jibîrkirinê du rexneyên sereke hene. Ji van rexneyan yek jê amaje pê dike ku di navbera azadiya derbirînê ku yek ji mafên bingehîn ên mirovan e û mafê jibîrbûnê de nakokiyek hebe. Bi taybetî şêwirmendê hiqûqê yê Googleê David Drummond, di gotara xwe ya di rojnameya The Guardianê de vê şibandinê dike ku di bin sernavê “Divê em li ser mafê jibîrbûnê biaxivin” de hatiye weşandin: Bifikirin pirtûkek dibe ku li her pirtûkxaneyê peyda bibe lê ew pirtûk di kataloga pirtûkxaneyekê de jî cih negire. Rexneya din a li ser mafê jibîrbûnê aboriyê dike navenda rexneyê û dibêje ji aliye teknikî ve cîbicîkirina vî mafî ew ê li ser pişta şirketan barekî giran ê aborî bar bike û dê di navbera bikarhêner û şirketan de rewşên nezelal derbikevin holê.
Çavkanî:
- Judgment of the Court (Grand Chamber), 13 May 2014.
Google Spain SL and Google Inc. v Agencia Española de Protección de Datos (AEPD) and Mario Costeja González, https://eur-lex.europa.eu/legal-content/EN/TXT/?uri=CELEX%3A62012CJ0131 - Nalbantoğlu S., (2018), Bir Temel Olarak Unutulma Hakkı, Türkiye Adalet Akademisi Dergisi, Yıl:9, Sayı:35, 583-605
- Turgut C., (2021), Kişilik Hakkının Bir Görünümü Olarak Unutulma Hakkı, Teza Doktorayê